Ramyarî

ESQA FERÎD Û RUHSAR (3)

PAÞA UZUN · 26.12.2005 · 2 dîtin

Ferîd û Ruhsar di salekê de dikevin Fakulta Zireatê, dewra wan dewra 1968 an e. Ferîd û Ruhsar dikevin yek grubê. Ji rojan rojekê divê hemû xwendevan wênê xwe biksîne, Ferîd di nava gruba xwe de ji Ruhsarê dipirse ka ew dikarin rismê xwe tev biksînin. Ruhsar dibije bas e ka were em wênê xwe biksînin. Wê rojê wênên xwe diksinîn, tu nabê Ferîd bê xebera Ruhsarê bûye asiq. Ew radibe wêneyekê digre, dixe nav zerfekê û nameyekê jî disînê Swêregê ji apê Sefo re. Gava nama Ferîd dikeve destê apê Sefo êdî qiyamet radibe, qiyametek wisa ku erd û ezman li hev dikeve. Asiqê dîn û sûtal, ewladê bê xêr, Ferîdê ne esîr, Ferîdê eyarsîr radibe bi keçikek xerîb, keçikek ku esl û feslê wê ne belî ye asiq dibe, mirov vê yekê li bavê xwe dike, mirov vê rûresyê tîne serê apê Seferê Qado? Dost û nasê çi bibêjin? Eme çi xwelîyê li serê xwekin ? Ferîd, Ferîdê asiq, asiqê dîn û perwane li ser ezmanan difire, qarîn û qîrîna apê Sefo ji guhekî dikeve hundur ji guhê din derdikeve der. Dewran duguhere, dewranek nuh, dewranek xwesik û bê sînor weke gulên sor sîya xwe avitîye ser nivsên nuha, esîr û esîrtîyê berî xwe daye berbê rojhavayê diçe. Apê Sefoyê ku aqildar û pêsverûye wê guhertinê ferq nake, nabîne ku dara dewranê her tum cîyê sîya xwe duguherîne. Ji ber vê yekê erd û ezmanan li hev dixe. Sewketê apê mizûr, pismamê apê Sefo, diçe gel apê Sefo û wî sakîn dike. Dibê Sefo qiyametê ra meke. Binêre, tu jî asiqê Xodê bûbûy, keçika koçeran Xodê, aqil û hesê te ji serê te girti bû, dê û bavê te, mirovên te hember derket. Tu û Xodê negîhîstin mirazê xwe. Niha tu çima pêsîya vî lawikê digrî ? Sewket, apê Sefo dixe nav kuça teng, çare li apê Sefo namîne. Bê çare û bê dil ji kera xwe dadikeve jêr. Li pês min gotibû, Ferîd Ruhsarê nîsanî Sakînê jî dide, Sakîne dibêje gelek bas e. Herwiha di merhala dawîyê de alîyên Ferîd dibijên erê, bes feqîra Ruhsar hay û baya wê ji tistekî tine. Ferîd car bi car diçe mala dîya Ruhsarê, Ruhsar li mala diya xwe dimîne, bes Ruhsar Ferîd weke hevalekî xwe dibîne, hevalekî mektebê, ne kêm ne zêde. Gava apê Sefo jî dibê erê, edî Ferîd ji kêfan weke çûçikekî azad difire. Xwe dilerzîne ba Ruhsarê, dibêje ez dixwazim bi te re bizewicim. Ruhsar maht dimîne, hes û aqil ji serê wê diçe, nizane çi bibêje. Heta wî deqîqê wê li Ferîd bi çawek hevaltî nihêrtîye, zewac wê gavê ji aqilê wê derbas nabe. Herdûyan nu dest bi mektebê kirine, li pês wan riyeke dûr û dirêj heye, ziman li dêv kilît dibe, dibije Ferîd, divê ez bi diya xwe re bipeyivim. Bavê Ruhsar tune, gava Ruhsar zaro ye ew di qeayekê de wefat dike. Bavê wê mutehît e, di mintiqa xarpitê de bi qamyona xwe li cîyê însaatê kar dike. Gava tekerê qamyonê dikeve çalekê bavê wê ji qamyonê dikeve û wefat dike. Ruhsar li dora sê sal û nîva ye. 1978 an de, li Swêregê wê delalîya xwe winda bike. Qîza wî yekbûn sê sal û nîv e. Ew jî li Kurdîstanê bavê xwe winda dike. Latîfe xanim Ferîd bas nas dike, Ferîd diçe mala wan û tê. Ruhsar dibêje dayê, Ferîd ji min ra wisa dibêje ez çawa bikim? Dîya wê peyva xwe dirêj nake, dibije; Qîza min Ferîd lawikekî bas û delal e, ew kurd e bes yên girîng ew însanekî bas e. Ji bo min problemek tune. Ferîd û Ruhsar dergîstî dibin. Hevalê Ruhsarê Ferîd, carekê de dibe dergîstîya wê, esqa dilê Ferîd li dilê Ruhsarê stêrkên ezmanan vêdixîne, Ruhsar ji porê serê xwe heta nenûkên nigên xwe dibe asiqî Ferîd. Li ser giyayên êsîn û xwesik, di nav kulîlkên sor û zer de govendek li dar dikeve, Ferîd û Ruhsar di serê govendê de cîyên xwe digrin, sew û rojên wan dibe govendek xwes û rengîn, govenda esqê dilan, dilên serxos, pak û delal, govendek bê serî û bê binî, dawîya wê nayê. Lê rojên pês yên ji sên û sênayî hez nakin, ewê wan ji hev biqetînin, bes govenda dilê wan tu caran nasekine. Heta roja ku zewaca xwe bikin gelek sal û gelek mecmele tê serên wan, bes govenda wan dom dike.

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.