ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Alixan Aras · 11.03.2006 · 2 dîtin
Kurdên Sûryê di 2. salvegera serhildana 12 Adarê de li gellek deveran serhildanê bi bîr tînin. Ji ber ku Partiyên kurd ên Sûrye ne gihiştin biryarekî ku bîranînê bi bernameyekî giştî pêk bînin, her wiha bi pêşengiya çend grûban serhildan tê bi bîranîn. Her wiha Eniya Demokrat a Kurd, Rêkeftina Demokrat a Kurd , Hevbendiya Kurdî ,Partî Demokrat ji hemû gelê kurd xwestin ku bi boneya şehîdên serhildanê bi bîr bînin di roja salvegerê de 5 deqe 'rawestîna giramiyê' pêk bînin. Her wiha di bernameya bîranînê ya ku dê li Şam'ê pêk bê, wê li beramber avahiya serokatiya wezîran bicivînê destpê bike. Ji aliyê din ve Partiya Yekîtî a Kurd û Partiya Azadî ya Kurd û çend rêxistinên din jî doz li gel kirin ku li Qamişlo û li Efrîn çalakiyên demokrat li dar bixin û her wiha ji gellê Qamişlo xwestin ku bi awayekî giştî berê xwe bidin goristana Qudûr Beg a ku şehîdên serhildanê lê hatibûn definkirin. Her wiha ji gel xwestin ku kurd li bajarên xwe şevbuhêrkên wêjeyî u hunerî li dar bixin. Kurdên Ewropa jî dest bi kar û xebatên bîranîna serhildanê kirine.Li gellek welatên ewrûpa yên mîna Avûsturya, Almanya, Holand, Brîtanya û gellek welatên din dê serhildan bi bernameyan bê bi bîranîn. Her wiha kurdên rojava yên penaberên Silêmaniye ne jî karê xwe yên bîranînê dikin. Li Silêmaniye wê roja 12'ê Adarê bi bernameyekî taybet bê bi bîranîn. Di vê bernameyê de wê gellek nivîskar ên mîna; Letîf Hilmet, Kejal Ehmed, Dilşa Yûsîf, Dildar Şerko, Hoşeng Derwîş û hunermendên mîna; Kardox û Kamîran ên Rojava beşdar bibin. PUKmedia
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.