Ramyarî

Dr.Fazil Omer: me biryar li Duhokê daye ku xwendin bi kurimanciya jorî be

Rojhat · 31.05.2008 · 2 dîtin

Rûdaw: pêkhatiya encûmenê parêzgeha Duhokê çawaye?Dr.Fadil: çar partî di hilbijartinan de gihştine encûmenê parêzgehê. Lîsta partî ku li gel partiya şoeî de bû 33 kurdî bidestxistin ku ji wan 33 yek şoeî bû. Lîsta yekîtî 4 endamê xwe heye, lîsta yekgirto jî bi heman şewe 4 endamê xwe heye. Wek jin û mêr jî 2 bi 1 e. wate 13 jin in. Lê ji ber ku endameka me ya jin çûye dervey welat û navê ku di piştire dihat zimalm bû niha 12 jinin.Rûdaw: hun weku encûmenê parêzgeha Duhokê, we kariye hun çi bikin?Dr.Fazil: ji ber ku heta niha yasaya encûmenê parêzgehan di Kurdistanê de nîne, encûmenê parêzgehan nikarîne karekî sîstematîk bikin û desthelata xwe diyar bikin, herweha dikarim bibêjim ku em hîna savane di vî warî de. Ta niha ji aliyê endamên encûmen û xelkê ve jî diyar nîne ka karê wan çiye. Ta niha cûdakirina desthelatê di navbera encûmenê parêzgehê û parêzger û çîgirên wî de diyar nebûye û tevlîheviyek heye. Dema yasayek û pênasek nebê, encûmen jî xwe nasnakê û nizanê erkî wî çiye. Di gel vê jî de, me cavdêriya cihên cûda cûda kiriye, di dawiya sala 2007 bodceya pere pêdana sala 2008 ê yê Duhokê me pesend kir. Di derbarê pêwerên nirxê ştomek, rênameyên dabeşkirina zeviyan, nirxê meterê mermer û sebê jî encûmen ew kar jî kiriye, beşdarî di hemû bîreweriyên resmî de kiriye, lîjinên me seredanên reveberiyên pêwîst dikin û kêşeyên wan bi hemahengî li gel parêzger de çareser dikin. Paşdariya me di gelek pirojên li ser astê Kurdistanê û Îraqê de çê bûye di warê yasaya encûmenê parêzgehan de.Rûdaw: li gor zaniyarên me hun ne di avahiya parêzgehê de ne û hun kirê jî nadin?Dr.Fazil: raste, em di nav vî xaniyî de ne ku ji bo parêzger hatiye dirust kirin û kak Temer Remezan parêzgerê Duhokê got, hun biçine wir, ta ku hun ji bo xwe avahiyekî çêkin û yê min xaniyê min heye, niha me zeviyek wergirtiye û di salên bihên de emê avahiyekî serbixwe ji bo encumenê parêzgehê avakin.Rûdaw: çi rexne û têbîniyên we li ser şewazê xerçkirina bodceya 2007 ê yê pere pêdana Duhokê nînin?Dr.Fazil: çi kêşe nebû, ji ber ku bodceya parêzgehan li ser astê hemî Îraqê aşkeraye û ew pirojên ku ew pare lê hatine xerç kirin diyarin, heyvane ji bo dihêt, ka her pirojeyek ta kengî vekiriye û çend maye. Parêzgeha me yek ji wan parêzgehên ku pirojeyên xwe temam kirine, gelek parêzgehan nîvên pirojan jî bidawî nekirine.Rûdaw: hun dikarin bibêjin ku di vî warî de çi gendelî li Duhoke nîne?Dr.Fazil: ne xêr nîne.Rûdaw: sala 2007 ê di xerçkirina bodceyeya perepêdana parêzgehan, Duhok yekem bû li ser astê Îraqê, parêzgeha Duhokê di çi rêzê de bu?Dr:Fazil: me ne dizanî ku em yekemin, ji ber ku me wesa nizanî û wesan ji bo me zaniyarî hatin.Rûdaw: li Hewlêrê endamên partiyên dî gazian dikin ku parêzager û parêzgeh bi wan pirsê nakin, yê we jî ev gazinde hene?Dr.Fazil: ew bi xwe ta niha yasayek nîne ku desthelata encûmenî ji parezger cûda bike, ji ber ew ta niha diyar nîne, lê bigiştî parêger şewirê bi me dike û beşdariya çalkiyên resmî dikin û rojane ez wek serokê encûmen seredana parêzgehê dikim.Rûdaw: par giropekî bi navê kurdên Duhokê beyanameyek belav kirin ji ber ku Duhok hatbû paş guh êxistin, erê ew hewil didin ku ve girîngiyê peyda bikin ku duhokê bikin heremekî federalî, hun çawa dibînin?Dr.Fazil: bê goman ye me ji aliyê pirensîban ve li gel wî tiştî nînin û gelê me çendîn sale ji bo yekgirtinê û rizgar bûnê têkoşînê dike. Herwesan çi agihdariya me ji giropekî wesan nîne, renge ew çend kes bin u tiştekî wesan nîne.Rûdaw: başe hun dibînin ku hikûmeta Kurdistanê Duhok paş guh êxistibe?Dr. Fazil: bi rastî ta radeyekî ew dengûbas li Duhokê berbelave bûye, bi taybetî di salên dawiyê de, bi taybetî ku her du bajarên dî(Hewlêr û Silêmanî) ku her du du paytext bûn li herêma Kurdsitanê û wek paytext reftar di gel wan dihate kirin û ta niha jî bodceya herêmê bi ser her diwan de dihête dabeş krîn. Renge ji bo Duhokê dûvlankiyek diyar bê, xelkê me jî ku wan hemî avedaniya li Hewlêrê û ku diçine Hewlêrê, dibînin ku Hewlêr di van çar salan de ji bajarekî paşketî bûye bajarekî pêşketî û li hember ku Duhokê dibînê, cawaziyeke ber biçav ku nahête veşatin dibînê. Hindek tişt hene bê goman hevbeşin û divê wek patext li hewlêrê dirust bikin, wek avahiyên wezaretan û encûmenê perleman û balefirxane ji bo me hemiyane û dibe li Duhokê û Silêmaniyê nebin. Lê dema ku baleferxane li Silêmaniyê hebe ji bo çi li Duhokê nebe, dema ku şewazê berferehê avedaniyê li Hewlêr û Silêmaniyê hebe, ji bo çi li Duhokê ew avedaniya berfereh nebe?. Niha li Duhokê axaftinek heye dibêjin, xaniyan dirust nekin, belku Hewlêr û Silêmanî tore bibin, bila li Duhokê av nebe, neku Hewlêr û Silêmanî aciz bibin, nimûne, alktirîka Hewlêr û Silêmaniyê raste kême, belê li Duhokê berehmanîna alektirîke sifire. Wêstgehên alektirîkê li Hewlêr û Silêmaniyê ber bi qedandinê ve diçin, di wextekî de ku li Duhokê û piştî çend şeran, nûke taze berê binyadê danîn. Ew jî pirseke ji aliyê xelkê Duhokê ve dihête kirin û ez jî weku kes vê pirsiyarê dikim. Rûdaw: te jî wek berpirsekî Duhokê ew gazinde hene?Dr.Fazil: ew hemû gazinde bûn.Rûdaw: tu nabînê ku girîngî pêdana duhokê weku xwe ye, lê ji aliyê bazirganiyê ve piştî rûxana rejêmê ew girîngî kêm bûbe, neku girîngî pêdana bi Duhokê kêm bûbe, wesa rast dibe ku Duhok û Silêmanî bibêjin em bûne qeza?Dr.Fazil: beşdarî girînge, eger hijmara kesên li herêma kurdistanê çar milyon bîn, meliyonekî wan li Duhokê ne, heger niştecihên Şingalê û dorûbrên Mîsil jî em bixine ser de dibe 40%, başe çend ji xelkê Duhokê beşdarin di hikûmeta herêmê de? Çend Duhokî rêveberên giştî ne di wezaretên ku li Hewlêrê ne?Rûdaw: wate, bi nêrîna we beşdarî kême?Dr.Fazil: neku her kême, belku di hindek wezaretan de bêhina me jî nîne, nimûne, wezareta tendirustî ji pasewanê ber derî bigire û ta dîwana wezaretê yek Duhokî têde nîne. Ma xwe ne ew wezaretane tenê yên Hewlêrê û Silêmaniyê ne. heger rêveberiya giştî ya Hewlêrê temame, lê wezaret yên hemû parêzgehane.Rûdaw: dewra Duhokê di beşdariya perleman û hikûmetê ji aliyê wezîran ve çawaye?Dr.Fazil: ji ber ku partîtî û dabeşkirina navçeyî bastire, her çende renge di vê jî de ne dad perweriyek hebe, lê wek wezaretan nîne. 3 wezîrên me hene ji hijmara 43 wezîran. Ev rêjeye ne dadperwraneye. Di rêveberiyên gistî jî de, ku her wezaretek bi kêmî 3 birêveberên giştî hene, Duhokê 4 rêveberiyên giştî hene, rêjeya Duhokiyan ji şareza û rawêjkaran jî nabe 1%. Heger wezaretek 100 şarazayî hebe yek ji wan ne Duhokiye. Di wezareta rewşenbîrî de ku 40 rawêjakrê xwe heye bi tenê 2 ji wan Duhokî ne.Rûdaw: hindek caran li Helwêrê û Silêmaniyê dihê gotin ku Duhokê xwe ji me qot kiriye?Dr.Fazil: tişta ez dizanim ew hemî ji bo mesela zimane, heger na em bi hemî tiştî ve girêdayî Hewlêrê ne. berî ku Duhok bibe parêzgeh ser bi Mîsil ve bu, niha jî bi têgeha qezabûnê, hest dikim ku qezayekî girêdayî Hewlêrê ye, di wextekî de ku îro serdemê desthelatiyê ne merkeziye.Rûdaw: dihête gotin ku rewwşa Mûsil aram bibe, Duhok bihtir pêwisitiya wê bi Mûsil ve çê dibe, ji ber ku her du bajar ji ber dirêjahiya hindek eşîran û têkeliyên wan bihtir pêdviya bi hev heye, nêrîna te çiye?Dr. Fazil: ew şîmane(îhtîmal)ekî gelek bihêze, ji ber ku Mîsil nêzîktire, riyekî rastûxwe di navbera Mîsil û Duhokê de heye, lê destheladariya Kurdistanê piştî 17 sala jî nikariye riyekî rêkûpêk di navbera Duhok û Hewlêrê de dirust bike. Heger rewşa Mîsil aram bibe, wê çûna Duhokê û Hewlêrê di riya Mîsilê re be, ji ber ku riya wê xweştire û nêzîktire. Hewlêr taybetmendiyekî xwe heye, ew jî ji ber ku balferxana xwe heye, lê li Mûsilê jî niha balferxanekî dirust dikin.Rûdaw: erê piştî 17 sal ji xurtiya bazirganiyê di gel tirkî di riya deriyê Îbarahîm Xelîl re, tu nabêje ku Duhok bihtir nêzîkî herêma Botanê ya bakurê Kurdistanê bûye, ne ku Silêmanî û Hewlêr?Dr.Fazil: nêzîkbûna wan şermîne, ji ber ku sînorên wan di nav hev deye. Heger sînorekî wek welatên Ewropabana, renge Duhokê pişta xwe dabana Hewlêr û Silêmaniyê. Bi taybetî jin û jinxwazî di navbera her du aliyan de heye. Divê hikûmet girîngiyê bide Duhokê ji ber ku ew pira bestinê ye di navbera wan û parçeyên dî yên Kurdistanê. Duhok hevşewezare di gel herêma Botanê, dikare li gel biguncê di dema ku li cihekî dî çi hesab jêre nahête dan.Rûdaw: par dûbare xwendin ji behdînî bû soranî li Dhokê, îsal çawaye û we çi kriye?Dr.Fazil: ez berdewam di nava vê meselê de bûm, ji salen notî û ta îro. Niha jî ew kêşe gihşitiye nav kolanenn Duhokê jî, ku êdî taqî kirin li ser zarokên Duhokê bese. Salek behdînî, salek têkel û salek soranî, wesan kiriye ku mejiyê zarokên me weku bikeve nav taqîgeheka bayolojî. Bi rastî ew nahete qebûl kirin. Niha encmanên perwerda Duhokê û astê qotabiyan ber bi xirabiyê ve diçe, hemî ji ber arîşa zimane, başe ji bo çi şewezar bibête asteng li hember wergirtina zanistê ji bû zarokên Duhokê. Nizanim çi hîkmet têde heye ku wezareta perwerdê rê li ber zarokên behdînan digire ku bi behdînî bixwînin, wê ji bo çi bi zaravekî bi xwînê ku nikaribe encamên baş pê bihîne. Ew tawanekî mezine di vi qonaxê bermaber Duhokê niha dihê kirin. Em weku encûmenê parêzgehê û desteyên rewşenbîrî û perwerdê li Duhokê gihştine biriyareke nivîskî ku divê xwendin di hemî qonaxan de bi kurmanicya jorî be, di gel waneyekî kurmanciya jêrîn, ji bo ku di dawiya qonaxa amedeyî de zaraveyên dî jî baş bizanê û heger qotabiyên me çûne zankoyên Silêmaniyê jî, ji bo ku zaraveyên dî jî yên serekî yê kurdî bizanê, li Silêmaniyê û Hewlêrê jî bi heman şewe waneyekî kurmanciya jorî hebe ku bixwînin.Rûdaw: we ev piroja xwe daye kê?Dr.Fazil: me daye wezareta perwerdê.Rûdaw: qebûl kirine?Dr.Fazil: ta niha ji bo 6 salan qebûl kirine, wevetir nizanim.Rûdaw: hun li encûmnêe parêzgehê bi hemû lîsteyên xwe ve hevbîrin li ser vê nerînê?Dr.Fazil: ev nêrînekî take kesiye. Di lîsteya partî de, endamekî me heye mamostaye û nêrîna wî weke ya me nîne, peywendiya vê arîşe bi deverê ve heye, neku bi lîstên hizbî ve.Rûdaw: hinek dezgeh, bi taybetî li dervey welat dibêjin ku ne dad perweriyek dihête kirin li hember mesîhiyan li Duhokê, her çend ku gundên meşihiyan nrîneke berovajî heye, hun çi dibêjin?Dr.Fazil: bi rastî ev mirov tûşi westanê dike, piştî rûxana rejêma Sedam û belavbûna tund û tûjiyê li Îraqê, gelek mesîhî ji bajarên naverasta Îraqê vegerane gunden xwe, xaniyên ku ji bûy wan hatine avakirin gelek bashin, ma wesan heye li ku xaniyê gelek baş ji bû mesîhiyekî di gel hemî tiştî ji bû bihê dabîn kirin û cîranê wî yê musilman tiştek ji ne hatibe kirin. Berovajî wê nêrînê, niha li Duhokê dihête gotin ku hemî tişt ji bû wan dihête kirin û ji bo musilanan û êzidiyan tiştek nahête kirin, tenê yek rastî têde heye, ku ew jî li derve dihête behis kirin, ew jî ewe ku gondek heye li tenişta balferxana Bamernê, zêdetir ji 60 salî çol bûye. Dervey vî gundî kes nikare bibbeje ku yekî misilman an ku êzîdî zeviyekî yekî mesîhî jê standibe. Sîsetemê siyasî û kargêrî yê welatê me li ser binemayên hawelatî bûne hatiye damezirandin, ji bûy wê jî kes li ser binemayên ayinî û regezî temaşey hîc hawelatiyekî nake.Rûdaw: ji 41 endamên encûmenê parêzgeha Duhokê çend mesîhî ne?Dr.Fazil: 3 endam.Rûdaw: we çi kiriye ji bo yasaya encûmenên parêzgehan li Kurdistanê?Dr.Fazil: li îraqê kar bi yasya 71 ê yê serdemê Birêmer dihate kirin, niha yasayaên taze ji perleman derketine. Di wexta xwe de me jî pirojeya yasayî ya xwe pêşkêş kir, lê lîjineya yasayî ya encûmenê wezîran gelek destkarî têde kir û li şona bibe yasayê encûmenê parêzgehan bû yasayê parêzgeha. Me her sê serokên encûmenan seredana perleman kir û ji me re got, serwerê herêm ji aliyê we ve gelek girînge, herweha ne merkezîbûna desthelatê jî ji aliyê we ve gelek girînge.Rûdaw: niha biriyar heye ku îsal hilbijatina encûmenê parêzgehan li Îraqê bihête kirin, erê wê yê Kurdistanê jî di gel wan de bihête kirin?Dr.Fazil: encumenên me encûmnêen dameziradinê bun, diviya di van her du sala de me yasaya xwe danaba, lê ev çar sale hêşta yasaya encûmenên parêzgehan nîne, ji ber wê encûmenê yekem ku ev çar sal bi ser de bihurîn û bi encûmenekî asayî hate berbiçav. Divya di mawê du salan de hilbijartina encûmenên parêzgehan hatiba kirin, ji ber vê jî, ez di wê baweriyê de nînim, ta ku yasa nehête danan, hilbijartn çê nabin di Kurdistanê de.Rûdaw: Bexdad razî dibe?Dr.Fazil: heger yasayê me nebe, ma emê çawa hilbijartinê bikin. Ez bixwe weke şermezarî dibînim, ku bi bêyî yasayêe encûmenê parêzgehan hilbijratin bihêne kirin.Rûdaw: nêrîna serokên encûmenê parêzgeha Hewlêr û Silêmaniyê çiye?Dr.Fazil: wan jî heman nêrîn heye.Rûdaw.com

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.