Ramyarî

Duyemîn Salvegera Bûyerên 12 Adarê li Rojavayê Kurdistanê

Platforma Kurdên Li Ewrûpa - PKE · 15.03.2006 · 2 dîtin

Rejima Baas ji roja ku desthilatdarîya Sûrîyeyê xistîye destê xwe û vir de, di hemû salên desthilatdarîya xwe de înkara hebûna Milletê Kurd kirîye û ji bo nijadperestîya erebî  li Rojavayê Kurdistanê belav bike, hemû awayên nedemokratîk û siyasetek nijadperest meşandîye. Gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê ji bo bi serbestî bikaranîna zimanê xwe û fermîkirina wê, ji bo lixwedî derketina çanda xwe, ji bo parastina Nasnameya xwe ya Neteweyî û ji bo weka hemû milletan qedera xwe bi destê xwe tayin kirinê, xebatên bêhempa kirine û jibo bidestxistina wan mafên rewa jî her têkoşîn dane. Pirsa Kurd pirseke siyasî ye û pirseke Neteweyî ye. Çareserîya wê jî di wergirtina mafên Neteweyî û Demokratîk de derbas dibe. Bêguman wergirtina van mafên rewa, armanca her welatperwerekî kurd û rêxistînên Kurdistanê ye. Li ser vê bingehê tenê be jî, pêwiste rêxistinên me yên siyasî rojek berî rojekê nakokîyên navxwoyî bidine alîyekê û ji bo berjewendîya giştî ya gelê kurd werine ba hev û di Avahîyekê de xebatên hevbeş bikin. Ev nêzîkbûn û xebatên hevbeş bêtir hêvîyekê dide gelê me û bêtir me nêzî Armanca me ya Pîroz dike. Em wek Platforma Kurdên li Ewrûpayê – PKE, şehîdên xwe yên Rojavayê Kurdistanê bi bîrtînin û careka din ji bo kiryarên nijadperest, yên rejima Baas ya Sûrîyeyê tawanbar dikin û herweha ji Neteweyên Yekgirtî – FN ê daxwaz dikin ku, bila hemû berpirs û kujdarên 12 Adarê di mahkemeyeke navneteweyî de werine dadkirin.   Silav bo Şehîdên Kurdistanê... Bijî têkoşîna gelê Kurdistanê ! Bijî Azadî ! 11.03.2006 Platforma Kurdên Li Ewrûpa - PKE  

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.