ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Dr. Fersed Merehî · 08.12.2008 · 2 dîtin
CUHÎYÊN KURDİSTANÊ Jİ ÊXSÎRKİRİNÊ TA MİŞEXTÎBÛNÊ Ber ez behsa çawanîya belavbûna Cuhîyan li Kurdistanê( wekî oleke ezmanî) bikeim, pêtvîye pênasa mîrovî Cuhî û paşê jî a Cuhîyên Kurdistanê bikim.Mîrovê Cuhî ew e ku ji dayîkeka Cuhî bibe an bibe Cuhî..(7) Belê Cuhîyên Kurdistanê ew her yek kese li ser axa Kurdistanê jîyabe û zimanê Aramî (El Targum) diaxive.. Belê divê em hinek deverên dî jî veberbixin.. Ji ber ku li hindek devera wekî Nuseybîn Cuhî bi zimanê Erebî diaxivin.(8) Bi gellek pêla Cuhî hatine Kurdistanê. Bêguman li sala 732-ê Pêş Zayînê(p.Z) pêla yekê hatiye.. Dema Aşurîyan li sala 732-ê (P.Z) bi serokayetîya Paşayê xwe Ticilat Balasirê 3. (732-745)Damaşq şikand û paşê çûne şerê Îsraîlê û li ser memleketa Bakurî û erdê El Celîlê Bakurê Filîstînê û Rojhilatê Urdunê zalbûn û hozên “Niftalî” bi dîl girtin..(9) Her wisa li ser xelkê bajêrên Rojhilata Urdunê û heta ku li ser wan dewletên dikevîne di bin desthilatîya Aşurîyan jî ve li Kurdistana Turkîyê a niha zalbibûn... Û çi ji Şahnîşîna Îsraîlîyan nema, ji bilî deverên paytextê Samre(10) Aşurîya yê nexşandî heye. Ewê hewa şah Ticilat Balasirê 3. kiriye ser Aram(Surîya) û Îsraîlê ku têda hatîye: “ez di hewên xwe ên borî de bi girtina hemû cihê(Bet Emrî) rabûm. Min çi cîh nehîşt ji bilî bajêrê Samre û min hoza “Niftalî” ku yeke ji her 12 babikên Cuhîyan anî li gel dewleta Aşurî û desthilatîya wan kire di destê zilamên xwe de û hemû xelk û malê wan bi ser dewleta Aşurîya berda”(11) Di dema Şilmansirê 5.(722-727-P.Z) cîyê Ticilat Balasirê 3. desthilata şahnîşîna Aşurîyan girt, delîvek ji bo Şahê Îsraîlî Hoşîh Ben Ayela helkevt û xweyek neda Aşurîyan, peywendî li gel Firavunê Misirî, Sou girêda.. Çi bi Şahê Aşurî Şilmansir nema.. Ji ber hindê serokayetîya arteşek mezin kir û li sala 724 P.Z paytext(Samre) dorpêçkir. Heta Hoşih naçar kirî xweyekê dibe.. Wisa dîrabû Şilmansirî şikandina bajêrî(Samre) ji pişt go ve avêt û bikaribe hêzên xwe ji bo şerê bajêrê Sur bi karbîne... Her çawa bû Şilmansir bi peywendîyên nêhînî ên di navbera Îsraîl û Misirê de hesîya, Hoşih girt û avêt zîndanê. Li gor jêderekê ku dibêje dema Samre hat dorpêçkirin Hoşih wekî dîl hatibû girtin..(12) Ji encamê ne pêgîrîkirina Şahnîşîna Îsarîlî bi peymanên xwe digel Aşurîyan de û ne alîkarîkirina wan ji bo standina Bajêrê Sur.. Careke dî Aşurîyan li ser demê Paşayê xwe ê nû Sargonê duyemîn(722-705 p.z) ê ku dewsa Şilmansirê 5. girtibû, bajêrê Samre û Sur dorpêçkirin û li sala yekemîn ji destpêka desthilata Sargonî de bajêrê Samre şikand û çakî û serkevtin ji bo xwe zivirand .. Belê di tewratê de hatîye, ku çakîya standina bajêrê Samre ji bo Şilmansir dizivire....(13) Domdike... Wergêr: Rojgar Merdoxi
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.