Ramyarî

Ecevît, Demirel û Kurdistana Bashûr

KERÝM ALÝBEYOÐLU · 06.11.2005 · 2 dîtin

  Ev du rojin rojnamevanê dewlata kûr a Tirkan, Fikret Bila li gel, serwezîrê kevn ê Tirk, Ecevit û Serkomarê berê ê Tirk, Demirel chavpêketinan di quncê xwe ê Milliyetê de..Herdu serokên kewn ditirsin û nerazîbûna xwe dîyardikin..Ji ber chi ? Chi bûye? Ev herdu serokên Tirkan chima ditirsin? Fikret Bila li ser kîjan mijarê li gel wan axivt?Tirsa wan, mijara wan, bûyera hertim wekî mijara serekî li ser mezeyên wan bû: Pirsa Kurd û Kurdistanê bû.Îro jî dîsan mijara wan Kurd in... Rojnamevanê dewletê, ligel gerdu serkokên Kurdkuj li ser serlêdana Serokê Kurdistanê li Washington û nirxa hevdîtinên birêz Barzanî diaxive...Herdu jî tirsa xwe beramberî azadîya gelê Kurdistanê û ber bi dewletbûyîna Kurdistana Bashûr venashêrin û dibêjin ev yeka hanê kargerîyek gellek xirap li ser Tirkîyê dike.Ecevît dibêjê: „ Serok Bush, wekî serokê dewletekê pêshwazîya Barzanî kir. Ji wî re got „Serok“. Wê dema mirov li Iraqê dinêre, de facto bûye sê parche.. Di vê pêvajoyê de DYE, li bakurê Iraqê dewleta Kurdî avakiribû û pishtî sherî jî bi hêzkir. Êdî li Bakurê Iraqê dewletek Kurd heye. Li gel Destûra ku di rapirsîyê de hate pejirandin, derfeta parastina yekîtîya Iraqê nemaye. DYE, ji bo pasherojê amadekarîyê xwe dike. Pêshwazîkirina Barzanî li Qesra Sipî wekî Serokê dewletek serbixwe, nîshan û menaya wê a sîyasî ev e. Êdî Iraq dabesh dibe“...Demirel jî: „ Li Iraqê desteka herî mezin Kurdan da Emerîkayê. Ji deh salan zêdetir îdareyek wan a otonom heye . Ev sibê derî ji bo dewletek serbixwe a Kurd vedike. Li gel prensîpên Wilsonê jî DYE, soza dewleta serbixwe dabû Kurdan“ dibêje..Herdu jî sîyaseta dewlêta Tirk a li beramberî pêshvachûyînên Bashûrê Kurdistanê bash nabînin û herdu jî wisa bawer dikin ku, DYE û karbidestên wê Kurdan ji bo dewleta serbixwe a Kurdistanê amade dike..Tirs ketîye li nav dilan wan, xewna wan direve..Meseleya wan wekî a hurchê ye. Carê tirs ketîye dilê wan. Ji ber ku ew berpirsên talankirin, wêrankirin, kawilkirin û qirkirina Kurnan in.. Ji bo vê yekê jî ditirsin..Chawa ev herduyan dibîhizin kes qala tishtekî dike, ew dibêjin „te go Kurd“, Celal Bayar jî wisa bû wî jî hertim digot: „li vê baharê komînîzm tê“.... Dewra wî jî di tevkujtarên Kurdan de ji alîyê hemû Kurdan ve tête zanîn..Herdu jî sîyaseta dewleta Tirk û ev axivtina taktîkî a Özkok rast nabînin..Herdu jî bi dujminkarîya Kurdan, ji bazan zêdetir bazin..Lê herdu jî rastîya îro, a dinyayê, dewra Emerîkayê tênagihîjin an jî naxwazin fêm bikin. Lê rastîya Kurdan wekî rojê li pêsh chavên dinyayê.. Kurd wekî neteweyek azadîxwaz,laîq, ashitîxwaz hewl dide, li Rojhelata Navîn li axa xwe bi azadî bijî..Neyarên Kurd, ên wekî Ecevît û Demirel ji vê yekê ditirsin..Ji ber vê yekêye, Demirel dibêje: „Dewleta Tirk ji bo astengan peyda dike“... Ji ber vê yekêye ku, Ecevît „dewleta Kurd gellek xeter“ dibîne..Lê Kurd karên xwe dikin... Hedî-hêdî ber bi xewna hezaran salan û hevîyên hemû Kurdan dichin..Ew roj jî nêzîk in.... Dawîya derbederîya me jî...

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.