ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Hünermend Azad · 07.10.2007 · 2 dîtin
EZÎro ji dest husna hebîb sergeste û heyran im ezMin eşq û muhbet bûn nesîb sewadê sergerdan imlezEşqê gelek sewda kirin bê mal û bê mewda kirinNûra çira winda kirin Mûsayê Imran im ezMûsa ji dest husna bi nûr şêrîniya xalên di hûrSecde bire ber Kohê Tûr nêzîkî remzê wan im ezRemzê ku dê dilber bikin carek bi çeşman seyr bikinDê kohê Qaf ker ker bikin mecrûhê pir-kovanim ezMin ah ji dest kovan û qehran min sebr nayêt li sehranŞubhetê mewcên di behran qulzemê umman im ezQulzem û behrên di heftê agirê eşqê ku keftêDê bisojit subhe neftê min diye, pê zanim ezMin diye muhbet çi reng e sohtim edoja pir-ye'keMin mudam dil jê biheng e bi nalîn û efxan im ezNalîna teyr û tuyûran kalîna çeng û bilûranXulxulên di qesr û qusûran bulbulê xoşxan im ezBulbulim daîm dixwînim ez yeqîn ez te bibînimDîn dibim sewda dimînim serxoş û sukran im ezSerxoş û ebter kirim te ji illeta rengzer kirimTe sotim û ker ker kirim tu agir î buryan im ezAgir û pêta di dil da me'neyan daxan ku hildaEw kitab naçit du cilda hafizê medhan im ezHafizê medh û pesendan rohiya mehbûb û rindanBê hisab werbûn di findan satiyê bêcan im ezSoti me qet pêt û nar ne kuştîme derb lê diyar neMin demek sebr û qerar ne nexweşê pir-jan im ezNexweşê reng lê nemayî dest li ser falê nihayîWan digot ji çavê giyayî kûştiyê e'ynan im ezKuştime herdu 'uyûnan yan kî yêd nisbet ji nûnanRadikit ew qetl û xûnan girtiyê zindan im ezGirtî me insaf di mîr ne qazî û muftî ve bîr neQeyd kirim kes bê xebîrne bendeyê hicran im ezMa di benda firqeta te canfidayê xidmeta teDa bibînim rehmeta te nobedarê xanim im ezNobedarê qullehê xo dergevanê dergehê xoBîne bîr û agahê xo tûleyê asîtan im ezTûleyê dergahê yar im şev û rojan nobedar imWestayê der întîzar im çavrêyê Sultan im ez?avrêyê sirra li pêş im meqseda ezlê feniş imHicreta Yûsuf dikêşim Ye'qûbê Ken'an im ezKor e bo Ye'qûb ji dînê j'perdeya daxa evînêGer dibên veke birînê hewceyê Lokman im ezWan digot Lokman tebib e gote min xef 'endelib eŞafiyê derdan hebîb e pê bawer û îman im ezSond dixwim sa'id û destan kevir û seylêd li bestanMin bi xom li curhan bebestan be rahet û asan im ez'Aşiqa rahetya kêm e agir û pêt a dilê me?end hezar medhan dibême muhitê esman im ezXwezî min sed ser hebûna sed hezar dev pê ve bûnaEw hemûl'medhên te bûna hêj bi wan niqsan im ezEz kiz û zer bûm ji qehrê dê devêk çibkit ji behrêYan du çav çibkin ji sehrê bê dîtina eynan im ezSed hezar çav min divêna bayekî perde hilînaXet û xal min têr bidîna eşqe qûtî can im ezHer kesê eşq tê eser kit sed hezar perdan di ber kitHemuyan dê ker be ker kit tazî yû 'uryan im ezPerde çû ez mame tazî dil sirra mehbûb dixazîMin ibadet eşq û bazî bê mey û meyxan im ezXaniya bade û mey tê mexnî yû hem çeng û ney têMin ji eşqan heye-hey tê serxweş û sukran im ezSerxoşê ava heyatê meclisa reqs û sematêDê çi kim bi sewn û selatê b'kûzê û fîncan im ezEw meyê gerden dirêjan şîşe û wan bade rêjanMin nema hiş li nivêjan li deftera dînan im ez"Mim" û "Hê" aqil vederda sicleya eşqê û derdaLew qelem anî bi ser da me'fuyê Xufran im ez(Feqiyê Teyran)
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.