Ramyarî

Dostê kurdan nivîskar Harold Pinter koça dawîn kir

Rojhat · 25.12.2008 · 2 dîtin

Dostê kurdan nivîskar Harold Pinter koça dawîn kir

Nivîskar,senarîst,helbestvan,derhênerê tîyatroyê û aktorê  îngîlîz yê xwedî Xelata Nobelê ya Edebiyatê(2005) Harold Pinter duhî şev di 78 saliya xwe de koça dawîn kir.  Pinter di nava kurdan de jî wek "dostê kurdan" dihat naskirin û Pinter di lîstika xwe ya bi navê “Zimanê Çiya”(Mountain Language) de ku lı 1985-an nivîsîbû, qala rewşa kurdên li Tirkiye,Îran,Sûriye û Iraqê dike. Herweha 4 sal berê jî li dijî projeya Bendeva Ilisûyê kampanyayek dabû destpêkirin.  Pinter 2 car zewcî bû û jina wî ya nuha nivîskar Lady Antonia Fraser e.  PUKMEDIA

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.