Ramyarî

’Em Amade ne Hevkarî bi Parlamena Hollandî Re Bikin’’

Rojhat · 22.12.2008 · 2 dîtin

’Em Amade ne Hevkarî bi Parlamena Hollandî Re Bikin’’

 Alîkarê Serokê Parlemena Kurdistanê, Dr. Kemal Kerkûkî‘’Em Amade ne Hevkarî bi Parlamena Hollandî Re Bikin’’Rûdaw (Hewlêr) - Seroka Parlemena Hollanda ku hefta borî ji Rûdaw ê re ragihand, ger Parlemena Kurdistanê daxwaza hevkariyê ji wan bike, ew amadene hevkariya wan bikîn. Li ser vê yekê Alîkarê Serokê Parlemena Kurdistanê amadebûna xwe ji bo daxwaza hevkariyê anî ziman.Serokê Parlemena Hollanda, Gerdi Verbet di hevpeyvînek taybet ya li gel Rûdaw ê ku di hêjmara derbazbuyî de hatibû bilavkiringotibû: "Eger parlemena Kurdistanê daxwaza hevkariyê ji Parlemena Hollenda bike, em amadene hevkariya wan bikîn."Alîkarê Serokê Parlemena Kurdistanê, Dr. Kemal Kerkûkî banga Seroka Parlamena Hollanda berwiswand: ‘’Em ev pêngava Parlemena Hollanda gelek girîng dibînîn. Emê hewl bidin ku bi wan re têkiliyan çêbikîn. Hebûna têkiliyên baş yên navbera Parlemena Kurdistanê û Parlemenên Rojavayî de, xizmetê ji doza Kurd re dike. Ji ber wê yekê hem li rastiyan têdigihin û emê feydê ji ezmûnên wan werbigirîn."

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.