ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Haci · 12.08.2006 · 2 dîtin
Hevpeyivîn bi doktorê Mehemed Uzun ê li Diyarbekirê Dr. Adem Avcikiran reHevpeyivîn: Keya ÎzolDOKTORÊ Wî HEVALÊ WÎ YÊ ZAROTIYÊ YEHevpeyivîn bi Dr. Adem Avcikiran reHevpeyivîn: Keya ÎzolNivîskarê Netkurdê Keya Îzol bi Mehemed Uzun re ji Stockholmê çûbû Diyarbekirê. Ev nêzî mehekê ye ew li wê derê li gel Mehemed Uzun û doktorên wî di nav peywendiyan de ye. Wî bi doktorê Mehemed re hevpeyivînek li ser rewşa wî ya li Diyarbekirê kir. Doktorê Mehemed Adem Avcikiran, serokê Yekîtiya Doktorên Diyarbekirê ye. Ew her wiha hevalê Mehemed ê zarotiyê ye. NETKURD- Kekê Adem tu dikarî ji bo xwendevanên Netkurdê piçek behsa xwe û wazîfeya xwe ya li Yekîtîya Doktorên Diyarbekirê (YDD) bikî?- Ez panzdeh sal in di nav YDD de dixebitim. Wek endam min dest pê kir, piştî wê çend salan şûnde ez ketim hilbijartinê û bûm endamê Komîteya Birêvebir. Di vê navbênê de jî ez bûm sekreterê giştî yê YDD. Di hilbijartina Gulana 2006ê de ez ji bo du salên pêşîya me ez bûm serokê YDD. Xebata YDD pêşîya her tiştî parastina tendurustîya gel e. A din jî maf û hiqûqê doktoran û bi tevayî li ser xebata wan a giştî ye.- 13 ê meha tîrmehê nivîskarê kurd Mehemed Uzun ji bo berdewamîya tedawîya xwe ya tendurustîyê hat Diyarbekirê. Di vê pêvajoyê de rola te çi bû ?- Berîya vê şeş mehan ji ber ku Mehemed hevalê min ê zarotîyê ye ji bo vê yekê em hertim ji hev agahdar bûn, min nexweşîya wî jî di destpêkê heta îro dişopand. Wexta li Stenbolê dûvre li Swêdê li nexweşxaneya Karolinskayê û herî dawî jî li Bostonê min tim bi telefonê derheq tendurustîya wî agahdarî werdigirt. Di van rojên paşîyê de min fahm kir ku Mehemed dixwaze were Diyarbekirê. Min jî bi hevalên xwe yên doktor ên pisporên vê nexweşîyê têkilî danî û bi wan re li ser hazirî û tedawîya wî me civîn kir. Me biryar da ku em ê wî li nexweşxaneyeka taybetî mêvan bikin û li wê derê dest bi kemoterapîya wî bikin.- Ez bi xwe jî wek refaqet bi Mehemed re hatibûm. Nêzikî mehek e ku ew mêvanê we ye. Tu dikarî hinek behsa hestên xwe derheq hatina wî ya Diyarbekirê û pêşwazîya kurdan bikî ?- Wexta me Mehemed ji balafirxanê anî nexweşxanê ji min re got; ‘’Ez hatim ser axa xwe û cem heval û dostên xwe û dixwazim jîyana xwe heta dawîyê li Diyarbekirê bidomînim. Ez ji bo jîyanê hatim ji bo mirinê nehatim vê derê. Bila vêya herkes bizanibe.’’ Wexta me ew ji balafirxaneyê anî bi hezaran kes pêşwazîya wî kir, keç û jinên kurd dilîrandin, çepik lê dixistin, bi yekdengî digotin -Tu bi xêr hatî welatê xwe!.Bi sedan erebe dan paş ambûlansa ku Mehemed tê de bû heta ber nexweşxaneya Veni Vidi wek konvoy dom kir. - Qasê ku ez dibînim ekîbekî (team) doktoran bi şev û roj bi Mehemed re mijûl dibin. Pisporîya wan çi ye û ew di kîjan şertan de karên xwe pêk tînin ?- Doktorên ku bi Mehemed re mijûl dibin hin ji wan akademîsyenên gastroentrologi, onkoloji, endokronoloji, hematoloji, pulmonoloji, algoloji, kardiyoloji, uroloji, kardiyovaskuler cerrahï û cerrahîyê ne. Tev wek ekîbekï di nav disîplîneka rêk û pêk li ser wî kom bûn û konseyek pêk anîn. Hemû biryarên derheqê tedawîyê ji vê konseyê derdikeve. Ji ber ku nexweşîya Mehemed giran e karê doktorên wî jî gellek zehmet e. - Ji her kategorîya civata kurd bi hezaran meriv li derdora nexweşîya Mehemed civiyan. Ev li Diyarbekirê atmosferek erênî pêk anî. Bi bawerîya te rewşeke wiha tesîrek çawa li ser nêzîkbûna kurdan dike?- Hemû merivên Dîyarbekirê li dor Mehemed diciviyan û bi hev re diaxiftin. Wê wextê yek armanca wan hebû. Ew jî rehetbûna Mehemed bû. Wekî din kesî behsa tiştekî din nedikir. Nexweşxana Veni Vidi qata 7an bûye cîhekî wek dawet û şahî ji bo tendurustîya Mehemed. Evê atmosfereka gellek pozîtîf ava kir û kurd jî helbet bi vî awayî nêzikî hev dibin.- Gelek doktor, (hejmara wan nêzikî 10-12 ne) di nav ahengek rêk û pêk de bi tedawîya Mehemed mijûl dibin. Ev aheng û koordînasyon karekî ne wer pir hêsan e. Serketineka wiha çawa pêk hat?- Em ji bo ku vî ekîbê çêkin me li ser hev çend civîn kir. Pêşîyê em çar pênc doktor bûn. Lê dûvre doktorên din ku bihîstin ku nexweşîya Mehemed hewcedarîya pisporîya wan e ew jî li nav wê ekîbê kom bûn. Hejmara me derket 10-12 doktorên pispor. Bi wî awayî di warê doktoran de tu kêmasî nema.- Wek hûn jî dizanin ku doktorên Swêdê êdî dev ji tedawîkirina Mehemed berdabûn û digotin ku emrê wî zêde nemaye. Behsa çend rojan û heftan dikirin. Em dikarin bibêjin ku doktorên Dîyarbekirê mûcîze diafirînin ? Û rewşa wî ya dawîyê çi ye ?- Em ne razî ne li hember doktorên swêdî tiştekî çewt bibêjin. Ew jî meslekdaşên me ne. Konsepta tedawîya wan çawa ye ez nizanim lê belê wexta Mehemed hat cem me halê wî pir xirab bû û nexweşîyê lê zor kiribû. Parametreyên xwîna wî kêm bûbû. Me sê çar rojan tedawîyeka taybet a destekê pêk anî. Piştî wê piçek hat ser xwe û me dest bi kemoterapîyê kir. Ji kemoterapîya yekemîn pir fêde dît. Lê hinek komplikasyon derketin pêşîya me. Me ew jî bi awayekî berteraf kirin. Tedawîya wî ya çaran jî qedîya. Em ê heta şeşan dom bikin. Dûvre jî ji bo ku em bikaribin tesîra kemoterapîyê fahm bikin em ê kontrolek esasî pêk bînin. - Heger kurd ji bo xebatek wiha hêja bixwazin doktorên Diyarbekirê xelat bikin, bi bawerîya we ev divê xelatek çawa be? - Ji bo doktorên Mehemed Uzun xelata herî mezin rehetbûn û rabûna wî ye. Wekî din em ji kesê tu xelatê naxwazin.- Gotina te yê dawî - Gotina min a dawî ew e ku Mehemed hevalê min ê çel salî, bû hedef ji bo nexweşîyeka giran û xedar. Ez jî ketim nav ekîba doktorên wî û ji bo wê gellek caran ez bêçare mam. Lê belê Mehemed nexweşekî pir mulayim e, qet ji me re zehmetî dernaxîne. Tim wisa dibêje ‘’Ez ê ji vê nexweşîyê xilas bim, lê belê em ê tev bi hev re têkoşîn bidin. Doktorên min ên delal hûn çi bibêjin ez hazir im.’’ Wexta ew wisa dibêje çavên min tije hêsir dibin. Lê belê em li cem wî tiştekî bellî nakin. Hêvîya me ew e ku em doktorên wî yên Dîyarbekirê mûcîzeyekê çêkin û Mehemed ji vê nexweşîya giran xilas bikin. Îro berî ku em vê hevpeyîvînê bikin halê wî gellek baş bû, rûyê wî biken bû. Me pê re gellek sohbet kir. Wî got ‘’ Ez îro xwe gellek baş hîs dikim. Cara pêşîyê min dikaribû ji kovarekê maqaleyek bixwenda.’’ Hêvîya me xurt e, moralê me baş e û têkoşîn ji bo rehetîya Mehemed dom dike.NETKURDAkt: C.A
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.