Ramyarî

Dr. Roj: Kurd Razî Nabin Kerkûk Bibe Herêmeke Serbixwe

Rûdaw · 19.05.2009 · 2 dîtin

Di hevpeyvînekê de li gel Rûdaw’ê Endamê Polîtburo ya PDKê Dr. Roj Nurî Şaweys ragihand ku Serkirdayetiya Kurd li ser cîbicîh kirina maddeya 140ê pêdagir e û Kurd qebûl nabin Kerkûk bibe herêmeke serbixwe. Derbarê serokkomartiya İraq’ê ya dahatû de jî Dr. Roj wiha axifî: ‘’Hewldan hene Kurd nebe serokkomar. Çi Sunne, Şîe yan hinek dewletên Erebî dixwazin serokkomarî ji destê Kurdan derkeve. Lê Kurd jî hewl didin serokkomar Kurd be û her divê Kurd be. Bi baweriya min dema pêş jî serokkomar Kurd dibe û her Mam Celal e jî.’’ Endamê Polîtburo ya Partiya Demoqrata Kurdistan’ê (PDK) û Nûnerê Serokê Herêma Kurdistan’ê li Bexda Dr. Roj Nurî Şaweys, di dema kabîna Îbrahîm Caferî de Cîgirê Serokwezîrê İraq’ê bû. Niha jî li Bexda nûnerê Serokê Herêma Kurdistan’ê ye. Di hevpeyvînekê de li gel Rûdaw’ê behsa pirsgirêkên navbera Hewlêr-Bexda û hilbijartinên Parlamenê Kurdistan’ê dike: Rûdaw: Heta niha jî Pirsgirêk di navbera Hewlêr û Bexda de pir in. Nerîneke wiha heye dibêjin bo çareserkirina pirsgirêkan bi awayekî giştî Kurdistan û Bexda hewl nadin. Hûn çi dibêjin? Dr. Roj: Ew pirsgirêk bi dereca yekê girîng in. Mesela butçe, petrol, pêşmerge û Kerkûk jî li gel navçeyên qutkirî. Nerîna Kurd ew e ev giriftên han li ser bingehê şirîkatiyê bên çareser kirin. Aliyê beramber jî naxwaze bi wî awayî çareser bike. Ev yek ji wan sedema ye ku heta niha ew pirsgirêk nehatine çareserkirin. Çaresernekirina van pirsgirêka wê yekê pêşan dide li Bexda hêleke pir bi hêz heye bi aşkere dijî naveroka destûrê ye ku li ser bingehê demoqratîk, hevdengî û şirîkiyê hatiye dariştin. Ew hêla ku dijî naveroka destûrê ye, hewl dide pirsgirêk bi wî awayî neyên çareser kirin, heta bi hêztir bibe û destûrê biguhere. Rûdaw: Lê xwiya ye guhertina destûrê ne asan e, ji ber ger sê parêzgeh destkariyan qebûl nekin, destkarî ser nagre. Çima Malikî zêde pêdagiriyê li ser guhertina destûrê dike? Dr. Roj: Li gor wan ger navend bi hêz bû û pirsgirêkên xwe yên li gel Sunî yan çareser kirin, dikarin hinek tişt ferz bikin. Nerîna wan wiha ye. Ew ne nerîneke rast e. Lê heye û ne nû ye jî. Ji dema İraq hatiye damezrandin ew nerîn heye ku hikûmeteke navendî ya bi hêz be ger Sunne be hikmê Şîe û Kurd bike, ger Şîe jî be hikmê Kurd û Sunne bike. Mixabin ew nerîn hê jî di nav birayên me yên Ereb de maye û gelek kes jî peyrew dikin. Giha astekî ku wan biraderên dijayetiya Kurd dikir dengên zêdetir bidest anîn. Ev yek bi aşkere di hilbijartinên parêzgehan de hat xwiyakirin. Rûdaw: Malikî bi xwe dibêje divabû ez vê destûrê îmze nekim û maddeya 140ê jî nikare pirsgirêka Kerkûk û naçeyên ku nakokî li ser wan heye çareser bike. Ji ber baweriya wî bi destûrê nîne her daxwazeke Kurd ji Malikî bike li gor we ne bê sûd e? Dr. Roj: Bawer nakim Malikî bi aşkere bêje pêwist e destûr bê guhertin û divabû îmze nekim. Ji ber di danîn û dariştina destûrê de Malikî rolekî mezin dît. Wek mînak li ser nivîsîngehên herêmê li balyozxaneyên welatan nîqaş di navbera min û wî de çêbû. Min şêwazek pêşkêşî kir û wî got nabe li hemû balyozxaneyan nivîsîngehên herêmê hebin. Min got tu tiştekî pêşkêş bika ka bizanin çiye. Ya wî pêşkêş kir me rasterast qebûl kir, ji ber ji wê yekê baştir bû ku bi axaftin digot. Wê demê Malikî ji serokwezîriyê dûr bû û dijî rejîma berê bû. Bi dereca yekê piştgiriya mezlûmiyeta Kurd û Şîe'yan dikir. Lê post û desthilata wî hat guhertin. Ewê li İraq’ê hatibe ser desthilatê gelekî ji wan bîr û baweriyên xwe yên berê dûr ketiye. Bi baweriya min niha nikare bi aşkere bêje destûr ne baş e û divê bê guhertin. Ew bi sererastkirina destûrê re ye bi mercekî hemû aliyek pesend bike. Rûdaw: Rexneyeke wiha heye dibêjin li 80 balyozxaneyên İraq’ê ku hatine vekirin û wezîrê derve jî Kurd e, lê heta niha nûneratiya Herêma Kurdistan’ê li wan tune, çima nîne? Dr. Roj: Divabû bê kirin. Lê sedem pir in bo neyên vekirin. Yekem yasa wezareta derve tune bû li gor wê yasayê beşên balyozxaneyan bên destnîşan kirin û beşê Herêma Kurdistan’ê jî bê vekirin. Ev yasa han berî bi şeş mehan derket. Di nav yasayê de maddeyek heye daxwaz dike parêzgeh jî ewên nehatine rêkxistin di çarçoveya herêmekê de nivîsîngehên wan hebin. Wê demê divê li her balyozxaneyeke İraq’ê 16 nivîsîngeh bên vekirin. Ev yek ji gorankariyan e û divê di destûrê de bê kirin. Ger nivîsîngehan bo Herêma Kurdistan’ê veke û 16 nivîsîngehan ji parêzgehan re veneke tê wateya destûrê cîhbicîh nake. Wezîr û encûmenê wezîran di rewşeke wiha de ne, lê niha tiştekî wiha di rojevê de ye bi awayekî taybetî nivîsîngehên Herêma Kurdistan’ê bên vekirin. Di vê derbarê de li gel wezîrê derve û serokwezîrê İraq’ê rêkeftin hatiye kirin. Lê belê nivîsîngehên parêzgehan niha nayên vekirin heta çareyek ji wan re tê dîtin. Rûdaw: Wek cîgirê serokwezîr danûstandinên we bi Caferî re hebûn, niha jî li Bexda wek nûnerê Serokê Herêma Kurdistan’ê danûstandinên we bi Malikî re hene, hûn dikarin ji me re bêjin ji bo Kurd kîjan xirabtir bû? Dr. Roj: Di dema Caferî de pirsgirêk hewqasî ne mezin bûn û ji ber kêşeyên din hebûn derneketibûn pêş. Em bi mijara ewlekarî û navxweyî ve mijul bûn. Dem jî ne hewqasî dirêj bû heta hemû aliyên wî derkevin. Ew pirsgirêkên niha di navbera Herêma Kurdistan û Malikî de hene, heta berî hilbijartinê Caferî neçû Tirkiyê derneketibûn pêş. Ji ber hayê Kurd jê nebû ji Caferî sar bûn. Lewra Malikî bû serokwezîr û aliyê Kurdî li gel aliyên din pêdagir bûn li ser wêya Caferî nebe serokwezîr. Herçiqas Îtîlafa Şîe Caferî wek berendam destnîşan kir lê dema di hilbijartinan de derneket neçar bûn kesekî din bibînin bi dilê hemû aliyan be û pirsgirêkên pêştir çêbûne dûbare neke. Dema Malikî hat yekser Komisyona Bilind a Cîbicîhkirina Maddeya 140ê wek me nivîsî bû pesend kir, pere jê re terxan kirin û komisyonê dest bi karê xwe kir. Lê dema berê xwe dayê rewşa ewlekarî baş dibe û navê wî di Govara Newsweek de wek hijdehemîn kesê jêhatî yê cîhanê derketiye, ev bû sedema hinekî ji nerînên xwe yên berê poşman bibe. Rûdaw: Mihemedê Hecî Mehmud dibêje Malikî gazin kirine û gotiye di dema serdana vê dawiyê ya serokê Herêma Kurdistan’ê bo Bexda ew nexweş bû, lê ne serdana wî kiriye û ne jî telefon, bi baweriya we ev sarbûna han sarbûneke siyasî ye yan bi tiştên taybetî ve girêdayî ye? Dr. Roj: Babet siyasî ye, tu peywendî bi tiştên şexsî ve tune. Mirovekî siyasî be, serokwezîrê welatekî be tiştên şexsî dide aliyekî. Rûdaw: Dema nexweş dikeve hûn lê dipirsin? Dr. Roj: Ger derfet hebe çima napirsim. Ew pîrozbahiya Nerozê ji min re bişîne, dema nexweş keve ez jî lê dipirsim. Bawer nakim serokê herêmê lê nepirse. Hertim silavan jê re dişîne û li rewşa wî dipirse. Tiştê ez dizanim Malikî dixwest were Kurdistan’ê. Şandeke Hizba Dawa tê, ew bi xwe jî dixwaze were. Em wek Herêma Kurdistan berjewendiya me di wê yekê de ye pirsgirêk werin çareser kirin. Ger pirsgirêk daleqandî bimînin ne di berjewendiya me de ye. Vêca Malikî be yan kesekî din pêwist e hewldan berdewam bin. Rûdaw: Gelo dibe berî hilbijartinê Malikî wan pirsgirêkan çareser bike? Yan di hilbijartinên dahatû yên parlamen de bo bidestanîna dengan sûd ji wan pirsgirêkan werbigre? Dr. Roj: Ev sê sal zêdetir e Malikî serokwezîr e û ew kêşe çareser nekirine, lewra zehmet e bi başî û ji binî ve wan çareser bike. Rûdaw: Pir behsa lawazbûna rolê Kurd yê li Bexda tê kirin, bi rastî rolê Kurd zeîf bûye? Dr. Roj: Rolê Kurd li Bexda lawaztir e ji yê berî bi çar salan. Rûdaw: Çima? Dr. Roj: Aliyên din bihêztir bûn, şarezayî peyda kirin û desthilat bi piranî di destê wan de ye. Rûdaw: Tê gotin ku yek ji sedemên wê lawazbûnê neşarezayî û zeîfbûna nûnerên Kurd e li Bexdayê. Ger em ji parlamenteran ve dest pê bikin gelo çawa ye? Dr. Roj: Dema  Sedam jinav çû û İraq a nû hat damezrandin hêza ku pêşiya wê xwiya bû ka çi dixwaze Bizava Azadîxwaz a Kurd bû. Serkirdayetiya Kurd bi hemû hêza xwe çû Bexda. Di damezrandina hikûmeta nû ya İraq’ê û nivîsîna destûrê de rolekî serekî dît. Me  pir bihêz dest pê kir, aliyên din zeîf bûn û ezmûna wan nebû, bi derbasbûna demê ev hevkêşe hat guhertin. Bi sedema hilbijartin û pêkhatina hikûmetê bihêz bûn û İraq bi hêla zêdeyan de çû ku ew jî aliyê dîndar ê Şîe'yan e. Vêna bandor li pêgeha Kurd kir. Mesele ne tenê bi yek û dû kes ve girêdayî ye ku di parlamen yan her dezgahekî din ê hikûmetê de kar dikin. Rast e heta astekî bandora wê heye lê naveroka mijarê ew bû ku min behs kir. Derbarê parlamenterên Kurd de yên li Bexda, ez ne endamê parlamen im û min cihê xwe daye biraderekî din ê Kurdê Êzdî. Di parlamen de fraksiyona çalak, yekgirtî û bikaribe tiştan bide qebûl kirin Hevpeymaniya Kurdistan’ê ye. Ji me hemûyan baştir dewam dikin û ji yên din baştir tiştan dizanin û ji wanên din çalaktir in jî. Em li vir tiştên din dibihîzin ne wiha ye. Ger em herin naverokê Parlamenê İraq’ê bê Fraksiyona Hevpeymaniya Kurdistan’ê kar nake. Wezîrên me jî baş in û kesên baş di nav wan de hene. Rûdaw: Hûn ji hemûyan razî ne? Dr. Roj: Ez nikarim bêjim ji hemûyan ne razî me. Ger ji hemûyan ne razî bin desthilata me heye wan bigorin, heta niha xwiya ye em ji hemûyan razî ne. Lê dibe hemû ne wek hev bin, kesek heye pir baş e kesekî din jî baş e. Wezîrên me jî hinek pir baş in û hinek jî baş in. Rûdaw: Behsa wê yekê tê kirin ku Tariq Haşimî rê ji xwe re xweş dike piştî hilbijartinan bibe serokkomarê İraq’ê, bi raya we piştî hilbijartinan ew postê han ji destê Kurd derdikeve? Dr. Roj: Bi dilniyayî hewl tên dan, vêca Tariq Haşimî ye yan kesekî din ê Sunne yan jî Şîe, yan dewletên Erebî hene hewl didin Kurd nebe serokkomar. Lê em Kurd jî hewl didin serokkomar Kurd be û divê Kurd be. Ger serokwezîr ne Kurd be divê serokkomar Kurd be. Bi baweriya min dema pêş jî serokkomar Kurd dibe û her Mam Celal e jî. Rûdaw: Bi nerîna we niha pênaseya pratîkî ya İraq’ê çiye? Dewleteke federalî ye yan dewleteke Erebî? Dr. Roj: Ne herdûke jî, hê jî tiştekî balkêş e di navbera herdûkan de. Rûdaw: Rapora Demastura ya derbarê Kerkûk’ê de ji Herêma Kurdistan û Bexda re hatiye pêşkêşkirin. Axaftineke wiha heye Kurd jiber daxwaziya Amerîka û Brîtanya, wê pêşniyarê qebûl dike ku heta 5 salan Kerkûk bibe herêmeke serbixwe, tiştekî wiha heye, çiqas rast e? Dr. Roj: Nerîna serkirdayetiya Kurd, bi maddeya 140ê ve girêdayî ne, li ser maddeya navbirî bê cîbicîh kirin jî pêdagir in. Çi hewldanek bê kirin divê cihê maddeya 140ê negre û pêwist e di çarçoveya heman maddeyê de be. Ev nerîna serkirdayetiya Kurd e. Rûdaw: Kurdan di dema bihêz bûnê de nikarîn tiştekî bikin maddeya 140ê bê cîbicîh kirin, hûn bawer dikin niha bê cîbicîh kirin? Dr. Roj: Bi qenaeta min wê were cîbicîh kirin. Ji ber em xwedan maf in û divê em li ser pêdagir bin. Em dê her serkevin, lê çiqas pê diçe ew hesabekî din e. Ne mimkune Kurd dev ji Kerkûk’ê berdin. Rûdaw: Hemû rûdan wiha pêşan didin eger heye serkirdayetiya Kurd pêşniyara Demastura qebûl bike ku dibêje 5 salan herêmeke serbixwe be û piştre rapirsî lê bê kirin? Dr. Roj: Na, tiştekî wiha tune, bi baweriya min Kurd razî nabe. Rûdaw: Ger razî bû, karekî baş e yan xirab? Dr. Roj: Ger razî bû karekî xirab e. Rûdaw: Bo hilbijartinên Kurdistan’ê vê carê PDK û YNK’ê kesek nexistin nav lîste ya xwe, çima? Dr. Roj: Ezmûnê van çend salên rabirdû wiha pêşan da yên di Lîste ya Hevpeymanî de hevpeymanên YNK û PDKê bûn, postên wan ên wezîr hebûn yan bi riya wê lîste yê hatin parlamen. Opozîsyon bûn û dijî pêngavên Hikûmeta Herêma Kurdistan’ê dengê xwe ji yê hemû kesî bilindtir dikirin. Rexne digirtin lê ne rexneyên avakirinê, ger rexne avaker be dibe sînga mirov berfirehtir be, qebûl bike û sûd jê wergire. Berî hilbijartinê gelek aliyan helwêstên xwe aşkere kirin û êrîşeke ne edaletî hebû beramber PDK û YNKê. Bo bersivdana vêna divabû YNK û PDK planekê bi hev re deynin da li ser pirsgirêkên herêmê bikaribin bi hev re bergiriyê bikin. Ev ne ji bo em li dijî yên beramber rawestin. Bo em ji gelê xwe û hemû cîhanê re ispat bikin ev demoqrasî ye, Partî û Yekîtî bi hev re dikevin hilbijartinan, bizanin ka gelo gel bi PDK û YNKê re ye yan li gel wayên din e. Ev helwêst bo wê yekê ye. Lê ev nayê wê wateyê sibe piştî hilbijartinan PDK û YNKê karîn ji sedî 70ê yê dengan bidest bînin hevkariyê li gel hizbên din nekin. Ewê bixwaze em bi hev re kar bikin meydan berfireh e. Rûdaw: Hûn pêşbînî dikin PDK û YNK vê carê jî bikaribin kursiyên berê bidestxînin ji bilî wanên ku dabûn hizbên din? Dr. Roj: Belê. Rûdaw: Lê belê hinek kes di nav wan de endamên serkirdayetiya YNKê jî, pêşbînî dikin lîste ya Noşîrwan Mistefa nîvê dengên YNKê yên Silêmaniyê bibe? Dr. Roj: Dibe lîste ya Kek Noşîrwan deng bidest bîne û dibe ji hinek hizbên din jî zêdetir dengan bistîne. Lê bawer nakim Kek Noşîrwan bibe minafeseyekî ciddî yê Yekîtiyê. Ez behsa Partî nakim. Lê raya dawî jî ya xelkê ye, ev demoqrasî ye. Rûdaw: Heta niha rêkeftina navbera PDK û YNKê bi tevahî ne aşkere ye. Partî li beramberî lîste ya Noşîrwan Mistefa çi distîne, postê serokê hikûmetê yan kursiyên zêdetir yên parlamen, hûn li ser çi lihev hatine? Dr. Roj: Ez nerîna PDKê dibêjim, tirs hebû Kek Noşîrwan bi lîsteke cûda dakeve û beşek ji dengên YNKê jê re herin, dengê Partî jê re naçin, dema beşek ji dengên YNKê jê re çûn, li gor wan dengan e ger zêde bûn zerarê wê jî bo hevpeymaniya herdû aliyan zêde dibe. Ger kêm jî bûn zerara wê jî kêm dibe. Metirsî ew bû. Ew ne metirsî bû Kek Noşîrwan dibe yan aliyekî din, metirsî ew bû ku îro di Kurdistan’ê de weznek heye, ev wezna han bûye sedemek pirsgirêkên mezin ên hevrengê rabirdû rû nedin û wê hevsengiyê wiha kiriye bê kêşeyên mezin bighin heta vir, bê tûşî tu nexweşiyan bibin. Vê hevsengiyê yekîtiya rêzên me ragirtiye çi li nav Herêma Kurdistan, çi li Bexda yan cihekî din. Lewra wek PDKê mebesta me ya yekem parastina vê hevsengiyê bû, pirsgirêkên wiha dernekevin ku sibe aliyek were û bêje ez piranî me û divê ez bi tenê hikim bikim. Yan ew şêwazê hevpeymaniyê ku niha proseya siyasî bi rê ve dibe bêje hêza wê nema û bi aliyekî din ve bikeve, ji ber ne aşkere ye aliyê din çi dike. Em wek Partî hewl didin wê hevsengiyê biparêzin. Bi baweriya min ew rêkeftina ku li gel YNKê hatiye kirin, bi tevahî hevsengiyê diparêze. Rûdaw: Li gor we, li beramber ragirtina wê hevsengiyê wek PDKê we qurbanî nedaye? Dr. Roj: Ez wek qurbanîdan nabînim. Mirov xizmeta gelê xwe bike û rê nede pirsgirêk çêbibin, ew ne qurbanî dan e, ew siyaseteke rast e, encama wê şert e û bi dilniyayî di berjewendiya Kurd de ye. Rûdaw: Di civîna dawî de hûn jî beşdar bûn, dibên PDKê bi aşkere metirsiyên xwe ji YNKê re gotine, wek hevpeymaniya piştî hilbijartinan, yan deng dana lîste yên din, YNKê jî ew tirs nehiştiye û gerentî daye, ew gerentî çine? Dr. Roj: Em li ser xwe neditirsiyan. Tirsa me li ser hevpeymaniya me ye, ji ber pirsgirêkeke mezin e ger hevpeymaniya me lawaz bibe ew hevsengiya heye jî xiradibe. Gerentiya me ew e ew hevsengî xira nebe û ew rêkeftinên me kirine, ew xetên me danîne di ser re herin, ev hemû gerentî ne ku hevsengî têk neçe. Rûdaw: Tê gotin li ser çawahiya danûstandinê li gel lîste ya Noşîrwan Mistefa û dabeşkirina kursiyan di navbera PDK û YNKê de, heta niha helwêstê Kosret Resul ne diyar e, di vê derbarê de çi heye? Dr. Roj: Ji zimanê Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Kek Mesud Barzanî nerîna me pir aşkere bû. Pêngava yekem ew bû me daxwaz ji YNKê kir hewl bidin pirsgirêkên xwe çareser bikin. Herwiha serokê herêmê niha jî dibêje çi ji destê wî were  dê bike bo mişkileyên nav wan çareser bibin û yekgirtî tevî hilbijartinan bibin. Ev nerîna me ya yekem e. Em wê wek çareseriyeke baş dibînin û bo çareserkirina pirsgirêka nav YNKê her pêngavek bê avêtin tiştekî baş e. Herwiha di berjewendiya wan hemû hevsengiyan de ye. Axaftinek ji derê han tê kirin filan kes wiha got, bêvan kesê din wiha got, ew bandorê li me nake. Di civîna dawî de jî Kek Kosret ne amade bû û me tiştek jê nebihîstiye dijberê nerînên din be, normal e her biraderek ji wan bi awayekî bifikire. Rûdaw: Sadî Ehmed Pîre dibêje, em li ser wê yekê lihev hatine kursiyên parlamen wekhev bin, bo serokatiya Herêma Kurdistan'ê jî Kek Mesud Barzanî berendamê herdû aliyan be û li gor rêkeftina stratejîk postê serokê hikûmetê piştî çar salên PDKê ji YNKê re dibe, ev çawa ye? Dr. Roj: Wek Partî nerîna me wiha bû, divê serokê Herêma Kurdistan'ê ji aliyê xelkê ve bê hilbijartin. Em li ser wê rêkeftin û ev jî xaleke baş e gel rasterast dû navendên serekî yên biryardanê bên hilbijartin. PDKê qet rojekê ji rojan li rêkeftinê ku kirine poşman nebûye. Dema rêkeftinekê dike bi qenaet dike. Me bi bawerî rêkeftina stratejîk bi YNKê re kir û pê ve girêdayî bûn û li ser çûn. Di encam de jî netîce di berjewendiya wan aliyan de dibe ku bi rêkeftinê ve girêdayî ne. Rûdaw: Wate postê seroke hikûmetê digihije kê? Dr. Roj: Dikarim tenê wê bêjim Hikûmeta Herêma Kurdistan'ê ku îro gelek serkeftin bidest anîne û ew pêşketin û rolê giring ê hikûmeta herêmê bi rolê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistan'ê Kek Nêçîrvan Barzanî ve girêdayî ye. Bi baweriya min pêş fikir li wê yekê be kirin ka serokê hikûmetê ji kîjan alî re dibe, bîr li wê bê kirin kî baştirîn kes e bo bibe serokê hikûmetê baştir e. Pêwist e wiha bê fikir kirin. Rûdaw: Ev fikra han di nav herdû hizban de heye? Dr. Roj: Bi dilniyayî di nav serkirdayetiya herdû aliyan de kes hene ku wiha difikirin. Ji ber rewş wiha asan nabe, minafeseyên me zêde dibin û desttêwerdan di pirsgirêka Kurd de jî zêde dibe. Dijminên Kurd bo rewşa Kurd têk bidin û nehêlin serkeftinê bidest bînin zêdetir hewl didin. Lewra em neçar in çi baştir e li wê bifikirin. Ji bo filan cihî kî baş e wî deynin. Wek mînak ew rêkeftina li ser Kek Mesud ispat dike herdû alî dixwazin serokekî herêmê yî bihêz hebe, bihêzbûn ji aliyê yasayî ve. Rûdaw: Hizbên din pir ditirsin di hilbijartinan de PDK û YNK fen û xapan bikin, hûn çawa berê xwe didin vê tirsa hizbên din? Dr. Roj: Ji bo ew axaftin nemîne, me dû tişt kirine dibe ku hizbên din nekiriba. Yekem, serpereştîkirina vê hilbijartinê di desthilata Komisyona Herêma Kurdistan'ê bi xwe de bû, me vê carê ew desthilat ji komisyona herêmê stand û da Bexda ku bê aliye û li Bexda kar dike. Ev jî tê wê wateyê em naxwazin rewş tevîhev bibe û bi xwe serpereştî bikin. Dûwem, me ji navxwe û derve xwestiye çavdêrên biyanî werin çavdêriya hilbijartinê bikin. Bi rastî em dixwazin ev hilbijartin ji hemû yên din baştir be û kêmtir hîle bên kirin. Dema wê hatiye em vê demoqrasiya han ferztir û bihêztir bikin. Lê hinek alî ji niha ve ku dizanin wê bixesirin dibêjin wiha dibe, na kekê min wiha nabe. Rûdaw: Sala 1994an di dema hêmin bûna şerê birakujî de, we li gel Felakedîn Kakeyî gotareke hevbeş belav kir û we got dibe ku PDK û YNK bibin yek hizib, niha jî hûn heman nerîna xwe ya di wî warî de diparêzin? Dr. Roj: Baweriya min pê heye, ji ber naveroka herdû hizban ew e Kurd bighin qonaxekê ew bi xwe bikaribin qewareyeke serbixwe ji xwe re çêkin. Şêwazê karê û rêxistina me nêzîkî hev e, nerînên me nêzîkî hev in, gotaran wekhev dinivîsin, niha jî em herdû alî hewl didin wê hevsengiyê ragirin û em herdû alî hewl didin ezmûna heyî ber bi serkeftinê bibin. Di navbera me de rêkeftin heye, ger bi rêk û pêkî cîbicîh bikin, dibe ku peywendiyên me bi hêztir bibin wek wêya di navbera dû liqên yek hizbê de hene. Ev hemû ber bi wê diçin em ber bi yek deng û yek kar herin, ger yek hizba me jî hebe her wiha ye. Rûdaw: Bi baweriya we li gel wan pirsgirêken YNKê jî ev tê kirin? Dr. Roj: Bi baweriya min bi dereca yekê her ber bi hizbekê ve diçe, di wê baweriyê de me di pêşerojê de bibin yek hizib. Rûdaw: Hûn bawer dikin Cewher Namiq here nav lîste ya Noşîrwan Mistefa? Dr. Roj: Cudahî pir e di navbera Kek Noşîrwan û Kek Cewher de, her kesek ji wan xebat û dîrokeke wî heye û bi awayekî bû. Westiyayî bûna Kek Cewher bi awayekî bû, ya Kek Noşîrwan bi şêwazekî din. Bawer nakim Kek Cewher here nav lîste ya Kek Noşîrwan. Nerîn û dîroka Kek Cewher xebata Partî ye û qenaet dikim niha jî Partî ye.Rudaw.net

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.