ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Rojnameya Aso · 03.10.2005 · 2 dîtin
Di destpêka civîna hevkarîya Aborî a Rojhelata Naverast ku li Amedê hate lidarxistin, Dr. Berhem Ahmed Saleh, Wezîrê Plandanan ê, di destpêka gotara xwe de bi Kurdî, zimanê fermî ê duyem li Iraqê, axivt..Dr. Berhem, di gotara xwe de silav ji beshdarên hevkarîyê û xelkê Amedê ê ezîz kir û pashê jî bi zimanê Erebî basa giringîya aborî û sîyasî di navbera gelên deverê de kir.Dr. Berhem di axivtina xwe de wisa got: „ Nabe ev sînoran rêgirbin, pêshîya hevkarî û berdewambûna peywendîyan di navbera gelên deverê de ku ji Tirk, Fars, Ereb û Kurdan pêk tên.. Divêt em hemû pêk ve li ser bingeha rêzgirtin ji hevdu, bi jiyanek ashitîyane û redkirina hemû cudayetîya netewî û olî bijîn“..Her wisa Dr. Berhem wisa got: „ Pêwîste dahat û dewlemendîyên vê deverê ji bo pêshve cûyîna civakan û xizmetkirina hevwelatîyan bên terxan kirin“.Hez ji gotinê ye, Dr. Berhem di serdana xwe ji bo Tirkîyê de bi yawerîya E. Ebawî, cîgirê Wezîrê derweyî Iraq û Behroz Gelalî, Nunerê YNK’ê li Enqerê û Balyozê Irak li Tirkîyê zincîrek civîn li gel Ebdullah Gul, Wezîrê derweyî ê Tirkîyê û berpirsên mezin ên Hukumeta Tirk cêkir.Do, roja shemîyê(01.10.2005) Dr Berhem gehîsht bajêrê Amedê û li wir ji alîyê Wezîrê candinîyê û Walîyê Amedê, berpirsên din ên saziyên hukumî li Amedê pêshwazîya wî kirin.Cavkanî: Kurdistanî NiwêW: Aso
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.