ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Mamed deriki · 12.07.2008 · 2 dîtin
“Dilê bi xezeb mirova nagihîne mexsed û miradan” Di van çend rojên dawyê de pirsa Kurd û Kurdistanê û rewşa zimanê Kurdi tê nîqaş kirin.Hukûmete Erdogan, Platforma Abantê, Biryara DMME yê, TZPKurdi, “Êdî bese” û Revandina 3 turîstên Alman ji hêla PKK ê ve…Hukumeta Erdogan: Wekî tê zanîn Hukumeta Erdogan, dike di kanaleke TRTê de 24 saeta weşanê zimanê Kurdi bike. Lê mixabîn ku hinek saziyên me, hinek kes li dijî vê biryarê derketin/derdikevin.Gelo ne pêwîste ku mîrov vê weke deskeftyîyeke binirxîne? Mînakî; Hinek mamoste, nivîskar û siyasetmedar li dij derketin; Memed Sezer: “24 saet weşane Kurdi di TRT ê de nîşana asîmilasyonê ye. Xebatên wisa nêzîkbuna li Kurdan nîşan dide.” (Azadîyawelat 08 07 2008)Amed Kanî: “ Em dixwazin ku êdî Kurd jî xwe bi zimanê xwe yê zikmakî bînin ziman . TRT niha dixwaze bi zimane Kurdi weşanê bike, li gorî me ev ne tiştekî başe. Ji helekê ve dibêjin ku dê 24 saeta weşana Kurdi bikin ji hêlkê ve jî ji walîtîyan ( parêzgarî) re giştîname dişînin ku li pêşya kurdi astengîyan derxin. Ev nîşana polîtîkayên durû ye. Ez vê nêzîkbûnê şermezar dikim.” (Azadîyawelat 08 07 2008)Hasan Işık: Em weşana Kurdi a TRT ê baş nabînın. Em bawernakin ku weşana TRT ê tiştekî baş bide Kurda…” (Azadiyawelat 08 07 2008)Gelo bi rastî mamostên me wûsa bawer dikin. Anjî ew, ji ber polîtîkayên şaş, ji bêgavî (mecbûri) wûsa daxuyanî didin?Ka mîrov bifikire, weşana Kurdi çi zerara wê ji Kurda re heye? Ew dibên “Dewlet dike bi vê weşanê propaganda xwe bike.” Dewlet dike bê “ bijî Atatirk, bijî TC, serokwezîr pirr başe Atatirk di sala 1881 de…” Hema bila bibêje! Ma her roj nabên? Dibên. Lê kes nema ji wan bawer bike. Hewce ku bi Tirkî dibêje, bila bi Kurdi bêje, qe rê li ber asîmilasyonê tê girtin. Ji bilî têkçûna zimanê Kurdi (otoasîmilasyonê), dike Kurdbûna me nîşanî me bidin û dike bê “pardon! Vêga asîmile nebin hûn Kurdin.” Yanî dike bê “belê wele hûn Kurdin, zimanê me û we, çanda me, netewa me ji hev cûdaye”Xwezî hemû telewizyonê wan dest bi weşanê Kurdi bikrana. Bila bigotana biji Tirk û tirkiye. Ha we demê “ceh û genim ê ji hev bihata neqandin” Bila nivis û peyîva siyasetmedarên me, nivîskarên me, têkoşerên me hemû ya bi Kurdi ba, OK-temam-qebûl. Lê mixabin ziman têkçûye ji min re doza Kurdityê dikin! Gelo hûn ji xwe bawer dikin?***Platforma Abant ê: Ev platformum ji hêla çend akademîsyenê ji cemaata Fthullah Gulen ve tê organîze kirin. Hevalbendên AKP ê nin. Ev cara 17’a ye ku ev Platformum civînê dike. Isal bi mijara “Pirsa Kurd” civyan.Partî ya me (DTP) tevlênebû, ez fam dikim û dibe mirov baş jî bibine û binirxîne. Lê, ji partîya mezin (PKK) jî û ji DTP ê jî pirr deng derdikeve, vê platformê, ku ev mijar hildaye dest, nîqaş kirîye. Rêvebirê wan, Kurdên tev lê bûye û seydayê (..) wan (F G) ji radikin û li erdê dixin. Ji bona Çend Kurdê ku tev li vê civînê bûbûn birêz Medenî Ferho di derheqê wan de ev digot: “…Mêş, mêşên normal in. Piranî li malan e û li xwarinê dibanin û vedihewin.... Kermêş, mêşên reş û gir in, piranî ji birînên keran sûd digirin. Mozik, mêşa dewaran e...…Kî dikare di vê hêlê de roleke neyînî, xerab bilîze û misyoneke reşbînî, telaqreşî û bextreşî destnîşan bike? Kermêşên kurd…” (Azadiyawelat 10.07.2008) Gelo çima?Tenê kesê vê platformê organîze dikin ji Cemaata Fethullah Gulene, piçekî jî oldarin!Ji xwe, çend xalê ku di encama vê platformê de diyar bû, ma we ji duh de qebûl nekiri bû? Tevlenebûna Partîyê ez fam dikim (her çiqas ez dizanim ku Partiya me û em, weke İsraili ya ne siyasetmedarên qerasenın ku biaqilî tevbigerin) Ha lazime, ji daxuyanî ya dij derketinê bêtir, lênerîna nîqaş û encamê ye. Kî vê organîze dike bila bike, pêwîste ku encama wê bê nirxandin.Ger Kemalîsta ev organîze kiriba hûnê tev lê bibûna gelo? Gelo ev jî ne xapandinekbe, lîstoka Kemalistan be? Gelo Kemalîst niha me bi kar tînin ku, em nêzî AKP ê nebin? Niha hukumet kîye? Ewin, derdora wane (F G, AKP) Vanê ku li hember van Kemalîstên, ku 85 sala em xapandin, di şerekî giran denin. Ji ber xapandina 85 sala, hewceye ku em jî li pişt wan rabûna/derketna! ... Dibe ku em dernekevin jî, hevdû çawa dikin bila bikin. Lê di mijara Kurd de, Na! Kî nêzî me bibe pêwîsta em jî nêzî wan bibin, ku ka rastî ya wan û derewê wan çiye!SîyasetmedarÊn Kurd; Daxwaziya we çiye? Hûn çi dixwazın? Ma ne daxwazîya we “nîqaşa pirsa Kurd û Kurdistanê” ye. Ger we ev (nîqaş) nexwestîba qebûl, ger daxwazîya berdewama şer be jî dîsa qebûl, ê ma çi? Ne fermî be jî ew nezîme bûye û di nav xwede nîqaş dikin. Ev jî tiştekî başe.pêwîste ku em ji vê sûd werbigrin.***DMME Yê: Di hilbijartina 2002’an de DEHAP ê, Li gelek bajarê Kurdistanê, ji % 45 heta 60-65 jî deng wergirtibûn… Li Şirnexê jî Birêz Resul Sadak û Mehmet Yumak ji sedî 46 wergirtin. Van Ciwanmêrna, Berbijarê ( mîro dikare bê wekîl jî) Şirnexê seri li DMME yê dabûn. Biryar 8 vê mehê de hat dayîn. Li gor dilê me nebû. Ji ber ku biryara dadgehê gotina “ne binpê kirina mafê mirovane” Ger ev ne binpê kirnbe! Li bajareki, kesê ji sedî 60–70 deng werbigrin, nabin wekîl lê ji sedî 15’an bigre dibe wekîl ev ne edalete. Lê mixabîn ku ev biryara Dadgeha MME yê ne adîlane bû.***TZPKurdi: Li Amedê Mamosteyên Kurdi li hev civyan. Pirs û pirsgirêka zimanê Kurdi ku cara yekemine li Amedê tê niqaş kirin. Ev pirr başe û tiştekî herî pîroze. Ji xwe pêşî lê nê girtin ziman ê Kurdî ji bilî mamosta û nivîskaran kes pê napeyîve. Li têkçûnê rû bi rû maye …***Edî bese: Ji xwe bese. Lê bi slogana tenê naçe serî. Pêwîste ku mîrov karibe tişteki bike, bide qebûl kirin. Ev jî bi Hêzeke xurt, bi sîyaseteke zana, bi tevgêreke biaqilî, bi hev re, bi naskirin û bi parastina berjewendîyê gelê xwe û nirxandina şerdê siyaseta cîhanê … ***Revandina 3 Turistên Alman: Ez bawerim hewce dikir. Lê lazime ku pozê wan jî xwîn nebe. Ya na, wê ne li gor berjewendîyê gelê Kurd be. Ger gerilla li cîhê xwe giran be dewleta Alman ê mecbûrî we bibe. Na ger hema bê were ser masê em li hev bikin Ciddiyet wenda dibe. Û nayn jîGotina mina dawyê, min li serî gotibû. Gotina pêşyaye: “Dilê bi xezeb mirova nagihîne mexsed û miradan” 11.07.2008Mamed Dêrikîmderiki@windowslive.com
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.