Ramyarî

Dr.Mahmûd Osman:Seredanek bêwext û beravêjtî..

Alixan Aras · 04.03.2006 · 2 dîtin

Helbijartiyê kurd yê perlemana iraqê Dr. Mahmûd Osman got; Caferî, nekarî erkê xwe bi durustî bi cih bihêne û divêt carek din nehête helbijartin. Di daxuyaniya xwe de bo geryana Caferî ya Ankarayê wekû "seredanek ne li rê" şirovekir û bal kêşa ser pêdiviya serokwezîrekî ku ji layê hemî aliyan ve bihête herêkirin. Digel daxuyakirina geryana Caferî ya Ankarayê "seredanek bêwext û ne li rê", Dr. Osman; li Ankara, bi taybetî derbarî babeta kerkûkê de çima ku aniye rojevê Caferî rexne kir û got:  "Bêyî agahdarkirina rêveberiya dewletê ev geryan hatiye kirin. Serokwezîr, li dûv dilê xwe bi şêweyekî fermî nikare biçe welatan û li wir peyman û li hevkirinan îmze bike." Piştî balkêşana ser navê Caferî ku ji bo kurd û suniyan navekî "no" ye, Dr. Osman got: "Di baweriya min de kurd û Şî`a bi wî re kabîneya desthilatdariyê danamezrênin. Çunke ew pozisyonek bêlayen herê nake. Lîsteyên Kurd, Sunî û Allawî dê ji şî`îyan derbaskirina nerîna xwe dubare di bin çavan re bixwazin. Divêt serokwezîr ji layê hemî aliyan ve bihête herêkirin." Piştî dazanîna di van rojên nêzîk de lîsteya Kurdan, Suniyan û Allawî biryara axaftina bi Şî`îyan re dane, dr. Mahmûd Osman got: "Ev grûbên navbirî di wê baweriyê de ne ku sala çûyî di erkê xwe de Caferî tûşî sernekeftinê bûye û ditirsin ku ev ezmoniyên nalibar yên digel Caferî carek din dubare bibin." Arasteyî serokwezîrê şî`î Caferî, dijberiyek bi vî rengî jî ji Suniyan hat. Ji karbidestên Partiya Îslamî û bloka Suniyan Alaa Makkî jî daxuyakirin ku ji destpêkê de partiya wî dijî vê desthilatê ye û daxwaz kir ku divêt serokwezîr dest ji kar bikêşe û wezîrê navxoyî jî bihête guhertin. Makkî di axaftina xwe de: "wekû kes dijberiyek me digel wî nîn e, lê, encama karê wî ne li dûv daxwazê ye, ev rûdanên li vê dawiyê xweş didin xuyakirin ku Caferî nekariye serdestî rewşa heyî bibe. Divêt Caferî cihê xwe bispêre kesên xwedî ezmonî. Xema me Iraq e, divêt em bi yek bin. Ev arîşeyek siyasî ye, ne arîşeyek mezhebî ye." Îbrahîm Caferî, ji layê grûba mûhafezekar ya şî`ayên Îttîfaqa Iraqa Hevgirtî ve bo serokwezîriyê, wekû namzed hatibû helbijartin. Îttîfaqa şî`a, di helbijartina giştî ya befranbara par de, ji 275 kursiyên perlemana iraqê, 128 kursî bi dest xistibû. Li dûv destûra iraqê, ji layê serok komar ve, divêt serokwezîr ji partiya ku dengê herî  bêhtir aniye bihête helbijartin. Grûbên perlementeran yên ku Caferî nevên, lîsteya Kurdan ku xwedî 53 endaman e, digel bloka Suniyan ku 44 endamên xwe hene, lîsteya serokwezîrê berê Eyyad Ellawî bi 25 perlemanan derdikevin pêş.PUKmedia 

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.