ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Kawa Emîn · 04.01.2009 · 2 dîtin
Stockholm - Foruma Dîroka Zindî ya Swêd’ê li roja 11/12/2008an de bi hevkariya Komeleya Gulan, li paytexta Swêd Stokholm’ê semînereke berfireh bi navê 'Zordariya Rejima Baas ya Li Ser Kurdan' bi amade kir. Di semînarê de 200 siyasetvan û pisporên amade bûn. Di axaftinên formê de hemû beşdaran dozê kir ku qetlîamên enfalê wek jenosîd bê naskirin. Eskil Frang Rêveberê Forma Dîroka Zindî ye. Destpêka civînê li ser mijara enfal û Erebkirina Kurdan ji aliyê Rejima Baas ve bû. Herwiha Eskil di axafitina xwe de behsa Hikûmeta Herêma Kurdistan’ê kir: "Kes bi mîsogerî nizane dahatûya wê hikûmetê wê bigijje kuderê. Lê ya xelk dizane ewe ku pêwîste ew gele bi azad û mîsoger jiyan bike.” Eskil ji Rûdaw’ê re ragihand; ‘’Heta niha me ji bo komkûjiya Enfal ê karekî ciddi nekiriye. Di wê baweriyê de me niha dem hatiye ku xelkê di derbarê komkûjiya enfalê de agahdar bikîn.” Di despêka semînerê de ji bo bîranîna qûrbaniyên enfal û Helepçe, hunermendê Kurd Ednan Kerîm strî. Paşê filmê 'Dayikên Min' hati nişandan ku derhêner Zehawî Sincawî bu. Fîlm behsa jiyana enfaliyên Barzanî dike. Endamê Partiya Sosyalîst Demokrat a Swêd’ê Parlementer Frêdrîk Malim vê semînerê birêvebir: "Balefirên şer yên Awrûpa li ser Helepçe nezivirîne û ew bajar bombebaran nekirîne. Lê ew maddeyên jahrê yên Awrûpiyan bûn. Netewên Yekbûyî di wextê enfalkirina Kurdan de biryar negirt ambargo deyne ser İraq’ê. Lê piştre dema İraq, Kuweytêe dagir kir û petrol ket metirsiyê, ew kar kir û niha dereng ket.” Di semînerê de Serokê Rêxistina Jenosid a Cîhan’ê Prof. Gregory Stanton ku di heman deme de mamostayê Zanistgeha Marî Washington a Virjinya ye jî axivî. Prof. Stanton di îlona 2008an de serdana Başûrê Kurdistan’ê kiribû: ‘’Dibe ku hêjmara qûrbaniyên enfalê ji 182 hezaran zêdetir be. Piştî şerê cîhanê yê dûyem, li cîhanê cara yekem kîmyabaran li dijî Kurdan pêkhat.’’ Prof. Stanton behsa rewşa niha ya Kurdistan’ê jî kir û bi dijwarî rexne li Dewleta Tirk girt ku rojane Başûrê Kurdistan’ê bombebaran dike: "Ez bi hêvîme Kurd jî bibin xwediyê dewletek xwe ya serbixwe.” Piştre jî panelek ji bo Endama Kurd ya Parlemena Swêd’ê Amîne Kakebawe, Nûnerê Xaça Sor ya Swêd’ê Hogo Rînkbêr, Profesorê Zanîngeha Stokholm’ê İngrid Osterdal û Dr. Grogry hat lidarxistin. Di panele de her yek ji wan dîtina xwe ya di derbarê enfalê de kirin û piştgiriya xwe ya nasandina enfalê wek komkûjiyekê bê naskirin xuyakirin. Eksil di bersiva pirsek ya Rûdaw’ê ya derbarê; ji bo enfal wek jenosid bê naskirin pêwîste çi bê kirin de wiha got: "Ez nizanim helwesta Swêd ya di vê têkiliyê de çiye. Li gor min komkûjî beşekî yasayî ye û pêwîste bê xistina li nav hinek çarçoveyan.” Rêveberê Komeleya Gulan, Selah jî di daxûyaniya Rûdaw’ê de wiha got: "Ev civîn berhemê 3 sal westandin û amadekariya me ye.” Rêveberê Yekitiya Azad ya Ciwanan ku bi Yekitiya Nîştîmanî ya Kurdistan’ê ve girêdayî ye, Şoreş Qadir Dansaz çend rexne li semînerê girt. Balê kişand ku şahidek enfalê nehatibû dawetkirin: "Ez gelek ji gotinên Profesorê Amerîkî razî me û bi taybet jî di wê baweriyê de bû rêya çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn ewe ku herêm ji nû ve bê parvekirin. Amîne Kake Baweş behsa pirjiniyê anî holê û tû têkilî bi enfalê ve nebû.” Semîner piştî pêşkêşkirina Fîlma Dayikên Min bi dawî bû. Serokê Formê Frêdrêk Malim semînerê wiha bi dawî anî: "Ez piştrastim vî filmî herkesî xist nava girî. Spasiya hatina we dikim û ez jî herwekî di sîrûda Ey Reqîb de tê gotin dibêjim: Kurd Zindî ne.” Ji Rudaw.net
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.