ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Eskerê BOYîK · 22.12.2006 · 2 dîtin
Di nav Kurdên êzdî da eva nava navekî pir belabûyî, hizkirî û pîroz e. Tu êleke Êzdiya tune,ku navê Şêx Mîrza nizanbin û stiranên derheqa wî da neyên gotin. Li nav civaka Êzdiyan daew bûye efsene, simvola mêranyê, culetyê, bêqelpyê û parastina bawarya êzdîtayê. Lê çiqas jîew navekî hizkirî û belabûyîye payê vê civaka Êzidya ya pirê derheqa şexsyeta Şêx Mîrza,jîyana wî û bûyarên dîrokî yên dora qetlyama êla wî da qewimî kêm zanin. Êl ji hev belabûye, bûyar nehatine nivîsar, ji wan qewimandina çend bavik derbaz bûne û xêncî hineksitiranan, bîranînên zarkî kêm tişt mane û kêm kes jî rind wan bûyarên rojên buhurî zanin.Stiran û çîrokên ku têne gotin jî pir kurt û sade ne, gelek tişt ji çîrok û stranên din ketine li navwan. Gelek tişt bawarya mêriv naynin.Tê bîra min, dewya salên pêncîyî, wextê hê ez şagirt mektebê bûm, gundda oda me hebû. Netêlêvîzyon bû, ne radyo, tiştê mijûlbûnê kêm bûn û payîzê destpkirî heta axlêvê gundda karêgundîtyê jî tune bû, mêrên gund yên navsere him sibê heta nîvro, him jî êvara oda me da topdibûn. Ode dibû wek mekteba zargotinê: çîrok, serpihatî, kilam, henek... Her tişt dihate gotinû pir baş dihate gotin.Wê demê pir cara çîrok û sitirana Şêx Mîrza jî digotin. Derheqa bûyarên navê wîva girêdayîbîr tanîn..Şêxê gundê me Şêxûbekirî bûn. Digotin mala Şêx Hemze. Mala wan mala a’limabû. Derheqa şêx Hemze, zanebûn û kiryametê wî da gundya tiştê ecêv gilî dikirin. Şêx zûdaçûbû rema Xwedê, lawê wî êdî camêrne navsere bûn. Pênc bira bûn. Şêx Elî, Şêx Efendî, ŞêxSihîd, Şêx Îsmayîl û Şêx Kamil. Sê birayên mezin, ji nzarênxwe va li bajarê Tilbîsê dadijîtin, lê kekê Îsmayîl û kekê Kamil gundda bûn. Bira tev jî ( yen Tilbîsê jî dema dihatingund) li oda me dibûn mêvan. Nexwendî bûn, lê ber dilê min da her yek ji wan pirofêsorekîfolklorê û ulmê bawarya Êzdîtyê bû... Meriv bi roja rex wan rûnişta îciz nedibû. Mijulbûnawane nava civakê pir xweş bû û qedrê wan jî di nav Êzdyên wê heremê da mezin bû.Min pêşyê him çîrok, him jî kilama Şêx Mîrza ji wan bihîst. Paşê çîrokbêjê gundê me ElyêFetî, ku rastî jî xizna zargotinê bû, dema min li zanîngehê dixwend û min gavên nivîskaryaxwe ya ewlin davît ewî çîrok û kilama Şêx Mîrza min ra got û min nivîsî. Bêtifaqya li navagelê Kurd, dîrok û qederan Kurdên Êzdî, bindestî û perçebûna Kurdistanê, rast gotî rehetînedida min. Min dixwest roman binivîsya. Ev çîrok dikaribû bibya firêta wê romanê... Min jidevê hineke din jî ew çîrok û kilam nivîsîn. Melûmetî berev kirin. Lê nivîsar nedihate stendin.Ji bo matêryalê dest min da gelekî kêm bûn, pir bûyaran li hev nedigirt, kilam jî ne weke hevbûn, bûyar tevlihev bûn, cîyê bûyaran, jîyana wê civakê ra nenas bûm, cêribandina mintunebû, gelek erfedetêgelê kurd ji min ra terî bûn...Ez bi heftya rûdiniştim, min dinivîsî,dinivîsî lê nivîsa min li min xweş nedihat û min terk dida, dîsa demek dikete navê dîsa mindest pê dikir... Wedek hat, ku ez xwe ji wê fikirê û wê belê xilaz kim çi nivîsar û matêryalêmine li ser Şêx Mîrza hebûn min qelaşt û avît. ( Xwezi min ew yek nekira).Naveroka çîroka, ku apê Elî min ra gotibû bi kurtayî wa bû (tê bîra min). Şêx Mîrza serokê êlaAnqosa bûye. Digotin ser keceke Êzdî, navê kîjanê Şîrin bûye, kîjanê musulman bi zorêdixwezin xwera bivin, navbera Êzdiyan û Musulmana da şer çê dibe. Mêr têne kuştin.Dewleta Romê Şêx Mîrzayê, serokê wê êla Êzdiyan digrin û davêjne zindana Dîyarbekirê.Welyê Diyarbekirê Reşît paşa qewlê datîne ber Şêx yan musulmanbûn yan dardakirin. Şêxtexmîn dike, ku xilasbûna wî ji welyê zalim tune, cawê dişîne pîreka xwe ra dibê xencera minbike nav şîr, bimeyîne bike mast û minra bîne, usa ku kes tê dernexe. Jina wî usa jî dike.Xencer zindanê da digihîje Şêx. Lê ji bo nava şîr da kelya bû qevza xencerê qels dibe... Rojadin Reşît paşa, giregirê dora xwe va gazî Şêx dike bal xwe, Serayê. Serayê da ew û gelekwezîfedarên dewletêye bilind rûniştî bûne...Paşa dixweze qerfê xwe Şêxê Êzdiya bike, usabike ku Şêx xwe bavêje lingê wî...Lê Şêx nişkêva mîna şêrekî ji cî banz dide, hukumî li serhazira dike û wan dide ber xencera... Lê ji bo nav şîr da xencere kelandî bûye, qevza xencerêdêst da dişkê. Şêx tê kuştin.Apê Elî sond dixwer, digot camêrekî Ermenî jêra gilî kirye, gotye: „ Dema Şêx Mîrza Serayêda teva dide ber xencera yên dimirin, yên birîndar dikevin, Şêx dêrîra direve derva. DibênŞêxê xilaz bûya ... Lê giva yekî Ermenî, dostê Şêx, ku li wur ber dêrî serayê sekinî bûye. Ewwê hêwarza hundur Serayê da dibîhî, difikire dibê: „Şêx kuştin.“ Ku ber dêrî wî nebînin, didekevirekî jora dêrî disekine... Ewî tirê Şêx Mîrza hatye kuştin, dêrî ra yekî din dertê. Û kevirêdestê xwe da davêje ser serê yê dêrîra dertê. Kevir serê Şêx dikeve. Şêx ji derba kêvir ber derêseryaê dikeve erdê. Şêx divîne dostê wî ew birîndar kir. Difikire, dibê: „ Duste min jî pijminva qelpe“, dibêjê, filankes ez naxwezim cinyazê min bikeve destê cindirmê osmanyê,werê bikeve bin milê min, em ji vira birevin. Dostê wî nêzîk dibe. Eva beristya cilê dost digreû bi xencerê pişta ustyê wî dixe.“ Paşê cindirmê Şêxê birîndar bi rima dikujin. Giva dostê wîqenc dibe, lê ji derbê kûz dimîne û heta kalbûna xwe jî dijî. Giva ew Ermenyê ev çîrok apê Elîra gilî kirye ewî bi xwe jî ew dostê Şêx Mîrzayê dîtye û dost bi devê xwe jî derheqa wêbûyarê da jêra gotye.Paşê min hinek tişt ji çevkanyên zargotina Ermenya da xwendin. Navê Mîrza, Mîrzik di wanra derbaz dibû, derheqa Keşîş Polo da dihate gotin, derheqa şerekî giran da dinivîsîn. Biradyoya Bi radyoya êrêvanê kilama DELANÊ dan... Lê çi ku min oda me da ji devê çîrokbêjabihîstibû, ne navê Keşîş Polo hebû, ne jî Şêx Miço... Paşê wê derheqê da gotara dîrokzanCelîlê Celîl ya pir giranbiha derket.( „Belgek ji pêwendyên ErmenyaKurdayê dîrokî çandî“;Berevoka xebatên Înstîtûta Rohilatzanyê ya Akadêmya Ermenistanê; Cilda XIII; Kurdzanî;1985; rû. 105).Bi gilîkî her bûyar navê Şêx Mîrzayê va girê didan...Peyra êdî ez bi dewî hatime ser wê bawaryê, ku rastîya bûyara tek li cem Êzdyên wê heremêkîderê bûyar qewimîne meriv kare bizanbe.Vê dewyê ez bi rastî ketime nava civaka Êzdyên Kurdistana Tirkyê, kîderê ew bûyar qewimîbûn û Êzdiyên Şengalê, bal kîjana bîranîn rind mabûn... Ez hûr gilî wan bûyaran hisyam, diserê min da her yekê cîyê xwe girt.Bi rastî tiştekî Şêx Mîrza tev bûyarên qetlema herd gundên Êzdîyaye Dela, qehremanên şerêErenzê Şêx Miço û keşîş Polo û ew nemê ku gênêralê Rûs Paskêvîç ra şandî tune. Ev bûyar jiçîroka qetlema Xalta tevî vê çîrokê kirine. (Binhêren pirtûka Eskerê BOYÎK, „ Ezdiyatî,Mîrzikê Zaza, fermanên reş“ Oldênbûrg, 2006.)Ev çîroka ji Êzdyên Bişêryê (Êla Xaltyan) Hemzoyê Xalit, Elyê Fariz (Qecer), Sebrî Tagay ûgelekên din min ra gilî kirine. Hinek melûmetî pirtûka Kemal Tolan da hene: ( Hebûn ûTinebûna Êzîdiyan; Oldênbûrg2000;rû. 65). Lê bi fikira min di vê derheqê da çevkanya herehêja û tam xebata nivîskar, hevalê minî hêja Emer Çelîk e. ( „Çîroka Şêx Mîrzayê Anqosî“;Kovara ROJ N 6; rû. 5058)Şêx Mîrza şêxê êla Anqosya bûye... Heremê da xweşmêrekî kivşî bi nav û deng bûye. Êva êlaraste çend gundê wan hebûn e, merkeza wan koçka Gûmêrd bûye lê hîmlî koçer bûne. WarênAnqosyan ji rîya Aviskê, Qurtelanê girtî heta çûye Sêrtê û gelyê Bitlîsê. Bi gotina gotyahesavê wan digihîşte 1700 konî. Malmezina Anqosya malbeta Salihê Sedo bûye.Di navbera du Axê Kurd: Mehmedê Osman û Reşoyê Ebedo da dijminatî çê dibe. ReşoyêEbedo ku peyayê dewleta Osmanyê bûye, gelek neheqyê êlên Kurda dike. Du lawênMehmedê Osmên bi gotina wî têne kuştin... Dewsa bi qewlqanûn,erfedetêneşîrê here xwebavêje bavê lawika bi alîkarya qewatên dewletê neheqyên din dike.Herd jinên Mehmedê Osmên: Nûrê û Gozê cilê reş xwe dikin li nava Axa û Begên eşîrênKurdan digerin. Di nava Kurdada edete kê reşa wan hilda gerekê here heyfa herd lawên wan jiReşoyê Ebedo hilde. Kesekî xwe nade ber: „ Reşoyê Ebedo zilamê Osmanyê ye, em nikarinherne şerê ordya Osmanyê.“Dewyê da diçine mala Şêx Mîrza. Ew reşa wan hildide û qasida dişîne bal Reşoyê Ebedo,pêşnyaz û hêvî dike, ku xiravî çê nebe, bê xwe bavêje mala Mehmedê Osman seva lihevhatinêû tifaqa êşîrê. Rêsoyê Ebedo qasidê wî bêhurmet verê dike û rikanî Şêx ra rêya koçera jî digre.Nahêle koçerê kurda derkevin zozana. Sê cara Şêx meriva dişîne cem... Lê hersê cara jî çarebi Axa nabe, gefa li Şêxê Êzdya duxwe û caweke wa ser da dişîne: „ ...tu ji bavê xwe dabêminetî, tu neêyî ser min, ezê werim ser te. Fermana we kafiran bi alîkarya Osmanya min jiîro pêva rakir. “Sêx çawa wê cawê distîne 300 syarê Anqosya yên xurt dide ser xwe diçe cem Reşoyê Ebedo...Evê te cawê dide leşkerê Osmanyê. Heta qewatên Osmanyê tên hewarê, şerê navbera herd êlada Reşoyê Ebedo tê kuştin. Rîya koçera vedibe. Gelek êlên Kurde musulman dora Şêx Mîrzakom dibin. Qewatên Osmanyê dema tifaqa Kurda dibînin turuş nakin hicûmî ser wan bikin, ûdibêjin: „ Hûn Kurd xwe bi xwe şerê hev dikin, tiştekî me vê meselê da tune.“Şêx jî deng li sîyarê xwe dike ku dijî osmanya şer nekin. Bi wê bêbextyê leşkerê osmanyê ŞêxMîrza herd lawê wî: Hesen û Melova digrin û dibin dikine hebsa Dîyarbekirê.Welî texmîn dike, ku kurdên musulman jî ser Şêxê Êzdiyan qayîl nabin, nakokyê dînî dikenavê... Dibê Şêx û lawên xwe kafirin, ezê roja e’yda Remezana musulmana bikime qurban,serjêkim...Ev gilî digihîje mala Mehmedê Osman. Di bin hukumê herd jinê xwe da, Mehmedê Osmên500 syarê dicivîna û 500 hogeçî hildide, diçin şev dora koçka Welî digrin. Mehmed diçe cemWelî, dibêjê: „ Paşa min 500 hogeç seva xurekê eskerê te anye, hatime reca Şêx MîrzayêAnqosî:“Welî hogeça hildide û herd lawê Şêx: Hesen û Melo aza dike. Dibê, çend rojê dinê ezê Şêx jîbişînime mala wî.Usa Welî wan dixapîne û Şêx zindana Dîyarbekirê da xweyî dike.Şêx dinhêre ne ku wî bernadin, lê zorê lê dikin ku biqulibe, dînê xwe biguhere. Şêx caw dikeku xencera wî bigihîninê. Xencer di nav mast da digihîje Şêx. Dema dîsa Reşît paşa û Emînpaşa gazî dikinê cem xwe û ber gelek wezîfedarên Osmanyê zorê lê dikin bikifire, dînê xweînkarke, eva nişkêva xencera xwe dikşîne û dikeve nav wan. Heta ew xwe dihesin Şêx gelekadikuje û birîndar dike. Heta xwe bigihîne dêrî ku bireve qevza xençerê wî dişkê, destevaladimîne û tê kuştin.Peyra fermana li êla Anqosya radibe. Gelek têne qirê, hinek direvin berbe Rûsyayê, hinekdiçine Sengalê û Şêxan... Yên ku dimînin jî xwe didine bin perê êlên Kurdaye din.
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.