ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Rojhat · 21.01.2009 · 2 dîtin
Amed - Rêvebirê Toplum-Der a (Komela Civakê) Amedê, Ömer Aybar, diyar kir ku tasfiyekirina Ergenekon’ê ancax bi eşkerekirina cinayetên li Kurdistan’ê mumkun bibe.Toplum-Der, di derbarê nêzî 20 hezar cinayetên li Kurdistan’ê yên ‘kiryar nediyar’ de, li Amed’ê daxuyanî da çapemeniyê. Koma qelebalix ya tevlî daxuyaniyê bû, pankartên wek; "Bîrên mirinê li virin, dozger li ku ye", "Doza Ergenekon’ê ancax li Kurdistan’ê be" rakirin. Rêveberê komelê Aybar, diyar kir ku li bajarên Tirkiyê di encama operasyonên li hemberî Ergenekon’ê de tên meşandin de çekên ji bin erdê derdikevin, çekên JÎTEM'ê ne û di salên 1990an de li Kurdistan’ê ji bo cinayetan hatine bikaranîn: "Di dema şerê qirêj de, cenazeyên bi hezaran kesên ji aliyê endamên JÎTEM'ê ve hatin kuştin û avêtin bîran heta niha jî nehatine dîtin. Herwiha heta niha ji kiryarên bûyeran hesab nehatiye pirsîn."Aybar, destnîşan kir ku îtîrafên endamê JÎTEM'ê Abdulkadîr Aygan, diyar dike ku cinayetên kiryarên wan ne diyar yên salên 1990an bi şeklekî berfireh di çapemeniyê de cîh girtine û da zanîn ku Aygan di îtîrafên xwe de di derheqê failên bûyeran de jî agahiyan dide. Aybar bang li dozgeran jî kir, ku Ergenekon esasen li Kurdistan’ê ye û wiha dom kir: "Rêxistinên kontra yên wekî JÎTEM, TÎTê qetlîamên xwe yên herî kirêt û xwînî li bajarên Kurdan pêk anîn. Eger bi rastî dixwazin rêxistina terorê Ergenekon’ê tasfiye bikin, lazim e cinayetên wan yên li Kurdistan’ê bên eşkerekirin û hesabê vê yekê were xwestin.’’
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.