ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Rojgar Merdoxi · 10.01.2007 · 2 dîtin
Dewleta Tirk bi hemû hêz û îmkanên xwe ve êrîşan dibe li ser Kurdistana Başûr û destkeftên Raperînê û her roj jî Kurdên Başûr tehdît dike...Ev çendîn sal in dewleta Tirk bi eşkere û nêhînî hewl dide Hukumeta Kurdistanê, Parlemana Kurdistanê û ew hemû sazîyên netewî ên Kurdistanê biruxîne û holê rake...Ev hewlên dujminkarene ên dewleta Tirk heta radeyeke hatin îzolekirin û pûç bûn.. Dewleta Tirk ji bo cepheyeke li dijî Kurd li İraqê avabike, pêywendî li gel hemû hêz û kesên İraqî sazkir.. Di nav wan de hemû hêz û kesên Erebên Şîî û Sine hebûn.. Ez naxwazim li vir li ser “Cepheya Tirkomanî” rawestim... Ji ber ku ev rêkxistina terorîst û ajan 15 sal in li dijî Kurdan hemû xirabîyan dike..Dewleta Tirk di van hemû çalakî û peywendîyên xwe de, ên ku li ser dujmintîya Kurdan hatine avakirin li ser neket.. Di dawîyê de nûnerên rêkxistina terorîst ên El Qaîdeyê û fondemantalîstên din ji bo Tirkîyê dawetkir û li gel wan rêkket...Di vê dawîyê de karbidestên dewleta Tirk bi awayekî eşkere êrîşan tînin li ser Kurdistana azad... Li pêş çend rojan Serwezîrê Tirkan, Recep Tayyib Erdogan daxuyakirin ku ji bo Tirkîyê “İraq ji Yekîtîya Ewrûpî giringtir e”...Pirs, pirsa İraqê nîne , pirsa Kurdan û destkeftên wan e..Dewleta Tirk bi hemû sazîyên xwe ve Kurd bi giştî, Kurdistana Başûr bi taybetî wekî mijar an jî xetara serekî a sala nû hilbijart û xist li nav rojeva xwe..Rapora MİTê a li ser Başûrê Kurdistanê û bi taybetî jî li ser mijara Kerkûkê û axivtina musteşarê MİTê a vê dawîyê rasterast êrîş in li ser Başûrê Kurdistanê..Bi kurt û kurmancî ev sazîya sixwerî bi awayekî eşkere dibêje ku pêwîste dewleta Tirk beramberî dewletbûna Kurdan, hatina Kerkûkê li ser Kurdistanê bêdeng nemîne û çalak be..Hemû rapora MİTê û axivtina serokê wê li ser tirs beramberî hebûn û dewletbûna Kurdan hatiye avakirin.. MİT, azadîya li Başûrê Kurdistanê, geşbûna hesta sazkirina dewleta Kurdistanê li vê deverê, hatina Kerkûkê li ser Kurdistanê wekî “mirina dewleta netewî” a Tirkan destnîşan dike...Axivtina Serwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdoganî li pêş gruba xwe li Parlemana Tirkîyê li ser sîyaseta derveyî a Tirkîyê bû...Lê, hemû axivtina wî li ser Kurdan û nehîştina destkeftên Kurdan li Başûrê Kurdistanê bû.. Wê dema mirov bala xwe dide axivtina karbidestên Tirkan û sazîyên wan dibîne ku hemû sîyaseta wan a navxweyî û derveyî li ser Kurdan û nehîştina Kurdan hatiye sazkirin..Erdogan di wê axivtina xwe de çi dibêje?
Divê, divê ......Divê... divê.....Wê dema mirov bala xwe dide axivtina Erdoganî û naveroka wê, dibîne ku Erdogan ji bo İraqê pêşnîyara rejîmekê dike ku a Sedamî xiraptir e..Erdogan bi navê dewleta Tirk dixwaze Destûra Tirkan li ser Kurdên Başûr û İraqê ferz bike..Ev axivtina Erdoganî rasterast desttêwerdan e li nav karên İraqê û destdirêjîye li ser Kurdistana Başûr..Divê hukumeta İraqê û hukumeta Kurdistanê bersiva Erdoganî û karbidestên Tirkan bidin... Li pêş vê destdirêjîyê bêdeng nemînin.. Tirk wisa bawer dikin ku Kurd sevî û dîlên wan in.. Çawa leşkerên Tirk li gel Erdoganî qisedikin, ew jî wisa ligel Kurdan diaxive..Pêwîst e Kurd beramberî seyên har û segbavan bêdeng nemînin!!!!!11.01.2006
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.