ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Alixan Aras · 19.03.2006 · 2 dîtin
Abdullah Ocalan di dadgeha Tirkan da cara yekekemîn vî gotina xwa got : Di parêzkarîya Abdullah Öcalan da : „ Armanca avabuna min ya arizî ( şexsî ), li hember hebunek Kurdan ya ji Sevr ê bitirs derkevim “. ( Abdullah Öcalan´ın savunmasından : „ Kişisel varoluş gerekçem, Sevr den daha tehlikeli bir Kûrd oluşumunu engellemekti “. ) Hewceye her Kurd, li ser gelekî gotinên Abdullah Ocalan biponice ....! . . . DTP û MHP bi hev re Newrozê pîroz dikin...! Abdullah Ocalan jî her roj di peyamên ( mesajên ) xwada, xwa nîzikê nijadperestîya tirka dike... Cîgirê Serokê DTPê Birêz Sirri Sakik : Gurubek Şandeya ( Heyeta ) MHPê mêvanên me ye. Di pîrozbayiyan de emê bi her awayî mêvanheziya xwe ya balkêş û nimune pêşkêş bikin. Em ê bi baştirî hemêza xwa ji mêvanên xwara vekin. Li gor ku rojnameya tirkî, Rojnameya Vatan ( Vatan Gazetesî ) radigihîne partiya tirkên nijadperest û faşîst MHP û DTP a ku serokên wê Ahmed Türk û Aysel Tugluk in, ewê li Mêrdînê bi hev re Newrozê pîroz bikin. Cîgirê serokê MHPê Mehmet Şandir ji bo tevî beşdariya civîna kongreya partiya xwe bibe û doh çû Mêrdînê. Berîya ku birêkeve, wî ragihand Rojnameya Vatanê ku ewê li Mêrdînê beşdarê programa televizyoneka herêmî bibe. Ewê di TV ya hemî de eşkere bike û eger ew bê vexwendinê li Mêrdîn beşdariyê di Newroza DTPê de bike. Eger DTPyî vê banga wî bibihîzin û wî vexwînin bi rastî jî ew ê beşdar bibe. Li ser vê yekê, Rojnameya Vatanê li Cîgirê Serokê DTPê birêz, Sirri Sakik geriya û ev daxwaza MHPê ragihand wî. Rojnameya Vatanê ji birêz, Sirri Sakik pirsiyar kir ku bersiva wan çi ye. Sirri Sakik jî berê bi serokatiya partiya xwe şêwirî, pişt re daxuyaniya xwarê ragihand Rojnameya Vatan. Sirri Sakik : “Bi rastî ez matmaî ( şaş ) mam. Mehmet Şandir û şandeya MHPê a li gel wî mêvanên me ne''. Di pîrozbayiyan de emê bi her awayî mêvanheziya xwe ya balkêş û nimune pêşkêş bikin. Emê bi baştirî bersiva nîzikatîya MHPê bidin. Ji xwa Tirkiye jî bi tevayî muhtecê lihevkirineka wiha ye. Em vê gava birêz Şandir gelek pozîtîf û gelek giring dibînin.” Çavkani : netkurd û XoybûnAkt: C. A
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.