ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Elî Heme Salih · 27.10.2008 · 2 dîtin
Dr. Mehmûd Osman endamê parlemana Êraq ê ragihand ku roja derbazbûyî civînek di navbera şandeke Kurdistanê li Bexda li gel aliyan li Bexda bi dawî bû û qet pirsgirêkên di navbera Bexda û Kurdistan ê de ne hatin çareserkirin û ragihand; "Şanda Kurdistan ê li gel partiyan civîn çêkiriye ji dervey Hikûmeta Malikî, ev civînane jî zêdetir li ser lihevhatina ewlekarî ya di navbera Êraq û Emrîka, pirsgirêka PKK ê û Tirkiyeyê de bûn".Piştî nîvroya 16.10.2008 şandeke siyasî, îdarî û leşkeriya Kurdistan ê bi serokatiya serokê Kurdistan ê Mesûd Barzanî, bi armanca giftogû kirin di derbarê pirsgirêkên navbera Kurdisan û Bexda, rexne li tevgerên Malikî bigrin gihişte Bexda.Dr. Mehmûd Osman, di vê derbarê de ji Rûdaw ê re ragihand: "Di dema vê serdana şanda Kurdistan ê ya ji bo Bexda, weke hemû carên din, çend komîteyek hatin diristkirin ji bo li pey ketina kar". Lê di heman demê de anî ziman kû "Heya niha tu ji van pirsgirêkan ne hatine çareserkirin û qet biryarek jî di derbarê çi pirsgirêkekî Hikûmeta Kurdistan û Hikûmeta Federalî ve ne hatine dayîn". Dr. Mehmûd Osman, eve jî xiste ber çavan ku şanda Kurdistan ê qet civînekî fermî li gel Hikûmeta Malikî li dar nexistiye û civînên wan jî zêdetir di navbera aliyên siyasî de bûn". Civînên çaralî û pêncalî yên di navbera partiyan de ew jî zêdetir ji bo armanca lihevhatina ewlekarî ya navbera Êraq û Emrîka, PKK û Tirkiyeyê de bûn". Lê Dr. Fûad Masûm; Serokê Fraksyona Hevpeymaniya Kurdistan ê ya li parlemana Êraq ê de, di daxwiyaniyekê de di derbarê bi encamkirina civînên şanda Kurdistan bi hevkariya Mam Celal li Bexda û li gel aliyên din de; "Encamên Baş Hebûn" û herwesa got: "Pênc komîte di asta bilind de, ji bo çareserkirina pirsgirêkan hatine danîn, li dîvçûnên temam û di demekî nêzîk de jî dest bi kar dikin". Çavkaniyek agihdar ji civînên di navbera Hikûmeta Kurdistan û aliyên din yên Êraq ê de bê virde wirde pêkanînên wan pênc komîteyan ji bo Rûdaw xiste ber çavan ku ev komîte di astekî bilind de pêkhatîne, her yek ji serok komar û cîgirên wî, serokê hikûmeta Êraq ê û cîgirên wî û serokê Hikûmeta Kurdistan ê di van komîteyan de amadebûn, her komîteyek jî ji bo çareserkirina pirsgirekekê ye. Komîteyek ji bo madeya 140, komîteyek ji bo zagona neft û xazê, komîteyek ji bo Pêşmerge û budce, komîteyek ji bo lêkolînkirina li ser deshilatên Kurdistan û Hikûmeta Federalî ya Êraq ê ye. Dr. Mehmûd, amaje bi wan pirsgirêkên siyasî, destûrî, îdarî û leşkerî de ku bêy çareserî di navbera şanda Kurdistan û Bexdayê de mayîn û got: "Bexda dixwaze hikûmeta navendî bi hêzbe, hikûmeta Kurdistan ê jî bê hêz be û Hikûmetekî Federalî jî nebe". Malikî dibêje; nabe Pêşmerge li aliyê xeta 36 de bin, rêveberên Kurd jî dibêjin ew navçeyên ku pirsgirêk li ser madeya 140 digrin, di destûrê de ne hatine diyar kirin û divê Bexda tê de deshilatdar be, belkû deshilatdariya van navçeyan piştî bi cihkirina madeya 140 bibe yekalî. Di derbarê pirsgirêka madeya 140 ê de jî, Dr. Mehmûd Osman got: "Cudahî li ser wê yekê heye ku kîjan navçe vedigere, di nava destûrê de hatine nivîsandin û ew navçeyên ku nakokî li ser heyîn, lê nayê zanîn kîjan navçe nakokî li ser heye". Dr. Mehmûd Osman, reşbîniya xwe li beramberî van civînên li Bexda nîşan da û got: "Pirsgirêka Budce ya ji %17 ê pişka Kurdan li pêşe, lê heya niha jî Hikûmeta Navendî ne amadeye ku budceya Pêşmergeyan bide, pirsgirêka zagona neft û xazê, pirsgirêka sinûrê Kurdistan ê li pêşe, şanda Kurdistan ê hat ku pirsgirêka Kurdistan ê çareser bike, lê rastî dû tiştan hatin; "Lihevhatina ewlekarî ya Êraq ê digel Emrîka, pirsgirêka Tirkiye û PKK ê". Dr. Mehmûd Osman di dirêjiya axaftinên xwe de ji bo Rûdaw ê got: "Tirkiye, Êraq, Emerîka û Kurdistan ê bi dest anîne, zext lê dikin û dixwazin carek din şer li gel PKK ê bikin". Elî Heme SalihRûdaw-Bexda
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.