Ramyarî

Dîroka Kurdistan

Ethem Xemgîn · 22.02.2006 · 2 dîtin

Êzîdî bi xwe li Kurdistanê kurd in, ne neteweke cûda, ne jî kêm netewek in. Rewsha baweriya dînê êzîdiyan çawa were shîrovekirin û çawa were famkirin bira were famkirin, berî ku îslamiyet li herêmê bi darê zorê were pejirandin, dînê bingehîn yê gelê kurd ezdatî bûye. Êzîdî bi awayekî rast girêdayî dînê kurdan in û hemû duayên xwe jî bi kurdî dikin. Bilî van jî du pirtûken wan yên muqades yên bi zaravê kurdî hene. Pishtî îslamiyet bi zorê xwe li herêmê da pejirandin zilm, qirkirin û shêlandin, li dijî kesên dixwastin dînê xwe yên kevn biparêzin, dane meshandin.Car caran gelên misilman ên herêmê, êzîdî weke bê dîn nîshan didan û pishtgiriya dagirkerên Kurdistanê di tunekirina kurdên êzîdî bikar dianîn.Li dijî van tunekirina êzîdiyan bi berxwedanên xurt bersiva xwe dabin jî, ji ber mercên ne li cih û mezinbûna qewetên dijmin, çiqas diçû ziyan dîtin û neçar man axa xwe û jiyana xwe a dewlemend li cih bihêlin û xwe bikishînin nav iyan.Di dema sherê navxwe yên misilmanan destpêkirî de, kurdên êzîdî ciyê xwe li tenishta Merwan, diya wî bi xwe kurd bû, girtin û tevlî sherên navxwe dibûn. Pishtî desthilatdarî kete destê abasiy-an zilma li ser êzîdiyan hin zêde bû. Di berxwedana xwe li dijî misilmantiyê de, êzîdiyan ji derdorên xwe gelek alîgirî û hevkarî pêshxistin, belê pishtî kurdan jî misilmantî pejirandin, êdî alîkariya heyî hunda kirin û li ser vê de jî ewjî bûne dijminê êzîdiyan. Êzîdî herdem dikirin shûna kesên bê ol û pêshî li ber qetlîam û qirkirinan vedikirin, malên wan dishewitandin û dest datanîn ser hebûnên wan, zarok, jin û keçên wan dîl digirtin û gelek caran jî ji ber fikrên xwe yên fanatîkî bi mirinên ew ceza dikirin.Misilmanan ji hêlekê ve, bi van kiryarên xwe, xwe li ber dilê dewletên desthilatdar shêrin dikirin û ji hêla din ve jî ji ber berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî ev tisht dikirin. Niha jî bi belgeyên xwe emê çend bûyerên bi serê kurdên êzîdî hatine bidine xuya kirin:Di sedsala 13'an de serokê kurdên êzîdî ji Musulê hate revandin. Pishtî ew bi dar vekirin, lashê wî nehate dîtin. Li ser vê yekê sherekî, ku bi salan berdewam kir, destpêkir. Di vî sherê neheq de êzîdî mecbûr man herin çiyan, bajarê wan ên pîroz hatin hilweshandin, shewitandin û talan kirin.Sala 1414: Di sherê di navbera misilmanên derdor û êzîdiyan de derket de, êzîdî rastî qirkirinan hatin.Sala 1640/41: Li ser shêlandina çend gundên êzîdiyên SHengalê, parêzgarê (Walî) Osmanî ê Amedê, di bin rêberiya Ahmet Pasha de, bi 70.000 leshker û alîgirên xwe ve êrîsh bire ser êzîdiyan. Pishtî sherên li herêmê di encamê de êzîdî têk çûn.Sala 1647/48: Li ser daxwaziya bi destxistina herêma Musulê, Mîrê SHêxanê, Mîr Mîrza serhildanek li dijî rêvebeririya Osmaniyan da destpêkirin. Li ser vê yekê parêzgarê Wanê SHemsî Pasha bi qewetên xwe ve êrîsh bire ser herêma SHêxan. Di van pevçûnan de hêzên êzîdiyan têk çûn û SHêx Mîrza dîl kete destê wan.Sala 1715: Ji bo cezakirina êzîdiyên herêmê, parezgarê Bexdayê, Hesen Pasha li SHengalê kete nav êrîshekê. Di vî sherê nerewa de êzîdî neçar man xwe pash de bikshînin devera Xatuniyê. Pishtre Hesen Pasha li herêmê qirkirineke berfireh li ser êzîdiyan da meshandin, desthilatdariya herêmê xistine nav destê serokê eshîreta Erebên Bedewî Tay. Ev ashîreta Erebên Tay li derdorên cur bicur têne bikaranîn.Sala 1733/34: Pishtî gundên êzîdiyên devera ava Zapê hatin xirapkirin, qirkirinek li ser wan pêk hat.Sala 1752/53: Êzîdiyên herêma SHengalê rastî xishma pashayê osmanî, Suleyman Pasha tên. Pasha nêzîkî du salan qetliamê pêk tîne û gelek kurdên êzîdî dide kushtin.Sala 1767/68: Parêzgarê Mûsulê, pashayê osmanî Emîn Pasha, ji bo talankirina herêma SHengalê artesheke di bin fermandariya kurê xwe de dishîne wir. Li ser daxwazkirina 1.000 pezî, 800 pez tê dayîn û li ser vê jî artêsha misilmanan a osmanî kete nav êrîshê û gelek êzîdî kushtin.Sala 1770/71: Eger Mîrê êzîdiya ya herêma SHêxanê Bedax beg serhildanek çêkiribe jî ev serhildan di demeke kurt de hatiye pelixandin û qirkirinên sitemkar li ser êzîdiyan dane meshandin.Sala 1773/74: Herêma SHengalê ji hêla parêzgarê Dewleta Osmanî ve tê shewitandin û rûxandin.Sala 1779: Parêzgarê Mûsulê yê osmanî artêshê dike bin emrê birayê xwe û vê carê jî ji bo talankirinê dishîne SHengalê.Sala 1785/86: Parêzgarê osmanî yê Mûsulê Abdel Baqî ji bo cezakirina êzîdiyên SHengalê, bi artêshekê ve dikeve êrîshê. Di sherê li herêmê diqewime de, artêsha osmanî têk diçe û hejmareke mezin jî tê kushtin. Di heman wextî de herêma SHengalê rastî êrîshên eshîretên Ereban tê.Sala 1786/87: Di bihevçûnên di navbera Mîrê SHêxanê Çolo Beg û pashayê Amîdiyê de, Çolo beg winda dike.Sala 1789/90: Çawa herêma Çolo beg disipêrin Eshîreta Bedewiyan, Çolo Beg jî didin kushtin. Wusa di navbera du aliy-an de pevçûn dest pê dike û Eshîreta Bedewiyan windayiyên mezindide.Sala 1790/92: Eshîreta Bedewî a Erebê Tayê êrîshê dibe ser SHengalê. îsmaîl Pashayê herêma SHêxanê li dijî Kancar Beg sher dike û wî diavêje hepsê. Heger kurê Çolo Begê Hesen Beg herêm kiribe destê xwe jî, pishtre mîrê Amediyê Hesen Beg daye daleqandin.Sala 1792/93: Parêzgarê Musulê yê osmanî Muhammed hesht gundên êzîdiyan li SHengalê daxirap kirin.Sala 1793/94: Careke din parêzgarê(waliyê) Musulê, ji bo devera Mîmkanê li SHengalê wêran bike ketibe lebatê jî, ew di vî sherî de bin dikeve.Sala 1794/95 ashaye osmanî Suleyman, leshkerê di bin emrê xwe de dishîne herêma SHengalê. Ev herêm tê shewitandin û shêlandin. 60 jinên wan têne revandin û 600 heywanê mezin jî têne dizîn.Sala 1795/1800: Abdel Azîz Beg bi pishtgirtina Ubeyd Hamda û bedewiyên Tay 25 gundên êzîdiyên devera SHêxanê hildiweshîne.Sala 1802/03: Parêzgarê Musulê Alî Pasha biryar dide ku herêma SHengalê bixe bin hikumdariya xwe. Artêsha wî ji aliyê rastê ve dikeve lebatê, tevlîbûna erebên bedewiya jî bidest dixe û ew jî ji aliyê çepê ve lê dixin. Bi mehan sher li herêmê dom dike. Gelek wargehên wan rûberî erdê dikin ango hildiweshînin. Daristan tên shewitandin. Pishtî kurdên êzîdî binkef-tin, hikmê Dewleta Osmanî pejirandin û careke din zivirîn wargehên xwe.Sala 1809/10: Parêzgarê Dewleta Osmanî yê Baxdayê Qatîl li dijî SHengalê kete êrîshan. BajarênBalad, Sincar, Mihirkan û çend gundên li aliyê bakur talankirin û gelek êzîdî jî dane kushtin.Pishtî sala 1832 pêvajoyên herî bi xwîn ji bo êzîdiyan dest pê dike. Her çend êzîdiyan berxwedaneke leheng nîshandan jî, hêzên Bedirxan Beg wargehên wan êzîdiyan bi dest xistin. Serokê êzîdiyan Alî Beg tê girtin û bi îshkencê tê kushtin. Pishtî bidestxistina herêma SHêxanê, ji hêla kurdên misilman ve hemû wargehên êzîdiyan hatin shewitandin û shêlandin. Li gor baweriya xwe, birayên xwe yên êzîdî weke bê dîn dipejirandin û ew qir dikirin. Ji bo xilaskirina jiyana xwe, êzîdî direvin û koçberî SHengalê dibin. Di reva xwe de jî misilman li ber ava Dîclê rê li wan digirin û pêlên avê jî bilindin, ew neçar dimînin û xwe diavêjin nav çemê Diclê. Hinek ji wan bi sobayî derbas dibin, belê yên din têne girtin û pishtre jî ji hêla qewetên kurdên misilman ve têne kushtin.Sala 1832/33: Mîr Muhammed Rewanduzî li dijî êzîdiyên herêma Akrê dikeve êrîshê. Pishtî li derdorên emê Zapê qetlîamê li ser êzîdiyan pêk tîne Akrê jî dixin destê xwe. Rêvebirê Akrê îsmaîl Pasha neçar dimîne û xwe dikishîne çiyayê Zikarê. Pishtî sala 1833/34'de hin deverên herêma Botan bi dest xistin, vê carê jî êrîsh dibe ser SHengalê û piraniya kurdên êzîdî di qirkirinê re derbas dike.Sala 1838: Parêzgarê osmanî yê Amedê careke din li dijî herêma SHengalê êrîsh saz kirin.Sala 1838: Parêzgarê Osmanî yê Mûsulê Teyyar Pasha ji bo êzîdiyên herêma Cebelê ceza bike, dikeve nav tevgerê. Êzîdiyên herêmê ev demeke dirêj bû bacên xwe neda bûn Dewleta Osmanî. Li ser vê yekê pashayê osmanî bi xwe diçe herêmê û ji nêzîk ve dishopîne. Wisa jî bi artêsheke mezin a osmanî diçe herêmê. Berî bigîjin herêma Mihîrkanê çend kesên xwe dishînin wir û sedemên hatina xwe ji wan re dibêjin. Li ser kushtina van kesan Teyyar Pasha wargehên herêmê dide shewitandin. Êzîdiyên reviya bûn çiya û ketibûne nav shikeftan, hejmareke bilind ji leshkerên osmanî kushtin. Li ser vê yekê parêzgarê Mûsulê dev ji êrîsha xwe ber dide û bi pash ve direve Mûsulê. Heta demekê êzîdiyan di halê xwe de dihêlin. Belê di sala 1890'î de ji ber ku leshkeran nadin artêsha os-manî, zilm li ser wan tê meshandin û li dijî vê, êzîdî raperînê dikin. Pishtî gelek êrîshan dibine ser êzîdiyan, dev ji xwestina leshkerên êzîdî berdan. Belê ev konaxa bêdeng zêde ne domand.Sala 1892: Careke dinjî sala ji 1892'an û pê ve zilm û zoriya Dewleta Osmaniya dest pê kir. Ji bo vê di bin serkêshiya Omer Vehbî Pasha de artêshekê dishînin herêmê. Ew ji êzîdiyên herêma SHêxanê dixwazin misilmantiyê bipejirînin, bacên xwe bidin, ger nedin wê werin tunekirin. Wisa ji bo biryargirtinê, wextekji wan re tê dayîn. Belê serokê kurdên êzîdî vî tishtî napejirînin. Bi propagandayên Omer Vehbî Pasha, Erebên Bedewî û eshîretên misilman yên kurdan jî pishtgiriyê di-dine wî. Bi vî awahî bi hemû hêzên xwe û pishtgiriya hevalbendên xwe êrîshê dibin ser SHêxan û SHengalê. Li gor hin avkaniyan, tê gotin ku di bin tehdîta kushtinê de 14.000 (14 hezar) êzîdî ola xwe diguherin û dibin misilman. Pishtî dagirkirina herêmê, tishtên pîroz û giranbiha dibine Mûsulê. Ziyareta SHêxadî jî werdigerînin dibistana dinî a misilmanan, ev yek 12 sal berdewam dike. SHûna Nurî Pasha, Omer Vehbî pasha tê bicihkirin û ew careke din vê dibistanê ji a misilmantî derdixîne û perwerdekirina misilmantiyê bi dawîdike.Sala 1914/1918: Bi qirkirina ermeniyan di salên 1914/ 18'an de tenê li SHengalê 20.000 ermenî ji hêla êzîdiyan ve hatine parastin. Osmaniyan çiqas xwest ermeniyan bi shûn ve bigre, êzîdiyan ew nedan Dewleta Osmanî. Ji bo vê yekê artêsha osmanî, Erebên Bedewî û kurdên misilman êrîsh birine ser SHengalê. Di vî sherê nerewa de her çiqasî êzîdiyan berxwedaneke hêja nîshandan jî, ew binkeftin. Qewetên dijmin heta devera Balad û Sincarê pêshde çûn. Nivîs Ji pirtûka Ethem Xemgîn ya bi navê Dîroka Kurdistan ji hêla Azad Asaln ji tîpê Tirkî hatîya wergerandin.Ev nivis Ji malpera lalis forum yezidin hatiya capkirinBerhevkear: Azad Bêwar

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.