Ramyarî

Em in em Êzîdî van e

Xêro Bacinî · 12.09.2007 · 2 dîtin

Em in em Êzîdî van e · Roj roja çardehê Tebaxê sala duhezarûheftan e · Carek dinê ji caran e · Kevokên aşîtiyê ricifîn li ezmanê Lalişa Nûran e · Qasirek hat dîsa ji Êzîdxan e · Dibe Êzîdîno rabin dîsa le me ferman e · Dibêjin ev fermana me heftê û sisêyan e · Roja me tarî kirin, kirin mij û dûman e · Êriş birin ser gûnden Tilhizêr û Siba Şêx Xidir · li başûrê Kürdistan e · Küştin hefsed û pêncih merivên bêgüneh · xeynî hezarên birîndaran e · Qîre qîre dayik û bavan tê ji erş û ezman e · Dibe hawaaaaar û sed hawaran e · De Êzîdîno teva rabin wek biran ser pîyan e · Li hev bicivin tev rewşenbîr, · dinav, xwendevan , ozan · li gel mîrê Êzîdxan û meclisa Rûhan e · Bila dengê we bibhîzê tevahîya cîhan e · Bila bizanibin Êzîdatî olek aştîyan e · Lê em bêqiram û bêkes in · em neçar man e · hember fêlên xapîn û kiryarên van kufaran e · bi yek dengî bêjin: · Em in em Êzîdî van e · Em natirsin ji bahwerîya wan î biqirêj · ku bi şûr û bimban hatî avan e Xêro Bacinî Bielefeld/Almanya, Tebax 2007

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.