ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
azad · 05.07.2007 · 2 dîtin
Kerem bikin hün û Daxwîyanîya Birêz Serokwezîrê Hükümeta Herema Kürdistana Bashür, Necirvan Berzanî kü di derheqa girtina Mêrküjjîya kesên li hevlêrê hatin girtin ji capemenîyê da.Nêçîrvan Barzanî: da capemenîyê û got,Tawanbarên teqîna Hewlêrê hatine girtin û pêşmerge wê ji niha ü pêde asayîşa Kerkûkê û boriyên petrolê biparêzin dakü hew êdî Terorist bi karibin wan dever ü rîya bigrin ü xirabikin.Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duhî di preskonferansekê de got, hemû ew kesên kü destê wan di kiryara terorîstî, teqîna roja 9/5 li ber derîyê wezareta navxwe encam dabû, de hebûn. ji aliyê asayîşa Kurdistanê ve hatine girtin û wan îtîraf bi tawanên xwe kiriye û di demekê nêzîk de dê îtîrafên wan di dezgehên ragehandinê de bên weşandin.Nêçîrvan Barzanî got, ew kesên kü li Kurdistanê karên têkdana rewşa aram ya Kurdistanê dikin, li her cihekî bin ew ji destê edaletê xelas nabin û got ewên ko ew karê terorîstî kirine ser bi rêxistina El-Qaîdeyê ne û kesê ko xwe teqandîye jî ne xelkê Îraqê bûne. Nêçîrvan Barzanî got mixabin hin kesên kurd jî asankarî ji terorîstan re kirine heta kü ew gihane cihê kü wan xwestibû teqînê lê bikin.Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo hinartina hêza pêşmergeyan bo parastina cihên pîroz, cihên îbadetê, li naverast û başûrê Îraqê got: Hükûmeta Kurdistanê razî ye kü pêşmerge ji bo parastina asayîşa Kerkûkê, boriyên neftê, dezgehên kehrebayê û rêkên înana mazotê binêre bihefizînê biparêzê ühw.Derbarê rapora HRW-ê ko gotibû girtiyên zîndanên Kurdistanê tên îşkence kirin, tevî neveşartina libinpêxistina mafê mirov li Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî got, Hükûmet daxwaza bêhtir zelalkirinê di vî warî de ji dezgehên asayîşa Kurdistanê dikê û daxwaza pêk anîna komîteyeke bêteref ji bo encamdana vekolînên pêwîst dike.Derbareyê êrîşa muhtemel ya leşkerê Tirkiyeyê bo ser Kurdistanê, careke din Nêçîrvan Barzanî helwêsta kurdan di vî warî de eşkere kir û hêvî xwest kü Tirkiyê li cihê zimanê tehdîd û şerî zimanê diyalogê bi kar bînê û tekez kir ko Tirkiyê deriyekî giring her weha di berdewamîya axaftina xwede anî ziman û got ji bo Kurdistanê Hikûmete me dixwazê têkiliyên dostane bi Tirkiyeyê re deynê û ji bo pisgirên na xwe divê Têkilîyên mêî germ hebin.Nêçîrvan BarzanîHEWLÊR, 5/7 2007
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.