ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Alixan Aras · 12.02.2006 · 2 dîtin
DYA amadekariyên şerê Îran temam kir. Dora biryarstendina siyasî ye. Rojnameya Brîtanî Sunday Telegraph ragihand ku ji bo çêkirina çekên kîmyewî her çiqas çareya dawî be jî, pisporên stratejî yên Dewletên Yekîtiya Amerîka(DYA) dest bi amadekariyên planên êrîşa çekdarî ya li hember Îranê kirine. Rojname dide zanîn ku wan vê nûçeyê ji hind îstixbaratên DYA hilgirtine û îddia dike ku Planzanên Stratejî yên Fermandariya Navendî ya Leşkerî ya Amerîkî ji bo operasyonek leşkerî li ser buyer û hedefên lojîstîkî dixebitin. Di nûçeyê de hatiye nivîsîn ku Pisporên Stratejî yên ku bi sekreteryaya Serokê Parastina DYA Donald Dumsfeld re têkildarin, amadekariyên xwe yên, ger ku Îran bi rêyên diplomatik ji daxwaza çêkirina çekên kîmyewî texilî nebe, bi kiryariyên çekdarî Îran ji van xebatan texilîkirinê temam kirine. Her wuha rojname îddia dike ku rayedarekî paye bilin ê DYA gotiye ku; "Ev ne xebatek ku bi hêsanî bê nirxandin e. Ev pirsgirêk di van mehên dawî de girîngiya xwe zêdetir kiriye û divê bê mudaxelekirin." Ji alî din ve Serokkomarê Îran Mehmûd Ahmedînejad duh bi gefxwarinek veşartî ji dewletên rojavayî re gotibû ku "Ger hûn daxwaziya xwe ya, Îran ji mafê çêkirina bûjenên kîmyewî kirinê, berdewam bikin, wê Îran jî xwe ji peymana baneşana belavbûna çekên kîmyewî bikişîne." Her wuha tê zanîn ku Saziya Enerjiya Atomê ya Navnetewî(UAEK) biryara ji Konseya Ewlehiyê ya Netewên Yekbûyî re şandina dosya nukleer a Îranê stendibû û li hember vê biryarê Îran jî ji UAEK'yê re dabû zanîn ku Îran biryara destpêkirina çalakiyên dewlemendkirina ûranyûmê sitendiye. Ji ber vê biryara Îran, DYA jî polîtîkaya Îranê ya gefxwarinî şermezar kiribû. PUKmedia
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.