Ramyarî

E R E B Ê Ş E M O( 1897 – 1978 )

Eskerê BOYîK · 25.05.2007 · 2 dîtin

 Îsal temam dibe 110 salya hîmdarekî edebyeta kurdên welatê Sovyêtê yê ewlin, nivîskarê Kurdî eyan, bavê pomana kurdî, yek ji demezirandarê elfeba Kurdî ya ewlin bi tîpê latînî Erebê Şemo /Ereb Şamîlov/.Erebê Şemo sala 1897 – an li gundê Sûsizê, qeza Qersê ji dayka xwe bûye. Wê demê ew qeza di bin desthiletdarya împêratorya Rûsa da bû. Sûsiz gundekî kurdên êzdî bû. Mala bavê wî şêx bûn. Lê wek hinek malbetên dîndare din ne xweyî milk û mal bûn. Kesîb bûn. “ Şemo kurmancekî kesîb bû, ji êla Hesinyan,- gelek sal paşê nivîskar di derheqa bavê xwe da dinivîse,- …diçû ber dewarên xelqê “. Wî li wê qeza kurdan, gundên melekanan, adirbêcanan, huruman û ermenyan rêncberî dikir. Ereb lawê Şemo yê sisyan bû, zarokek aqilî çevvekirî. Di zarotya xwe da Erebê çûk dijweryên jîyanê dîtin, di malên zengîna da xulamtî kir, bû berxvan, golikvan, dûajoyê bavê xwe. Di emrê wî da bûyareke nebîrkiî bû, dema ew di xwendinxana melekana ya Alêksandrovkîyê ya zimanê rûsî da bû berdestî. “ Gerekê min heyat paqij kira ji kaxazan, tozê, lê zivistanê: ji berfê, otaxên dersxanan gêzî kira, toza li ser texte û penceran hilda, av banya têkira boçkan, bona vexwerina şagirtan, sibê û êvarê simawira wê bikelanda, biçûma nava gund û dukanê, çi jêra lazimbûya, bistanda, carna biçûma bajêr temyê wê biqedînim, lê wextê berf diket, gerekê her sibe zû sobê li dersxanê û otaxê wê dada”.Bi saya rnermî, çavvekirî, xebathizyê dersdar hiş li Erebê biçûk dike. Keça dersdara mektebê : Marûsya çûk ELFEBA zimanê rûsî pêşkêşî Ereb dike û bi alîkarya wê, Ereb, dema xweyî vala, dest pê dike bi xwe xwe hînî xwendina rûsî dibe. Wextê mamista re´m wê yekê divîne, Ereb bê heq hildide xwendexanê…Usan ew dibe şagirtê wê mekteba dudersxane, ya bi zimanê rûsî. Di demeke kin da dibe xwendevanekî herî pêş. Ji pey qedandina xwendinê ra Ereb dîsa xulamtya malên dewletîyan, yên tirk, ermenî, rûs, hurum dike. Xulamtiya wan salan wî bêtir di nava emir da qal dike. Ew li ber çavê xwe halê gelê xwe yê bindest û evdên kesîb-kûsîb dibîne. Xelqê kurd ne tenê ji alyê dewletê lê alyê axa, beg û dîndarên desthiladarên xwe da da jî tên zêrandin, pelçiqandin.Ew malên dewletî cem kîjana xulamtî dikir kurmancî nizanbûn. Erebê zîrek mecbûr dibe zimanê wan fêrbe, ku karibe bi wan ra bi zimanê wan biaxive.Usan bû, ku hê 14 – 15 salî jî tune bû, êdî bi serbestî tev zimanê dê usa jî rûsî, ermenî, tirkî, hurumî diaxivî, rind haj erf – edet, rabûn – rûniştandin û xeysetê wanî miletyê hebû.Ji bo wê karê jî efrandinên nivîskar da ewqas kûr û rast, bi rêalîstî deb, rabûn- rûniştandin û xeysetê wanî miletyê bi bedewetî hatye nîşandan…Zanebûna zimanan roleke mezin emrê wî da lîst.Şerê Rûs–Tirka dest pê dike. Taxbûrên leşkerên rûsan li kêleka gundê wan çadirê xwe lê dixin. Pê dihesin, ku wî gundî da xulamekî kurd heye yê rind zimanê kurdî, tirkî, rûsî, ermenî zane. Wê demê merivê usan pir kêm bûn. Dest xwe da gazî wî dikin û di ordîya leşlerên Rûs da kivş dikin çawa tercmeçî /werger /. Tevî ordîya rûs ew du salan / 1914 – 1916 / dijî tirkan şer dike. Wan herd salan ew gelek evdên rûse xwendî, yên xweyê bîr – bawarî û fikirên şoreşger ra dibe nas, hevaltîyê tev wan dike, kitêba dixwîne, dinya zanebûn û fikirandina wî fire dibe.Hê bîst salî jî tune bûye ew zilamê xweyî şuret, çawa gel dibêje, êdî digîhîje gilyan, tê derdixe, ku ew nerastyên jîyanê, kul – derdên bêhesav evdên bindest ra ji ku tên.Sala 1916- an Erebê Şemo diçe Sarîqamîşê û di çêkirna rîya hesin da wak pale dikeve ser kar. Wê derê ew şoreşgerên Rûs ra dibe nas, tevî karê wanî dizîva dibe. Sipartinên wan yê gelekî bi qezya û dizî diqedîne.Bîr û bawaryên wan nêzîkî ruhê wî bûn. Ew mîtîngên karkir û leşkeran da bi xeberdan pêşda tê, wan dide serwextkirin, ku azaya wan tenê qewlê dêmokiratyê, sosyalîzmê da kare mîyaserbe. Gerekê hukumê axa, beg û milkedaran bêne hedimandin. Mirovê xebatçî gerekê bive xweyê bextê xwe, welatê xwe, xebata xwe û bi xwe pirsgirêkên xwe çareserke. Gundî gerekê bivin xweyî milk, xweyî ax. Ji bo wan bawarya jî, wî digrin davêjine hebsê.Ew pir hebsê da namîne. Çînovnîkên dewletê, dema kare wî lêkolîn dikin pê dihesin, ku Ereb kurdekî êzdî ye. Bi fikira wan kurd giva ewqas jî têgihîştî nînin, sîyasyê fem nakin û nikarin bivne şoreşger. Berdidin.Peyra demeke kin gundê xwe: Sûsizê da dimîne, paşê dizîva derbazî Rûsyayê dibe, diçe bajarê Stavrapolê...Wê demê Rûsyayê da şorişa Oktyabirê pêk hatibû. Hukum ketibû destê Bolşêvîkan. Ereb dikeve nava ordya Sovyêtê ya nû avakirî. Sala 1918– an ew êdî endemê Partîya Komûnîstê Rûsyayê / Bolşêvîka / bû.Xortê şoreşgerî serwext texmîn dike bêy xwendina bingehîn nikare kêrî gelê xwe bê, bîr û bawaryên xwe bîne sêrî, sala 1920 – î diçe bajarê Moskivayê û zanîngeha Lazaryan da çar sala, heta sala 1924 – an dixwîne.Sala 1924 – an vedigere Ermenistanê. Wê demê Ermenistanê da jî êdî qeydê sovyêtê alt kiribû. Ew Kommerkezya Partya Komûnîstyê ya Ermenîstanê da dikeve xebtê.Deshiletdarya Sovêtê ya nû, hema di salên xwe yên ewlin da mecalên anegor saz kir ji bo pêşdaçûyîna miletên welatê xwe yên weke Kurdaye kêmjimar. Ji bo wê para gelê kurd jî, yên li Ermenistanê dijîtin mecalên pêşvaçûyînê hatin sazkirin. Ku wan ji halê şûndamayîna kûltûryê û aboryê derxin ji her alya da alîkarya wan hat kirin. Gel halê koçeryê û nîvkoçeryê da bû. Merivên kurde xwendî pir kêm bûn. Erf – edetên kevne zîyandar qewlê nû da nedimeşyan, li ser rîya pêşketinê dibûn asteng û zîyana mezin didan civakê.Erebê Şemo kete nava kûrma wê xebatê. Ewî di nav gelê xwe da karê kûltûryê, perwerdeyê, ronakbiryê dikir, pirsgirêkên wan digîhand hukumatê, dijî edetên bêkêr û peymayên hukumdarya berêye fêodal şer dikir. Derheqa jîyana kurda da di rojneme û kovarê welêt da dinivîsî.Sala 1924– an, heyva hezîranê li zozanê Elegezê civîna kurdên nepartîvan hate derbazkirin. Civînê da axaftina hîmlî ya Erebê Şemo bû. Sala 1927 – an hukumata Ermenîstanê / Komîsaryata ronkaye û perwerdê / ji bo hazirkirna elfeba kurdî ya nû qirar qebûl kir. Elfeba nû gotî li ser hîmê herfê latînî bihata demezirandin. Sala 1928 – an karê hazirkirna ELFEBÊ bi serfinyazî hate qedandin. Xudanê wê bûn kurdzan Îsahak Maragûlov * û Erebê Şemo. ( *Îsahak Mêrangûlov bi eslê xwe Aşûrî bû. ) Xwendina bi zimanê rûsî, helaqetyên wî tevî rewşembîrên eyan û rêvabirên hukumatê, mecal didan, ku ew pirsgirêkên gelê xwe bigîhîne cîyên bilind. Bi însîyatîva wî sala 1928 – an komek xortên kurd ji Gurcistanê û Ermenistanê şandine Lênîngiradê xwendinê. Ji xwendevanan, bawarkî teva jî karne berbiçev kirin ji bo gelê xwe. Ji wan Qanatê Kurdo bû zanyarekî kurdzanyê yê bi nav û deng, Semend Sîyabendov şerê dijî Almanya Hîtlêryê da bi mêranî şer kir û navê Mêrxasê welatê Sovyêtê stend . Erebê Şemo xebata berbiçev kir ji bo sazbûna rojnema kurdîye RYA TEZE. Sala 1930 - î li bajarê Yêrêvanê dest bi weşena rojnemê bû. Ew rêvabirekî berpirsarya rojnemêyî herî aktîv bû. Wê salê dîsa li Yêrêvanê xwendinxana dersdarhazirkirnê ya kurdî vebû. Berpirsyarê xwendinxanê yê ewlin ew bû. Zûtirekê wî dişînine bajarê Lênîngiradê xwendinê. Ew aspîrantûra înstîtûta Dîroka Kûltûrayê da qebûl dibe. Wî çaxî ew usa jî di zanîngeha Felsefe, edebyet û dîrokê da dersê zimanê kurdî dide.Dewya salê sîyî welatê Sovyêtê da dest bi dijweryên / rêprêsya / dîktatorya stalînîzmê dibin. Bi mîlyonan evdên wî welatî yên bê sûc, am – tam bûn qurbanên wan dijweryan.Kurdên Sovyêtê jî zîyana mezin dîtin. Sala 1937 – a Erebê Şemo li Pêtrogiradê /Lênîngirade / girtin û sirgûnî Sîbîrê kirin...Sîbîr bi mîlyona evdên wek Ereb ra bû goristan...Ereb zarotî û xortanya xwe da pir dijwerî dîtibû, qal bûbû. Li ber wê xezebê teyax kir.Ji pey bîst salên zemete dûr û dirêj ra, ( pey mirina Sitalîn ) sala 1956 – an, wî wa gotî “e´fû “ dikin, dibêjnê, ku tu sûcê wî tune, neheqî jê hatye kirin.Vedigere Ermenistanê, Yêrêvanê. Dîsa dest bi jîyana wî ya sîyasî, civakî û efrandaryê dibe. Çi, ku salê sirgûnyê unda kiribû, şev – roj dixebitî ku wê valayê tije bike… ***.Sala 1929 – an ew tev Îsahak Maragûlov bi elfeba kurdîye latînî “Xwe xwehînkirina zimanê kurdî ” diweşîne. Ev kitêba ya kurdaye ewlin e, ku bi herfên latînî çap bûye. Ev elfeba dîrokî bû hîm, ku wê demê, welatê Sovyêtê da nivîsara kurdî ji tîpn ermenî bên guhestin bi herfê latînî.Ji sala 1929 a heta sala 1945 a, dema bi biryara hukumata Sovêtê elfeba kurdî ya tîpên latînî tê guhestin tîpên kirîlî bi sedan pirtûk, rojnema RYA TEZE bi elfeba tîpên latînî hatine weşandin. Mektebên gundên kurda, xwendinxana kurdî ya pêdagogyê da xwendin bi vê elfebê hatye meşandin.Sala 1930 – î pirtûkên wî yên bi navên “ Emirê Lênîn “, “ Terîqa rêvolûsya Oktyabirê “, “ Kolxoz û kara wê gundya ra” tên weşandin.Wan sala ew rojnemên rûsî û ermenî da bi gotaraên berfire pêşda tê, sîasya dewleta nû xweyî dike, dixweze çavê gel veke, ku ew zulmkar û kedxwerên xwe naskin, menya hejarî û feqîrya xwe bihesin, dijî erf – edetên kevne seva pêşdaçûyîna gel zîynkar şer dike, efrandinên bedewetyê dinivîse…Di sala 1936 –an nivîsara wî ya bi navê „ Li ser pêwendyên Fêodalî di nav kurdan da derket .„ Seva tîatroyên gundên kurdan şanoya nivîskarê ermenî Alêksandir Araratyan ya bi navê “ Koçekê derewîn “ werdigerîne bi zimanê kurdî ( 1930 s. )Sala 1935 – an efeandinên wî : ŞIVANÊ KURD, lê salekê pey ra jî KURDÊ ELEGEZÊ tên weşendin.Bi weşendina van efrandina, îlahî ya “Şivanê Kurd “ Erebê Şemo çawa nivîskarekî kurdî bi şuret hat naskirin û nav - dengê wî çawa li nava welêtê Sovyêtê, ûsan jî li nava rewşembirên kurde yên wê demê da bela dibe. Ev romana biçûk bi gelek zimanan / rûsî, ermenî, gurckî, adirbêcanî, firansî, almanî, tirkî, erebî û gelek zimanên din / hatye wergerandin û weşendin. Cîyê gotinê ye, ku salên sîyî dema rewşembirên kurd li bajarê Bêyrûtê berevoka efrandinên nivîskarên Kurd diweşînin herd efrandinên nivîskar, yên jorgotî jî cîyê xwe wur da digrin. Berevok jî bi navê romana ŞIVANÊ KURD tê navkirin. Nivîskar êdî rind haj edebyeta rûsa û ermenîya hebû. Jîyan, deb, rabûn – rûniştandin, ziman, pirsgirêk û xeysetê çawa gelê xwe usan jî yê gelên wê heremê zanibû. Qir û bira Êzdiyan ya salê 1915-1920 bi çevê xwe dîtibû. Bi bîr û bawaryên şoreşgeryê jî êdî gîhîştibû...Ev hemû bûbûn hîm ku nivîskar efrandinên berfire binivîse û jîyana gelê xwe / usa jî gelên cînar / bi zaravê kurmancîyî xweş, bi rêalîstî raxe ber çavên xwendevanan. Ew gelek rewşembir û nivîskarên dema xwe, yên mezin ra nas bû. Îlahî hukmê edebyeta rûsî ya wê demê ser wî pir tê xanê.Nivîskar derheqa rasthatina xwe tev nivîskarê rûsî mezin Maksîm Gorkî timê bi kêfxweşî ji bîr tanî.Ji rûyê sirgûnyê da navbereke mezin dikeve nava jîyana wî ya efrandaryê. Sirgûnya Erebê Şemo, rastî jî, di nav pêşdaçûyîna edebyeta kurdê sovyêtê da valayîk çê kir, xazma di werê nivîsara vekirî da. Ji romana “Şivanê Kurd “ tê zanîn, ku wê demê li meydana edebyeta kurdî da nivîskarekî bi şuret sekinî bûye. Eger ew ji nav civakê nehata dûrxistin û mecalên efrandinê bêpar nema, wê berhemên pir giranbiha gelê xwe ra bihîşta…Bawarkî du dehsal şûnda ew ji wan dijeryên sirgûnyê yê zulm xilaz dibe û dîsa vedigere jîyana efrandaryê. 22 – 23 sal ji pey “ Şivanê Kurd” ra sala 1958– an li Yêrêvanê romana xwe ya “ Berbang “ lê salek şûnda “ Jîyana Bextewar “ di weşîne.Romana Erebê Şemo JÎYANA BEXTEWAR bi zimanê rûsî û ermenî hatye wergerandin. Romana HOPO berdewama romana JÎYANA BEXTEWAR e.Sala 1965 –an li Yêrêvanê romana wî ya bi sernivîsa DIMDIM hate weşandin. Weşandina vê romanê bûyareke berbiçev bû di nav edebyeta kurdên sovyêtê da. Ew yek ji wan nivîsaren bedewetyêye yên dîrokîye ewlin e, ne ku tenê li nav edebyeta kurdê sovyêtê lê ya temamya kurda da. Romana DIMDIM bi zimanê rûsî, ermenî û gelek zmanê din hatye wergerandin û weşandin..Erebê Şemo xêncî van roman û nivîsaran usa jî seva zarokan çîrok nivîsîne, bi miqale, gotaran, bîrnînan rojneme û kovarên komarên Ermenistanê û Rûsyayê da pêşda hatye. Bi sênaryoya wî fîlmeke dokûmêntar bi navê KURDÊN ERMENISTANÊ hatye kişandin.Emekê Erebê Şemo pir e di werê pêşxistina kûltûra kurdên Sovyêtê da. Ew evdekî xweyê zanebûnên kûr û kûltûra bilind bû., pêşewitekî gelê xwe bû. Tim di civat û êvaryên nivîskar û xwendvanên kurdên Ermenîstanê da hazir bû, bi şêwrên qenc alîkarî dida efradarên gênc.Derê wî miqîm li ber teva vekirî bû. Ji gundan, bajaran kurdên karker, gundî, xwendevan dihatin cem. Alî teva dikir.Cawa li Ermenîstanê usan jî temamya welatê Sovyêtê da qedirekî mezin didane wî. Navê xebatçîyê kûlturayî î emekdar yê Ermenistana Sovyêtê dabûnê… Wê demê navê wa didane rewşembirên Ermenistanê yên here bi nav û deng, xweyê emekê mezin. Ji bo kar û berhemên giranbiha ew ji alyê dewleta Sovyêtê da hêjayî du ordênên welêtî herî bilind: Dostanya Gelan û Ala Sor bûye.Ji pey mirina wî ra Hukumata Ermenistanê xelata lîtêratûrî ya li ser navê wî kivş kirin. Ew xelat didane wan nivîskaran yên berhemên kurdîye giranbiha efieandibûn û weşandibûn. Xelata pêşin nivîskar Weîrê Eşo sitend…Mala wî nava bajarê Yêrêvanê, cîyê herî merkezî, li kûça ser navê roakbirê ermenya Xaçatûr Abovyan bû. Heta niha jî li ser dîwarê wî tamî, ji bo hurmeta nivîskarê mezin kevirekî mermerî guroverî bedew dardakirye û li ser bi zimanê rûsî nivîsare: “ Vê malê da ji sala 1963 – a heta 1978 –an nivîskarê kurd û xebatçîyê civakî Erebê Şemo, Şamîlov jîtye. “  Havîna sala 1978 an 81 salyê da Erebê Şemo çû ser dilovanya xwe.Mexberê wî li pantîona Goristana Yêrêvanê, ya Sovêtaşênê da ne. 23. 05. 2007.

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.