Ramyarî

Endamê çeteya Atabeyler: Min bombe amade dikirin

Haci · 18.11.2006 · 2 dîtin

 Endamê çeteya Atabeyler Yunus Harputluoglu, di “Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê” de hemû xerabîyên dewleta tirk eşkere kir.Yunus Harputluoglu yê ku bi şandina maîlekî hebûna çeteya bi navê “Atabeyler” eşkere kiribû, îfade da Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsa Tirkiyeyê” û îtiraf kir ku wî ji vê çeteyê re bombe amade kirine.Rojnameya tirkî a bi navê Yenî Şafak, di derbarê îtirafên Harputluoglu de pê re heypeyvînek çêkiriye. Harputluoglu weha gotiye: “Min bi tehdîtên du astsûbayên tirk, endametîya çeteya Atabeyler qebûl kir û berpirsiyarîya karê aborî da ser milên xwe. Bombeyên ku min amade kirin, li Diyarbekirê, li ber YKMyê û li Colemêrgê, di dolmîşa ku zarokên eskeran dibe dibistanê de hatin teqandin. Çeteya Atabeyler, “C-4” ên ku di destê wande bûn ji depoyên ordûya tirk temîn dikirin û armanc ew bû ku li Enqereyê di hinek êrîşan da bikarbînin”.Harputluoglu dide zanîn ku tenê li dijî xanîyek çeteya Atabeyler operasyon hat lidarxistin, lê planên çalakîyan ên herî girîng di xanîyê din de bûn ku ew jî nehatin bidestxistin. Harputluoglu dibêje “Di xanîyê duyem de komputera bi marqeya “Nej” jî hebû û ji alî bînbaşi B. Ş. ve dihat bikaranîn. Di vê komputerê de gelek krokî û agahîyên girîng hebûn”.Harputluoglu îtirafên xwe we berdewam dike: “Li Colemêrgê, îtirafcîyek PKKê bombe di dolmîşa zarokên eskeran de bicîh kir, lê kontrol di destê hinek kesên din de bû. Li Diyarbekirê bombeya ku di otobusa DEHAPê de jî hat teqandin karê heman kesan bû. Armanc otobusa polîsan bû, lê di demdiyarkirinê de xeletîyek çêbûbû. Çeteyê sûîkastek jî li dijî serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan plan kiribû. Ji bo vê jî, ji min daxwaza çêkirina “ji bo teqandina 12 heb C-4 an, li ser “laptopê” bi telefonên mobîl ve girêdayî, çêkirina sîstemek hate xwestin”. Armanc ew bû ku ev sîstem li Enqereyê, li dijî avahîya serokwezîrtîyê, wezaretan û avahîyên dadgehan bê bikaranîn.Rojnameya Yenî Şafak radigihîne ku li gor îtirafên Harputluoglu, wekhevî di navbera teqîna li Colemêrgê û a li Diarbekirê ya ku bûbû sedemê mirina 11 kesan de heye. NETKURD

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.