Ramyarî

DTP KET PARLEMAN, LÊ HÊVÎYÊN NETEWA KURD ÇINE?

M. Þerif MÜÞTAK · 28.07.2007 · 2 dîtin

Hilbijartinên 22 yê Tîrmehê 2007 encam da. Hilbijartin di dîroka sîstema parlementer a Tirkîye de taybetîyek xweya giring heye û di qonaxek balkêşde bû. Li ser vê hilbijartinê gelek çîrok, mamik hatin gotin, nîqaş çêbûn û hilbijartin ketibûn tehlokê de. Sersebeb herêma azad a Kurdistana bû, lê ji bo dewleta Tirk bi karibê bi kevê başûr, PKK dikirin mihan e û hêjî mihanên wan berdewam in. Lê rewşa cihanê û herêma rojhilata navîn rê neda Artêşa Tirk êrîşê bibê ser Başûrê azad, hilbijartin hatin kirin û rewşek e balkêş ji hilbijartinan derket. Li gor hilbijartinên sala 2002 yan Partîya Erdoğan ji %12.6 zêde kir û bi gelenperî ji %46.6 hemwelatîyên Tirkîyê dengên xwe dane partîya Erdoğan AKP yê. 340 parlementer bi dest xist. Li gor hilbijartinên borî 22 parlementer kêm derxistin. Jiber ko MHP bend derbas kir û 71 parlementer bi dest xist. Lê partîya CHP û DSP çendî tifaq çêkirin jî lê bi serneketin û 111 parlementer bi dest xistin. Hilbijartinên vê salê ji bo CHP-DSP û Deniz Baykal bûne jehra mirinê. AKP ji bo avakirina hikomatê pêwistî bi 276 parlementeran heye. Lê bi serê xwe nikarin serok komarê Tirkîye hilbijêrin an destûrê bi gûherin, pêwiste ko 367 parlementer hebin. CHP, DSP, SHP….. û MHP pişta xwe dan pişta Leşker, bûne alîgirê muxtira Erkanê Herb û bi mihana ko „Cumhurrîyet, laîklik, rejîm û qet kirina dewlet“ ê ji tengasîya islamê û tevgera Kurd xilas bikin, bi navê „Mitingên Cumhurrîyet“ ê daketin kolanan û eşkere ketin nav dijminatîya gelê Kurd. Lê ji bo wan nebû çareserî, CHP+DSP ji %20.9 deng girtin û hejmara Parlemanên wan ji 178 dakete 112 parlementeran. Lê karên wan bi tevayî bi kêr partîya Bahçeli (Turkeş) hat û berej derbas kir dengên wan zêde bûn û ji %14.3 ê dengan bi dest xistin. Jiber ko MHP ji xwe nîjadperest bû û nîjadperestîya wan partîyên dî zererek mezin da sîyaseta wan. DTP jî bi namzetên serbixwe 22 parlamenter bi dest xist û jibo parleman grûba xwe pêk anî. Bi taybet di parlemana Tirk de 20 Parlement hebin dikarê grûba xwe ava bikê. Di xwîyê ko ji niha û pêde wê di Parlementoya Tirkan de partîyek Kurd û 6 partîyên nîjadperest ê Tirk hebin. AKP, CHP, MHP, DTP, DSP, BTP û ihtimale ko Mesut Yilmaz bibê serokê DP yê. Kamer Gênc jî ket parleman, em binêrin vê carê wê çi rewşê bidê xwe. Dil di xwest ko Baskin Oran li herêma 2-yê a Stenbol derketiba ye. Lê DTP kir ko herdû alî winda bikin. Pêwistbû ko Baskin têketa Parleman, entelektûel û demokratekê Tirk bû insanek Kurd nasbû. Dostê Kurdabû. Di karîbû bandore xwe li hin hînbûnên Tirkan bike. Li welat û derveyî welat hemû derdorên sîyasî bawerbûne ko AKP serketineke baş bi dest xistîye. Hemû partîyên ji serketina AKP yê mat mayî man e. Ahmet Türk dibêjê „Serkeftina AKP yê hemû hesabên me serûbin kir, em li benda 35-40 parlementeran bûn” û Deniz Baykal temar ketîye çavên wî nikarê bi axivê. MHP dibêjê „AKP gelek şaşî kiribûn çawa halo bi serket?“ Her kes hem fikire ko di 4 sal û nîvên borîde AKP rewşa aborî baş kirîye û istiqrar pozitîf gûherand. Hinek reform çêkirin û hinekî rêya azadîyê vekir. Sedema herî giring ewe ko serê xwe ji mûxtira 27 ê nîsanê a Leşker re ne danî. Serketina hilbijartinan de, ne hilbijartina serok komarîya Abdullah Gul gelek çêbû. Gelê Tirkîye bi dengên xwe bersiveke gelek tûnd û tûj da Leşker û alîgirên rejîma statûkoker….. Hilbijartinên 22 ê Tîrmehê ji bo bakûrê Kurdistan hezîmet e Ko miho li ser hilbijartinan rawestê AKP di hilbijartinê 2002 de li Kurdistanê ji % 12 deng girtibûn. Lê niha di 23 wilayetên Kurdistanê de bûwe partîya yekemîn û dengên xwe di qat kirin e. Wê wextê DAHAP ji % 42 deng ji bajarên Kurdistanê girtibûn. Niha ji sedî sed dengên wê daketin xwar. DTP li 2 Bajarên Kurdistanê bûwe partiya yekemîn. AKP li paytexta Kurdistan Amedê li gor hilbijartinên 2002 ji %16 deng girtibûn, lê niha ji %41 deng girtin û bûwe partîya yekemîn. 3 qat deng girtin e. Ev jî ji bo hemû rêxistinên legal û illegal li bakûrê Kurdistan bûwe sersebeba xwe rexnekirin û xwe nûkirinê ye……. Ji bo sedeman miho derxê navhalê divê lêkolîn baş bênekirin. Sersedem herêmîbûn, globalbûn dive derkevin ber çavan. Lê ezê li gor bawerîya xwe li Kurdistanê nivz ketina DTP yê û bilindbûna AKP yê bi çend sedeman bidim xwîya kirin. Midaxeleya leskeran a 27-ê nîsanê û tehdîda ku leşker dikarin darbeyekî bikin, ji hilbijêrên tirk bêhtir hilbijêrên kurd ber bi wê yekê ve kêşan ku dengê xwe bidin AKP yê. Hişkbûna DTP jî arîkarî da AKP yê û gelek deng girtin. Bi Kurtayî…. 1-Nîjadperestîya CHP, DSP, SHP ko xwe nêzîkî MHP kirin ji bo êrîşê bibin ser herêma Kurdistan a azad. 2-Eynî partîyan ko pişta xwe dan Leşker û bûn e piştgirê muxtira 27 ê nîsanê AKP dijminê rejîmê nîşandan û mitîngên bi na navê „Mitîngên Cumhûrrîyetê“ bi kar anîn 3-Bi navê „Rejîm di kevê tehlokê“ rê lê girtina hilbijartina ji bo serok komarîya dewletê a Abdullah Gül girtin. 4-Iktidara AKP ko di 4 sal û nîvan de aborî pozitîf kirîye û karger zêdetir kirin e. 5-Hindik jî bê reformên ko çêkirin e û li serxwe sekinandina ji bo ko bibin endamê YE 6-Bê istiqrarîya sîyaseta PKK projeya „cumhurrîyeta demoqratîk“ bê hêvîya gelê Kurd e 7-Ji bo hilbijartinên 22 Tîrmehê jî bê ko tifaqek Kurdistanî nebû. Ev jî PKK jê berpirsîyar e 8-Hin gotin û gotar ne têde AKP bi propaxande li Kurdistanê nîjadperestî li dij Kurda nekir 9-PKK û DTP bawerî nedan gel ko di karin di herêmêde rê li ber şer bigrin û istiqrara hêrêmê bê baştirkirin. Ji aborîyan kesan careke dî nekevê nav xeterê dengên xwe dan AKP yê asayîş û istikrara herêmê bê serastkirin û PKK bi şer jî gavên balkêş ne avêtin 10-Di xwîya ko AKP na xwazê leşker bi kevê başûr û hêncet dertêxistin ……………………………………………………………………. Sedemin ji bo şehredarîyên di destê DTP de û naqokîyên di nav DTP de Niha ji %50 bêhtir şehredarîyên bakûrê Kurdistan di dest DTP dene. Gelek kes hene ji xizmet û karên tên kirin nerazîn e. Ko kêmasîyên hene, ne ji alîyê wan vebê jî lê xelk sarbûn e û dengên xwe dan e AKP PKK û DTP bi tevgera neteweyî a Kurdistanî re li hev nakin. Ketîye di himbêza çepên Tirk de. Namzetên Tirka anîn di Kurdistanê de kirin parlementer. Ev jî bûwe cihê dil sarîya gel ko dengên xwe nedan DTP yê. Li hev nekirina di nav DTP de û midaxeleyên Imralî jî bandora xwe li hindik deng girtinê kir. Aysel Tuğluk û Ahmet Türk deklerasyona Kemalizmê pejirandin û sond xwarin ko „Deyndarên Tirkîye“ne û Leyla Zana bi kiryara wê a sala 1992 ko di parlemana Tirkande sond xwaribû rexne kirin. Xrûpa DEP ê gelek xemgînb bû. Leyla Zana li Ixdirê behsa Federasyonê ji bo bakûrê Kurdistan kir. Lê xûrûba Ahmet Türk û Aysel Tuğluk li dij derketin. Hemû dengdêran zanîn ko naqokî di nav DTP de hene ji bo wan jî bû dilsarî û gelek kesan deng nedan. Vê dewrê Parleman wê ne hesanî bê. Piştî hilbijartinan encama ko derket AKP gelek pozitîf bi ser ketî ye. Niha di karê hikomata xwe ava bikê. Beyanên ko dan çapemenîyê Tayîp Erdoğan got „Nîqaş hemû man bi şûnde, me rûpeleke sipî daye vekirin û bi serokê CHP Deniz Baykal re bi telefonê axivîm e“ Lê ez ticaran ne bawerim alîyên ko sitatokokerin û Leşker bi AKP yê bi taybet Recep Tayib Erdoğan re li hev werin. Jiber ko cara yekemîne leşker di sîyasetê de Li hember AKP yê de bi serneketî ye û di navbera wande bû kîn û bûxs. Bi rihetî ew nikarin bi hev bikin û bi hev bawer bibin. Leşker zû bi zû nikarê li ser xwe bi pejirînê. CHP, DSP, SHP, MHP…. Û Leşker nikarin vê daqûrtinin. Wê heroj li mihanan bi gerin û êrîşên xirab berdin ser DTP yê bi navê „Bölücî“ tiyê. Ji bo xwe di çapemenîyê de xwirt bikin û karibin bandora xwe deynin ser gel. Wê leyîstokan li dûv leyîstokan bi kar bînin. Hilbijartina serok komar di karê hê ji niha de dîsa bibê sersebeba naqokîyên dijwar. Rejîm niha bûwe 2 qet. 1-Alîyê statûkoker. Ev xwe xwedîyê dewletê û rejîmê dibînin, bawer dikin ko dewlet tapûwa wa ye û kes nikarê midaxele bikê. Bi taybet leşker tikesî di ser xwere napejirînê. 2-Alîyê nûbûn kirina rejîmê. Niha weke hikomat û Parleman AKP bi vê nûbûnê radibê. Erdoğan li hember derketina mûxtira 27 ê nîsanê de ispat kir. Çavên hemû derdorên nîjadperest, statükoker û Leşker gelek zehmete ko liber hikomata AKP yê rabin. Di pirsa endametiya YE de ko AKP reforman berdewam bike û desthilata siyasî bi xwaze xwirt bikê û bandora Leşker kêmtir bikê wê naqokî zêdetir bibin, eger sernivzîyê ji leşkeran re bikê, wê Leşker hukumetê û reform xwazan hilweşînin. Vê carê di parlementoya Tirk de pirsgirêka Kurd wê ji her wextê bêhtir bê nîqaş kirin. Nîqaşên tûnd û tûj wê hebin, CHP û MHP wê ji bo qetnekirina Tirkîye wê bi hevre êrîşan berdin ser DTP yê. Di warê sîyaseta sifîl de li ser gelê Kurd nîqaş wê bilindtir bibin. Daxwîyanîya CHP û MHP a ji bo encama hilbijartinan didê zanîn ko roja Parleman vebê wê bi xwazin ko Leşker bi kevê Kurdistana azad ji bo Kerkukê dagirbikin. Teyîb Erdoğan jî gotibû „Piştî hilbijartinan midaxeleyek Leşkerî di karê li ser bakûrê Iraq bê bi karanîn“. Erdoxan ko bi kevê nav leyîstokek halo de wê li herêmê istiqrar xirabtir bibê û bawerim Tirkîye wê di derbarê pirsgirêka Neteweya Kurd û Kurdistan de bi kevê tengasîyek mezin Tevlîhevî di xwîyê û bi bawerîya mi berbi çav e. Ko hikomata AKP bi xwazê bi serkevê divê nehêlê Leşker têkilî sîyaseta sifîl bibin û destên Leşker ji sîyaseta sifîl bê kişandin. Şansê AKP yê heye ko di li hemberî sîyaseta statukoker, nîjadperest û Leşkerî bi serkevê Divê AKP li dijî sîyaseta statukoker, derbdar, nîjadperest û şerxwaz bê û teslîmî wan nebê. Reforman, demoqratîzekirinê, karûbarên ji bo endametîya YE berdewam bikê. Bi taybet Kurdistana Federe cîran bibînê, têkilîyên cîrantî û aborî xwirt bikê û statûya wê bi pejirînê. Ez di xwazim bêjim ko PCD karibê bersiva hest û xeyalên neteweyî bidê, divê ne bi îrada Imralîbê. Divê sîyasetek neteweyî û Kurdistanî bidin domandin. Nebêjin em her tiştî dizanîn, Bi kêmasî jî bê divê di pisrsgirêka Kurd a mafên çarenûsîde, mafên coxrafya Kurdistan de bê tawîz û bê tirs xweparastin hebê û gruba DTP a Parlementer rastîya gelê Kurd berevajî û beravêtî nekin kêmayî newê kirin. 27.07.2006 M. Şerif MÜŞTAK / serif.muestak@gmx.de

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.