ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Dr. Fersed Merehî · 09.12.2008 · 2 dîtin
Belê her çawa be ew Asurîyan ji Musil hatin, ew bûn ên bajêrê Samre standin û dest bi gevkirina şikandina Şahnişîna duyemîn (îhuda) Şahnîşîna Başûrî kir û bi taybetî paytextê wan Urşelîm-Qudus dikeve 30 km ji başûrê Şahnîşîna Îsraîlê.. Aşurî her li ser rewştê xwe ê kevn berdewambûn û jimareka mezin ji karzanên Cuhîya bo deverên dûr wekî Miliç û Xabur û herêma Medîya(Kurdistana Başûr û Rojhilatê) vehuhastin. Jêderên Aşurî bi dirêjî behsa kiryarên veguhestina xelkê Şahnîşîna Îsraîlê ji bo nav axa Şahnîşîna Aşurî dikin. Her wekî di deqeke Şah Sargonê 2. li sala yekemîn a desthilatîya wî de hatiye: “Di destpêka desthilatîya min de min bajêrê Samre ... ji pêxemetê xudê da dorpêç kir û vegirt û li wir min serkevtin dest îna... Min 27290 mirov ji xelkê dûr xistin û leşkerek jê çêkir, ku pêncî erebena bikêşin pêxemet zerevanîya min”. Piştî ku dewleta Aşurî li ser destê hevpeymanîya Med û Kildan li sala 612(p.z) hate şikandin, dewleta Kildanî-Babîl ji ber çendîn egeran gellek hewbirine li ser Şahnîşîna Başûrî(Îhuda).. Ji wan egeran : Nepêgîrîkirina wan li ser peymanên xwe û di ser hindêra ku li Misirê maye xwe di Şahnîşîna Başûrî de dikir.. Ev jî bû egera hindê ku Şahê Babîlî Nabuxunasir li sala 586(p.z) bişikene û paytextê wan Urşelîm dagirbike û heykelê Silêmanî xirap bike.. Hezaran Cuhîyan wekî êsîr bîne.. Ew bi eêîrên Babîlî tên naskirin. Deng û basên wan Cuhîyên anîbûn ji bo devera Kurdistanê, nemabûn. Ji ber vê yekê jî lêkolînvanan ew bi “Babikên Berze” bi nav kirine.. Di tîtalên Cuhîya de ew ji 10 babikane ji koma 12 babika ku bi vî rengê jêrê dîyar dibin: 12 Babik10 Babikên li Kurdistanê-êsîrên Aşurîyan2 Babikên li Babîl-êsîrên Babîlî1NiftalîNiftalîBunyamîn2ŞimonŞimonÎhuda(12)3LawîLawî 4ÎsakirÎsakir 5ZibulunZibulun 6DanDan 7RawbînRawbîn 8Cad Cad 9AşîrAşîr 10YusufYusuf 11BunyamînBunyamîn 12Îhuda CÎH Û WARÊN PÎROZ Û PERESTGEHÊN CUHÎYAN Lİ KURDİSTANÊ Cuhîyan jimareka cîhên wan ên pîroz li İraqê hene. Her wisa li Kurdistanê jî cîhên wan ên pîroz û dîyar hene.. Ev jî evên xwarê ne:
Domdike....Wergêr: Rojgar Merdoxi
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.