ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Alixan Aras · 26.02.2006 · 2 dîtin
Endamê Lîsta Hevpeymana Kurdistan Dr Fûad Mehsûn diyar kir ku ew pêşdibîne, piştî du an sê rojên din dê di navbera layenên siyasî yên Iraq da guftûgoyên damezirandina hukûmetê destpê bikin. Dr. Mehsûn di axaftinek xwe ya bi rojnamegeran re balê kişand ser hengameyên ku piştî bombekirina gorgeha îmamên eskerî yên Şîî'yan û got: "Wek tê zanîn piştî bombekirina gorgeha her du îmamên Eskerî yên Şiî'yan li gellek bajarên Iraq di navbera Şiî û Sunnî'yan de pevçûnên tûnd ên ku hîna jî berdewam dikin, destpê kiribûn û van hengameyan xebatên damezirandina hukûmetê dabûn rawestandin." Dr Mehsûn di dawiya axaftina xwe de pêşbîniya xwe anî ziman û got: "Ez bawerdikim ku piştî du an jî sê rojên din dê di navbera layenên siyasî yên Iraq de hevdîtinên damezirandina hukûmetê dîsa destpê bikin." PUKmedia:
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.