Ramyarî

Doza Etomi ya Irané di rojeva siyasi ya cihané de

Berezer · 02.02.2006 · 2 dîtin

Di dema 3 salên çûyî heta niha du pirsên balkêş bi awayekî xurt Îran xiste rojeva raya giştî ya cîhanê. Pirsa teknolojiya Etomî ya Îranê û herweha gotinên ne berpirsane û ne dîplomatîk yên Serok Komarê Terorîst, Mehmûd Ehmedînejad di vê mehê de bona hilgirtin û ji holê rakirina dewleta Îsraîlê li ser xarîteya cîhanê bûn.Di vê nivîsarê de em tenê mijara doza Etomî ya Îranê û nemaze rojeva aloz ya vê dozê di dîplomasiya siyasî ya navneteweyî de didin ber bas û dahûrandinê. Pirsa Teknolojiya Etomî a hikûmeta Îslamî ya Îranê di bihara sala 2003'an de û piştî kifş û aşkirabûna armanc û xebatên nepenî yên vê rejîma binajo ya Îslamî ji bo bidestxistina bombe û çekên Etomî û dewlemendkirina Uraniyûmê kete ber şik û gumana fermî a raya giştî ya cîhanê.Di van 3 salên borî de dosya Etomî ya Îranê bû mijara gengeşe ya dîplomatîk di navbera hêzên mezin yên cîhanî. Komara Îslamî wekî rejîmek ku piştgiriyeke xurt ji terorîzma navneteweyî û hêzên terorîst yên herêmê dike û bi rejîmeke terorîstperwer hatiye naskirin, dijî aştiya Rojhilata Navîn, binpêkirina mafên mirovan û wd... di cîhanê de bi nav û deng e. Hemû welatên cîhanê van rastiyane dizanin û gelek caran jî dipejirînin. Lê mixabin demeke dirêj û heta hin ji wan niha jî ji ber peywendiyên xwe yên aborî û bazirganiyê bi Komara Îslamî re naxwazin ji armanc û meremên qirêj û hov yên vê rejîmê tê bigihîjin.Amerîka her di destpêkê de ji armancên Komara Îslamî ya Îranê hesiya û daxwaza şandina dosya Etomî ya Îranê ji bo Konseya Ewlekariyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî kir. Piştî demekê welatên Yekîtiya Ewropayê pêşniyaz kirin ku bi rejîma Îslamiya Îranê re danûstandinê  bidin dest pê kirin, belkî  bikarin pirsgirêkê ji rêya gotûbêjê çareser bikin. Lê me dît ku biryar û helwestên Komara Îslamî ya Îranê di gotûbêjên bi YE'ê re tenê ji bo derbaskirina demê û nêzîk bûn ji armancên etomî yên wan bûn.Rayedarên Îranê her gav îdea kirine û dikin ku ew teknolojî û bernameya etomî bi armancên ne leşkerî, aştîxwazane û ji bo bidestxistina şewat, elektirîkê û wd... bi kar tînin. Lê xebat û kiryarên rejîmê %100 dijî vê îdeayê selimandine. Di destpêkê de Rêxistina Ajansa Vejena Etomî ya Navneteweyî, Yekîtiya Ewropayê û piştre dewleta Rûsiyayê pêşniyazên cuda cuda xistin ber bala rayedarên Komara Îslamî da ku dest ji bidestxistina çekên Etomî û zaxkirina Uraniyûmê ber bide. Lê her wekî me got armancên wan berevajî îdeayên nerast yên wan bûn. Piraniya welatên cîhanê bi tundî ji bernameyên Etomî yên Îranê bi şik û guman in û bidestxistina çekên Etomî ji aliyê vê rejîmê bi xeterek mezin bo ser aştî û ewlekariya navneteweyî dizanin.Niha Amerîka karî ye 5 welatên senetî yên mezine cîhanê razî bike ku hewl û xebatên dîplomatîk û gotûbêj tevî Komara Îslamî tu encameke erênî nine. Dewletên Rûsiya, Çîn û Hindistanê di wan 3 salane de piştgîriyeke xurt ji bernama Etomî ya Komara Îslamî ya Îranê dikirin. Hindî ku dem derbas dibe ev welatên navhatî jî ji helwestên xwe di piştevanî ji Îranê paşde dikşînin.Piştî ku Mehmûd Ehmedînejad di roja pêncşemî, 05.01.2006'an de ragihand ku di hefteyta pêşîn Îran dê xebatên xwe yên Etomî dest pê bike, roja 10'ê vê mehê hat ragihandin ku Îranê xebatên lêkolîn û dahûrandin li ser dewlemendkirina Uraniyûmê li hêzgeha Etomî ya Natenzê dest pê kir. Berpirsiyarên rejîmê muhr û pilompên vê navenda girîng ya Etomî şikandin û bê baldan bi qanûn û mercên navneteweyî bi rêxistina Ajansa Vejena Etomî ya Navneteweyî re xebatên xwe yên dewlemendkirina Uraniyûmê dest pê kir. Qirar e ku rejîma Îslamî ya Îranê xebatên xwe di navendên Etomî yên din de jî bide dest pê kirin. Ev gava Komara Îslamî bû sebebê nîşandana nerazîbûneke xurt ya welatên cîhanê û raya giştî ya navneteweyî dijî Komara Îslamî ya Îranê. Ev kiryara Îranê dikare wekî govan û şahidê zindî û xuya yê binpêkirina biryarên navneteweyî ji bo welatên Ewropayê, Rûsiya, Çîn û wd.. re bihê zanîn û bi tevahî ji wan re biselime ku armancên vê rejîmê dijî ewlekarî û aramiya Navneteweyî ye û şandina dosya Etomî ya Îranê ji bo Konseya Ewlekariya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî bileztir û hevalbendiya cîhanê dijî hikûmeta Îsalmî ya Îranê hevgirtîtir bike.  Piştî ku welatê Îranê bê izin xebatên xwe yên Etomî dest pê kir, Wezîrên Derve yên 3 welatên Ewropayê Birîtanya, Fransa û Almanya roja pêncşemî 12.01.2006’an civîneke awarte li ser pirsa Etomî ya Îranê li darxistin û piştre dan xuya kirin ku gotûbêj û danûstandinên Etomî bi Îranê re bi dawî hat û ew dixwazin Konseya Ewlekariya RNY dozê bişopîne.Şandina Dosya Etomî ya Îranê bo Konseya Ewlekariyê ya RNY çiqas dê cî bi cî bibe, dimîne ser xebat û danûstandinên dîplomatîk yên raya giştî ya cîhanê... . agiri, art. H. Artos

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.