Em ji bo çi rabûn û em di ku ra derketin? PKK agir kete!

19.10.2010 · 1 dîtin

Wek tê zanîn, li destpêkê gava PKK di nav kurda da propagande dikir, digot ''rabin ji bo rizgarî (esaretten kurtuluş) û serxwerbûnê (bağımsızlık) şer bikin! Derkevin serê çiyan!' Neçin xwendegehên dagîrkeran' û hwd. Me jî got 'rast e' û me xwe bi yekcarî da binî û em bi çargavkî çûn û ketin nav vê tevgera PKKê! Lê îroj em dinerin ku PKK rizgariyê (esaretten kurtuluş) ji binî ji bîr kiriye. Li şûna rizgariyê dibêje 'mîsaq-î millî' ango tixûbên Kemo Paşa daniye! Di ser de jî dibêje 'Kemal Paşa ne celladê kurda bû. Şêx Seîd paşverû bû! Kemal Paşa demokrat û pêşketî ye!'' De werin li vê kirina hanê temaşe bikin ji xwe re! Dawiya dawî PKK dibêje 'Tirkiye sermiyanê kurda ye. Ocalan serokê qadir û mutleq a kurda ye.' Kes napirse ji wan û nabêje 'Lo ma ev ne serokê pîvaza ye? Ev serokê çi ye? Tiştê ku wî ji me re kiriye: pejirandina sînorên Kemo Paşa ye! Heger serok bûya, nuha em rizgar (kurtulmuş) bûbûn. Ev me rizgar ne kiriye û hîna jî em jê re dibêjin serok! Ma serokatiya wisa dibe? Ji rizgariya netewî hat 'sînorê dagîrkeran: mîsaq-î millî rawestiya. Ji serxwebûnê (bağımsızlık) hat li bin sermiyaniya tirkan (alt kîmlîk) danî? Em ji bo çi rabûn û em di ku ra derketin? Wey kurdên feqîr û belengaz wey!

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.