Ramyarî

Erebên Sine 5 mîlyon imze li dijî Destûrê komdikin.

Rojnameya Medya · 28.09.2005 · 2 dîtin

  Husyîn Sheristanî, alîkarê Serokê Parlemana Iraqê ragêyand ku biryar hatîye dayîn 5 mîlyon dane ji reshnivîsa Destûra daîmî ji alîyên UN ve bête capkirin. Salîh El Mutlaq, endamê Lijneya Nivîsandina Destûra daîmî û bi xwe jî Erebekî Sine ye da xuyakirin ku ew 5 mîlyon îmze li dijî Destûrê komdikin.Roja 19.09. 2005‘ê Parlemana Nishtimanîya Iraqê, reshnivîsa Destûra daîmî a Iraqê pesindkir û da Rêkxistina Netewîyên Yekgirtî..Dîsa Sheristanî da xuyakirin ku, UN biryar daye 5 mîlyon nusxe ji reshnivîsa Destûrê capbike... UN, ev karê capkirina reshnivîsa Destûrê daye berpirsê UN’ê yeNîcolas Hayselam. Wî jî ev nûceya pishtrastkir. Li gor zanyarîyan 3 mîlyon dane ji reshnivîsa Destûrê bi zmanê Erebî, mîlyonek bi zmanê Kurdî, mîlyonek jî bi herdu zmanên Turkomanî û Siryanî têne capkirin. Her wisa gotûbejekî UN’ê da xûyakirin ku 10 roj pash capkirina vê jimarê, ligel Hukumeta Iraqê, pêkve Destûrê capkirî bi ser deveran de dabesh dikin. Ji alîyê din ve Salih El Mutlaq, endamê Lijneya Nivîsandina Destûrê da zanîn ku, ew hewil didin cepheyeka Nishtîmanî a Iraqê li dijî vê Destûrê sazbikin û ew xwe jî serokayetîya vê cepheyê dike.. Dîsa Mutlaq dibêje: Armanca wan ew e ku 5 mîlyon îmza li dijî vê destûrê kombikin.Rojnameya MedyaAmedekar: AZ

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.