ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Rojhat · 07.08.2009 · 2 dîtin
Lîsteya Kurdistanî bi 1076370 dengan bû xwediya 59 kursiyên parlamentoya Kurdistanê û Mesûd Barzanî jî bi 1266397 dengan bû serokê herêma Kurdistanê. Berî kêmekê Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinan li bajarê Hewlêrê ji bo ragihandina encamên dawiyê yên hilbijartinên parlamento û serokatiya herêma Kurdistanê civîneke çapemeniyê li dar xist. Encamên dawiyê yên hilbijartinan bi vî awayî ne:Hejmara kesên beşdarê hilbijartinan bûbûn, 1819652 kes, wate mîlyonek û heyştsed û nozde hezar û şeşsed û pêşncî û du kes bûn.Ji bo serokatiya herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî bi 1266397 dengan bû serokê herêma Kurdistanê ku dike nêzî %70-ê dengan.Her yek ji namzetên din yên serokatiya herêmê, Kemal Mîrawdelî 460323, Helo Îbrahîm Ehmed 63377, Ehmed Mihemed Resûl Nebî 18890 Hisên Germiyanî 10656 deng bi dest xistine.Encamên dengên Lîsteyên parlamentoya Kurdistanê jî bi vî awayî ne:Lîsteya Kurdistanî bi 1076370 dengan bû xwediya 59 kursiyan.Lîsteya Goran’ê bi 445024 dengan bû xwediay 25 kursiyan.Lîsteya Xizmetguzarî û Çaksazîyê bi 240842 denga bû xwediya 13 kursiyan.Lîsteya Tevgera Îslamî bi 27147 dengan bû xwediya 2 kursiyan.Lîsteya Azadî û Wekhevîyê bi 15028 dengan bû xwediya kursiyekî (1 kursî). Pukmedia
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.