Ramyarî

DIVÊ EM ÊZDÎ JÎ KÊMASÎ Û BAȘIYÊN KU JIYANA ME GUHASTINE NASBIKIN !

Kemal Tolan · 23.11.2009 · 2 dîtin

DIVÊ EM ÊZDÎ JÎ KÊMASÎ Û BAȘIYÊN KU JIYANA ME GUHASTINE NASBIKIN ! Ez xwe zahf bextewarim dibînim, ku min karîbu bi guhirandina demê ra gelek veguhastinên paș û pêșxistina çanda Kurdî li Ewrûpa yê bivînim. Gelek ji we xwndevanên birêz jî dizanin, ji xwe tiștê ku heta vêga ji min hatiye, min di gotarên xwe da gelek caran bahsa van kêmasî û bașiyên ku jiyana me ya gundan e û civaka me ya li diyasporayê guhastine kiriye. Weke mînak: Hûn dikarin ji kerema xwe ra binêrin, min hêja di sala 1994 de li ser babetê „QELEN Û ZEWACê(*1)“, di sala 2002 de li ser „DAWET, ZEWAC Û JIN BERDANA ÊZÎDIYAN (*2)“ ya li welat û di sala 13.05.2005 de jî li ser „HINEK PIRSGIRÊKÊN HATIN Û HELANDINA ÊZDIYÊN LI ALMANIYAYÊ(*3)” nivîsandiye. Vêca, niha jî dixwazim dîsa li ser hinek veguhastinên ku çanda me paș anjî pêșxistine û bi taybetî jî yên li ser dawet û zewaca me Êzîdiyan ya li Almaniya yê bînime ber çavên we xwandevanên birêz. Li goriya dîtina min, hinek kêmasî û bașiyên ku jiyana me ya gundane, bi taybetî jî yên rewșa civaka me ya li diyasporayê guhastine anjî paș û pêșxistine weha ne: Veguhastinên baș: - Rencberiya ji bo qelenê bavê keçan û birçîbunê nema ye. - Keçik û jinên ku ji welat dianîne Almanya yê û ji bona peran bi hinek mêran ra dizewicandin ne mane. - Aboriya kesayetî û malbatê pêșketiye - Êdî, neferên malê zêdetir hiz ji bedena xwe dikin, gelek pêdiviyên xwe bi tenê dest dixînen, kes kêm destên xwe li ber hevûdinê vedikin, her kes bi dilê xwe dixo û vedixo, qedexên çuhin û hatina hinek deveran anjî ba hinek kesan tenê re rakirin. - Cûdetiya di nava xwandina keç û lawan de gelekî kêm buye. - Fersend û azadiya ku, qîz û xort li goriya dilê xwe hevûdinê bivînin, nasbikin û bizewicin gelekî zêdetir buye. (Mînak: 1 - http://www.youtube.com/watch?v=HS4qwFgPgVU&feature=related 2 - http://www.youtube.com/watch?v=0-radh9qkzo ) - Gelek sedemên ku dê û bav zewaca bêdil pêktînin radibin. - Zewaca, bêdilê ciwanan û tenê di nav malbatên pismam û nasan de hêdî hêdî namîne. - Gelek dê û bav qîzên xwe hew bi peran difiroșên û li dijî qelen standinê ne. (Spas ji bo wan hemû kesên ku pêșengiya vê serhildanê bi rûmet kirine û hêjî dikin.) - Êdî, mahr birîna bûk û zavê ne tenê bi șadetiya dû nas anjî pisman û di odeyekê tê birîn. Niha gelek ji me mahra zarokên xwe, bi pirs û daxwaza vekirî û di nav berbûriyan de dibirin. - Temenê zewacê mestir dibe. - Zewaca ji jinekê bêhtir kêmtir dibe. - Șerma lêxistinên amûrên mûzîkê rabuye û degera hûner zêde dibe. - Êdî, bi sedan kesên Êzdî(ciwan, jin, mêr, zarok..) jî dikarin di rojên șahî û șînan de û bê hevçûnșerderxistinekê bêne cem hevûdinê kombivin. (Mînakek: http://www.youtube.com/watch?v=BeXVdt5hCTI&feature=related ) - Gelek ciwanên me êdî bi rêbazeke zanebûn û rastiyê li gel hevûdinê rûdinin. (Mînakek: http://www.youtube.com/watch?v=-TVmfPJvkV0&feature=related ) - Her keç û xortekî me li goriya zanîn û mecalên xwe aboriya șexsî pêșve dixîne. - Hevaltiya ku keçek bi xortekî bidilê xwe ra bigere zêde dibe. - Serdestiya mêr li ser jinê radibe. -Hat fahmkirin ku olperestiya Ezdayetiyê jî li dijî zewaca bêdil e. - Hate naskirin ku di Ezdayetiyê de jî hatiye gotin ku, gava zewac bi hezkirin û bi hurmet dest pêbike, wê jiyana meriv hêsantir û rûmeta meriv jî mezintir be. - û hwd. Veguhastinên ne baș: - Șerme ku gelek kes hêjî di nav gemara eșîrtî û nezaniyê de têne gevizandin. Nahêlin ku çavên zarok û jinên wan vebe. - Vêga hêjî hinek dê û bav nabînin, gelek ciwanên ku bêyî dilê xwe zewicîne dev ji perwerde, kar, mêr anjî jina xwe berdane, çûne gehîștine xerîban û pêwendiyên wan bi civakê re ne mane. - Di nav gelek malbatan de êdî, neferên kulfetê malê kêm alîkariya madî û manewiyatê didine hevûdinê. - Kêm kes êdî di dawet û cejnan de libas(cilk)ên Kurdî li xwe dike. - Șert û mercên çuhin - hatina nav malên pismam û nasan kêm dibin. - Neferên malbatê hindik hevûdinê dibînin û nasdikin. - Di wexta hezkirênê de axaftin, xwandin û nivîsandina zimanê zikmakî ku Kurdî ye xerabtir dibe. - Hêjî gelek ciwanên me hene nikarin bi fahmdarî li dijî tahdeyî û șașîtiyan derkevin. - Hezkirin û xwedî li derketina pîr û kalan hindik dibe. - Zine, xapandina zewacê, jin berdana bi kêfî û xwedî lê nederketina zarokên ji zewacê dimînin zêdetir dibe. - Stranên Kurdî yên ku di wexta bûk ji mal bavê derdixistin, trașbûna ser-ruyê zavê û kiras lêkiran bûkê bi devkî dihatine gotin û hinek lîstikên dîlanên çandî rabûne. - Kes hew gelek curên dilanên Kurdî nasdike. - Lêxistina hinek amûrên mûzîkê û stranên ku peyvên wan nayêne fahmkirin dîlanên Kurdî xeradikin. - Gelek rêxstin, mal û komelên Kurd(Êzdî)an nikarin ji pirsgirêk û daxwaziyên ciwanan yên li ser naskirin û pêșxistina çanada Kurdî re xwedî derkevin. - Gelek kevneșopiyên kevn winda dibin, her weha gelek peyvên kevn di jiyan û ferhenga nû de nayên anjî kêm têne bikaranîn. Mînak: kêm kes dizane ka xwazgînî, șermrevandin, șîranî, ezepî, bûk siwarkirin, birina zavê y aber darika zavetiyê, xemlandina darika zavetiyê ya li ser banî-xanî-ciyê bilind, cirîd avîtina hespan, nanê kulor û kevçiyê li destê dayîka kal(anjî xwesiyê), șikandina sewîlkê tije xwarinên șêrîn û li destê dayîka zavê, sêv avîtina serê bûkê, kêf û șahiya wexta zarokan xwe di avîte ser pere û xwarinên di nav sewîlkê hatî șikandî de, rola birazava çiye? - û hwd. Ji xwe min di gotareke xwe ya bi navê “DI ÊZDIYATIYE DE REFORMÊN LI GOR XWASTIN AN JI NE XWASTINÊN ME ÇEBUYI GELEK IN de jî gotiye, tu dîn, evd û rêxistin nikarin li hemberî buyerên ku li gorî dewran anjî xwezayî têne guhastin derkevin û ewê ji îro pêde jî nikaribin hinek guhastinen çêbivin rawestînin. Em tev jî dizanin ku Êzdiyatî dînekî xwezayiyê ye, reform jî ne bi gotinan tenê û ne li gor daxwaziya çend evdan çêdibin.“ (*4. Rûpel: 398). Ez di dawiyê de dîsa dibêjim, șikir ji EZDA yê me ra ku, vê azadiya li vî welatê ku em niha tê de dijîn, hinekî fersenda jiyaneke serbuxwe da me. Oldenburg, 22.11.09 Kemal Tolan *Çavkanî: 1- Kemal Tolan, DENGÊ ÊZÎDIYA – Gulan 2006 hejmar 3 rûpel 18 2- Kemal Tolan, http://www.avestakurd.net/arshiv/avesta31/kemal%20tolan.htm , Hejmar 31, 01 Îlon 2002 3- Kemal Tolan, www.pen-kurd.org/kurdi/kemal.../hinek-pirsgireken-helandina-ezdiyan.html 4 - Kemal Tolan, NASANDINA KEVNEȘOPÊN ÊZDIYATIYÊ-430 rûpel e û ji aliyê Weșanên PÊRÎ (ISBN 975-9010- 55) ve hatiye weșandin. 2006.

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.