Divê piştevanên dagirkerên Kurdistana bakur jî baş bêne naskirin | Kemal TOLAN
07.09.2010 · 2 dîtin
Divê piştevanên dagirkerên Kurdistana bakur jî baş bêne naskirin û hevkariyeke netewî ya Kurd çêbive !
Weke ku ez di rûpelên dîrokê de dibînim, wisa jî gelek rewşenbîr, zane, lêkolîner, nivîskarên xerîb û Kurdan jî li gor fikir qeneata xwe da dane xwanê ku, ji dewrana şaristaniya mirovatiyê destpêkiriye û heta vî qirnê dawî jî, aboriya gelek bapîrên me Ezdahiy(Kurd)an li ser xwedîkirina çandina erdan, bi jiyana koçertiyê, yanî xwedîkirina pez û dewar(sewal-heywan)an ve girêdayî bû. Ji ber vêye jî gelek bav-kalên me digotin û hêjî dibêjin, di demên berê de kesî nikarîbû tenê di nav herêmekê anjî welatekî de bimîne û kesî pir giringî ne dida sînoran. Ji xwe heta ku dagirker ne ketibûne nava me Kurdan hemû beg, mîrek, serokê konfedrasiyon û eşîrên me Kurdan di nav civak, ol û herêmen xwe de xweser(otonom) bûne.
Çi gava ku rewşenbîr, zane, lêkolîner û nivîskarên me Kurdan bikaribin, li ser vê dîroka me ya derbas buyî, dagirkeriya Kurdistanê û bi taybetî jî li ser ya afîrender û piştevanên tasavvuf û qelenderîtiya li Mezopotamiyayê hene baş lêkolîn bikin, emê hingê bivînin ku piraniya dagirkeran ji nava bazirganîvan, beg, mîrek, serkê konfedrasiyon û eşîrên me Kurdan derketine. Her weha, wê baş eşkere bive ku felsefa piraniya mistîk, alîm, muftî, tasavvufçî anjî qelender(tarîqetçî)ên li rojhilatanavîn û heta qafkasya yê heyî, ji nava rûhanî, xas, alim, pîr, dede, şêx û dewrêşên Kurdan derketine.
Her weha çi gava ku rewşenbîr, zanayên dînî, lêkolîner û nivîskarên Kurdan bikevine nava zanîna ilm û qewlên Ezdahîtiyê(olperestiya xwezayî, dilpaqij, ku ne li ser navên hinek merivan tênaskrin û doza mafê hemû civak, nijad û olnên li ser ruyê cîhanê hene wekehevûdinê nasdike.), ewê bivînin ku meriv ji berê ve ji bo berjiwendiyên kesayetî, bazirganî û desthilatdariya xwe bihevûdinê ketine, ji eqs(rik)a hevûdinê ra bûne-dibin Sumerî, Mîtrahî, Mazdaî, Sasanî, Zerduştî, Cihu, Budîzmî, Nesturî, Musevî, Asûrî, Suryanî, Xirîstiyan, Manî, Elewî, Yarasanî, Ehlî-Heq, Şabak, Sabî, Dûrzî, Şîî, Misilman, û hwd.
Li goriya dîtina min, divê rizgarîxwazên Kurd bikaribin eşkere û li her deverê rast bibêjin ku, siltan, padîşa, xelîfe, melîk, kizîr, şah, qiral, mîr, beg, bazarganîvan, walî, axa, jendirme û berpirsyarên hemû baylozxanên dewletên metîngehkardîroka heyî(bahskirin û nivîsandinên civakên desthilatdar) li goriya berjiwendiyên kesayetî û desthilatdariya xwe nivîsandine. Ewan bi hemd, zanistî û bi zilma asîmlekirna xwe nakokî-cûdatî xistine nav çande, perwerde, raman, nêrîn û bawriyên me Kurdan.
Jixwe ji ber ku ev pirsgirêk, nakokî û cûdatiyên di nava ol û civakên Kurdî de hene, hêjî ji aliyê piraniya rewşenbîr, rojnameger, nivîskar û niştîmanparêzên Kurdistanê ve baş ne hatine gengeşekirin û zelal ne bûne, dijminê gelên me hêjî weke berê amedebûnên makezagon, qanûn û reformên xwe bi me Kurdan ra qet gengeşe nakin. Ew „demokrasî“, „hilbijartin“ û „refenrandum“ xwe timî bi zilma hukumdariya xwe bi me didine pejirandin. Ew hêjî bihemda xwe fitne, xezeb û neqencî berdane-berdidine nava civak û olên Kurdî. Hêjî me kurdên Êzdî, Misilman, Elewî, Yarasan, Ehlî-Heq, Şabak û hwd. li ser navê olê, bi fatwa, nivişt, fahlik, çîrok û xewnên xwefiroşan dixapînin û me Kurdan bi destên „bira“yên me didin qirkirin.
Bi dîtina min heta ku dezgeh, sazî, rewşenbîr, zanayên dînî, lêkolîner û nivîskarên Kurdên li bakurê Kurdistanê jî hevkar û piştevanên dagirkerên Kurdistanê baş nasnekin, wan rast nedine naskirin, van pirsgirêk, cûdatî û nenasînên ku di nave çande, civak û olên Kurdî de hene ji gelê me re zelalnekin û hevkariyeke netewî ya Kurd li bakur jî çênekin, wê Kurdên desthilatdar û hevalbendên xwe hêjî gelekî me belangazên KurdênÊzdî, Misilman, Elewî, Yarasanî, Ehlî-Heq, Şabak û hwd. ji bo fikir, remanên dagirkeriya xwe û berhemên xerîban biêşînin. Ewê hêjî gelek nifir û kiryarên kirêt li ser mafên serxwebûna ol û azadiya barketiyên Kurdistanê berdewam bikin!
Lewma jî dibêjim, heta ku piştevanên dagirkerên Kurdistana bakur jî baş neyêne naskirin û hevkariyeke netewî ya Kurd li bakurê Kurdistanê çênebe, tenê bi erê, na anjî boykotkirina „refenrandum“an mafên serxwebûna ol û azadiya Kurdan qet nayêne naskirin.
Çi gotine pêşiyên me : “Ku meriv xwe bi destên xwe nexurîne xura meriv naşkê !”
Kemal Tolan
23.08.10