Ramyarî

Ermenî Duxwazin Têkevin Parlamena Kurdistan’ê

Rojhat · 05.03.2009 · 2 dîtin

Ermenî Duxwazin Têkevin Parlamena Kurdistan’ê

Zaxo - Ermeniyên Kurdistan'ê duxwazin têkevin parlamena Kurdistan'ê. Serokê Komîteya Karûbarên Ermeniyan yê li Zaxo Îşxan Melkun Sirkîsyan daxwaz dike ku li civata wilayetan kûrsiyek taybet ji bo Ermeniyan veqetîne û ew ji di parlamana Kurdistan'ê de werin temsîlkirin. Sirkîsyan dibêje hebûna nûnerê wan wê zêdetir xizmeta wan bike. Serkîsyan destnîşankirina kûrsiyekî taybet ji Ermeniyan di Parlamena Kurdistan’ê de wê firsendekî dîrokî be ji bo Ermeniyan: “Divê Ermenî ji vî kûrsiyî bi awayekî baş feyde bigrin. Kesekî hêja û kêrhatî hilbijêrin da ku rolekî çalak bigre û rewşa Ermeniyan baştir bike.” Berpirsê Nivîsîngeha Parlamena Kurdisan’ê yê li Zaxo Şirîn Ebdûlrehman Dîno û 4 parlementerên din jî di rûniştina 11/2/2009an de ji parlemenê re pêşniyaz kirin ku ji Ermeniyan re jî kûrsiyekî bê veqetanîn. Şirîn Ebdûlrehman di daxûyaniyekî de ji Rûdaw’ê re diyar kir ku wan xwest Ermeniyên li qezaya Zaxo’yê, wek neteweyên din ji mafê vê nûnertiyê ne bêbeş in. Çavkaniyên agahdar yê Ermeniyan wiha didin zanîn ku zêdetirî 4500 Ermenî li Herêma Kurdistan’ê dijîn. Piraniya wan jî piştî sala 1915an hatîne Herêma Kurdistan’ê, ango piştî kûmkûjiya ku Osmaniyan ji dijî Ermeniyan kir û zêdetirî 1 milyon û 500 hezar Ermenî hatin kûştin. Di vê jenosîdê de bi dehan hezar Ermenî jî hatin dersînûrkirin.  Piraniya Ermeniyên ku hatîn Herêma Kurdistan’ê li devera Zaxo nîştecih bûne û heta niha jî li Zaxo ne.  Ermenî li vê derê wek civakek xwedî pîşe hatîne naskirin. Ji ber şarezayiya wan ya di karên ristin, çinîna cil û bergên Kurdî yên wek şal û şapik, karên mekanîk, dartaşî, hêsingerî, zêrkarî û bazirganiyê.  Artûn Xelatyan yek ji kesayetên ayînî yê Ermeniyên Zaxo ye, ji Rûdaw’ê re dide diyarkirin ku hemû Ermeniyên li Herêma Kurdistan’ê dijîn, girêdayî mezhebê Ortodoks in. Niha sê dêrên Ermeniyan li Wîlayeta Dihok’ê hene û têde merasîmên olî dikin.  Ermeniyên vê deverê her demê hewl didin ku têkiliyên xwe li gel Ermeniyan cîhanê re bihêz bikin. Ciwanekî Ermenî yê li Zaxo Vazgên Hayrîk ji Rûdaw’ê re got: “Têkiliyên min li gel Ermenîstan’ê hene û min berî salekê hevsera xwe ji Ermenîstan’ê anî.” Rudaw.net

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.