ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Leyla Þemerî · 23.02.2006 · 2 dîtin
Endamê Hevpeymaniya Kurdistan dr. Mahmûd Osman ragehand: "Ew guftûgoyên ku niha encam didin, divêt ne sêqolî, çarqolî bin. Ji bilî lîsteya Îtîlaf, bi amadebûna hemî nûnerên dîtirî El Iraqiye, Eniya Tewafuq û Hevpeymaniya Kurdistan, wek ew guftûgoyên ku li mala serok komarê iraqê Mam Celal bi rêveçûbûn, divêt çarqolî bin." Dr. Mahmûd Osman di axaftina xwe de ev jî daxuyakirin ku balyozê Emerîka li iraqê, Zalmay Xelîlzad di hemî kombûnan de amade dibe û ev jî dide xuyakirin ku Emerîka buyera iraqê bi buyera xwe ya serekîdizane. Di gongreyek rojnamegerî de, piştî ronkirina ku her kesekî bi proseya siyasî qayîl nebe, ne merc e bi terorîstî bihête danasîn, dr. Osman got: "Heger Iraqiyan di nav xwe de li hev kiribûna, Xelîlzad, li ser tayifegeriya wezaretan nedipeyivî." Endamê lîsteya Hevpeymaniya Kurdistan ev jî daxuyakirin: "Kutleya kurdî, di van sê rojên dahatû de dê projeyek seranserî niştîmanî pêşkêşî layenên siyasî bike. Heger hatû layenên siyasî jî bi vê projeyê dilxweş bibin, wê hingê ji bo helbijartina serokwezîr, serok komar û her çar cîgirên wan, bangî perleman jî dikin." Her wusa dr. Osman got: "Dibe ku serok komar, di roja şembiya pêş (25-02) de, ji bo sazkirina yekemîn daniştinê bangî encûmena perleman bike." PUKmedia-Leyla Şemerî
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.