ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Rojhat Badikî · 23.11.2008 · 2 dîtin
Ew çend sale kû dibistanên Fettulah Gulen wek tîrekî bi jahrê li ser dilêmine. Demê kû min ‘’ Özel Işık Lisesi’’ a Nejadperestên Tirk, Li paytaxta Başurê Kurdistan li Hewlêr dît, weka tîrekî bi jahrî li dilêmin çikandin. Ev çend sale, dewleta Tirk a Kemalistên dagirker bi rêya Fetullah u şagirtên dixwazin li başurê Kurdistan dixwazên dagirbikin. Niha hedî hedî digîjin armancên xwe.Dewleta Tirk a dagirker,baş dizane kû bi riya klasîq u bir riya leşkerî nikare Başurê Kurdistan dagirbike u sîyaset u polîtîta xwe li dijî Başurê Kurdistan guherand. Lê mixabin deshilatdarên Başurê Kurdistan bi awayekî çewt u xelet têgihîştên. Dewleta tirk dixawaze, diwarê sîyasî, aborî, kultur u çandî,başurê Kurdistan dagir bike u bi riya vê dagirtinê pêşerojên Kurdistan bike bin bandora xwe, yek milletbuna başur u bakur kot bike. Armancên dewleta dagirker a Tirk, li Başurê Kurdistan:
Dewleta dagirker a Tirk sala 1994 dibistanên xwe a yekem li Hewlêr li nezîk Holê Zerd li ser riya 60 metr bi navê ‘’Özel Işık Lisesi’’ vekirên. Çavdirêk Tirk dibêje ‘’ Ger we li asia yan li cîhek din Xortekî kû bi zamanê Tirkî a nazîk kîbar axaft, hun bizanên kû ew Xort li xwendingehên berêz Fetullah Gulen perwerde bîye’’ Ez jî dibêjim ger we li Başurê Kurdistan, li nav sazman, komel, rêxirav u li nav dezgehên dewlata! A Başurê Kurdistan dost u layangirên Tirk dît hun bizanên wan kesan li xwendingehên Fetullah Gulen Perwerde bune.....! Ji ber ew kesên kû li xwendingehên Fettullah Gulen perwerde dibin zarokên fermanbaran, zarokên deshiladarane u sibê erk u rolên girîng li deshilat bileyzin. Van xwendewanên li xwendingehên Fettulah Gulen Perwerde dibin, bivin deshilatdar, ewê sîyaset u polîtîka Başurê Kurdistan dîzayn. Ez naxwazim van rojan bînim bîra xwe kû çi trajedî li pêşîya meye. Ez hevîdarim kû deshiladarên başurê Kurdistan ji bo pêşerojame çi kumar dileyzin an çawa pêşerojame didin ser miza kumarê..... Axaftina serokvezîrên Kurdistan di verkirina ‘’ İşık Üniversitesi’’ ( Zankoya Ronahî) da wek kû Soran dibêjin: -‘’Dilim Şikaw u Cergem Suta’’-. Axaftina berêz Serokvezîrên Kurdistan Neçîrvan Barzani, dilêmin Şikand u Cîgeramin Şewêtand....! Demeke kû li xwendingeh u zankoyên Kurdistan, Kurmancî tê qedexe kirin. Li Paytaxta Başurê Kurdistan ji ji bo ziman,çand u kultura Tirka Li ser xelkê kurd zal bikin, Li Suleymani, Hewlêr u heremên di ên Kurdistan, xwendingehên dewletên dagir tên vekirin. Devletên dagirker wek devleta Tirk kû ji bi ziman, çand u kultura Kurda têk bide, bi hemu derfetên xwe ên mirovahî êrîş tîne ser Kurd u Kurdistan u ji alîyê din serokvezirê Kurdistan, ji bo çand,ziman u kultura dagirkera hemu derfetên xelkên me ê hêjar pêşkeş dike: U dibêje emê dost u hevaltîya xwe li gel Tirkîye, li ser çar situna avabikin.....!
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.