ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Peter Bergin · 01.02.2009 · 2 dîtin
Aya Obama wê bikaribe aştiya sist ya İraq’ê binaxerêj bike? Herwek çawa Serokê nû yê Amerika (USA) çendin car got; ''Pêwîste Dewletên Yekbûyî yên Amerîka bi heman radeya ku bêbakane çû nav İraq’ê û bi heman radeyê jî bi wirya vekêşe.”Berevajiyê Vietnam‘ê, İraq ji bo DYA cihekî bingehîn û stratejîk e. İraq di cîhanê de di rêza dûyem de û welatê herî mezin yê xwediyê petrola rezerw û helgiriye. Herwiha nêzî İsraîl‘e û di seqamgiriya wê beşa cîhanê de hijmarê li ser bihayê cîhanê didane. Rolekî serekî dibîne û ji bo dewletekî doraw helgiriye. Ji bo rêxistina grûbên wek Qaîde xweş dike. Herçiqas dahatûya petrolê bi şeklekî berbiçav zêde kiriye, lê barê aboriya İraq’ê xirab e. Giringtirîn problema aboriya İraq’ê ji kar û pîşe pêk tê. Ciwanên bêkar ber bi milîşiyan ve pal didin. Ji bo wegerxistina barê aboriyê pêwîste Obama li gel dewletên Kendavê kar bike û ji bo ew jî li rûyê darayî ve li hewlê Amerîkiyan de ji bo avakirina İraq’ê wek hevbeş yan berhêner beşdar bibin. Heta niha çend pêngavên biçûk di vî warî de hatîne avêtin û ji bo Behreyn û İmarata Hevgirtî ya Ereban balyozxaneyên xwe ji bo İraq’ê diyar kirîne. Lê pêwîste ev projeye bê lezkirin. Hestiyratirîn pirsgirêka siyasî ya hîn jî nehatiye çareserkirin, Kerkûk e. Ev bajarê navenda pîşesaziya petrola Bakûrê İraq’ê ye û Kurd vî bajarî wek beşekî Kurdistan‘ê didanin. Rastî û nerastiyên pêwîst yên bi vê pirsgirêkê her çawa bin, bi giştî Erebên İraq’ê qet naxwazin Kerkûk bê cûdakirin û Tirkmen jî vî karî bi eşkereyî bi bingehê çêbûna şerê li dijî Kurdan li pênûsê didin. Dibe Rêvebiriya Obama ji Kurdan re bêje ‘dev ji Kerkûk’ê berdin. Ji ber mikûrbûn li ser gefekê ye ji bo dûbare niqûmbûna İraq’ê ya ji bo şerekî navxweyî.‘ Kurd ji sala 1991an ve di bin sîwana Amerîka da ne. Bi rastî bûne xwediyê dewletekî serbixwe, serketî û di yasaya bûdçeya nû de ji sedî 17ê bûdçeya welatê wan ji wan re hatiye veqetandin. Piraniya vê bûdçeyê ji dahatûya petrolê hatiye terxankirin. Bi reçawkirina wan rastiyên ku Kurdan kêmtirî ji pêncan yekê tevayî rûniştvanên welat pêktînin. Birê vê bûdçeyê ji wan re hatiye bexişandin û dadwerane ye. Obama dibe bi bêdengî ji Kurdan re bibêje; ‘ji vî birê ku ji wan re hatiye bexişandin, baştirîn çing nakevi. Bi xewn û xeyalên anîna Kerkûk’ê ji bo nav Kurdistan’ekî mezintir, tenê wê vê beşê têxin metirsiyê.‘ Pirsgirêkeke din û sext ya ku reng e ber bi rûyê Obama ve bîne, texmînkirina lêdana tesîsên atomî yên Îran’ê ji aliyê Îsraîl’ê ve ye. Bi giştî tiştekî tê zanîne ku tû rêyekî ji bo ji nav birinê nine. Lê İsraîl programa atomî ya İran’ê bi gefekî rasteqîne dibîne. U amade ye dest ji bo her tiştekî pêwîst bike ji bo paşxistina vê programê. Ji ber İran bi destanîna çekên kîmyayî nêzîk bûye. Ev êrişa İsraîl’ê bi şeklekî bêsînor, hewlên Amerîka yên li İraq û Afganîstan’ê aloz dike, ji ber wiha li İran’ê diçe ku Amerîka rê daye vê êrişa İsraîl’ê. Bi vî şeklî hêzên Qûdsî qaşo leşkerên xwe berdide ser Amerîkiyên nava İraq û Afganîstan’ê. Rêvebiriya Obama dibe ji Hikûmeta Îsraîl’ê re bêje; ‘Amerîka bi tû şeklî rê nade êrişên bi vî awayî. Obama soz ji hemû leşkerên Amerîkî yên nava İraq’ê re dabû ku heta sala 2010an vekişe. Herçend amaje bi vê yekê dabû “hêzên bermayîk” ji bo encamdayîna kiryarên leşkerî yên li dijî terorîstan û endamên Qaîde yên nava İraq’ê bihêle. Herwiha ji bo parêzgarîkirina saziyên Amerîka yên li vî welatî, herwek balyozxaneya li İraq’ê û li cîhanê mezintirîn nivîsîngeha dîplomasiyê tê jîmartin. Di pêngavên hilbijartinên Obama de xwe ji îtirafkirina kitûmitên leşkerî yên nava vê hêza paşmaweyî de diparast. Ji ber îtirafkirina her cûre wirdekariyên vê mijarê reng e li gel cihê şaristaniya wî de lihevnedihat. Aya ev hêz çiqas mezin e? Bi nêrîna pileyekî biwarî leşkerî ku ez bi xwe li gel wan bûm, ji bo mayîna leşkerên Amerîka yên li İraq’ê kêmtirîn hîn jîmara rêtêçûyî karîna berevanîkirina li xwe, herî kêm 4 ta 5 tûxayên şer wê bê mezindekirin û dibe hîn jîmar bigîje 8 tûxayan. Pêwîstiya van tûxayan bi aliyên “karînbexş” ji bo kiryarên din yên wek; bicîhkirina nûçegihaniyê li rûyê bijîşkî û firokevaniyê ve alîkarî bidinê, heye. Di vê derbarê de ev hîn jîmare ku Obama ji şîrokevekaran dibihîse, reng e bibe 30-60 hezar leşker û wê heta piştî 2010an li İraq’ê bimîne. Li gor rêkeftina ewlekarî ya navbera İraq û DYA, ji aliyê parlemena İraq’ê ve hatiye pejirandin pêwîste leşker heta dawiya sala 2011an vekêşin. Herçend tê reçavkirin ku mercên nav wê rêkertinê, hîn jîmara herî kêm ji rawêjkaran û hêzên taybet yên piştî wê demê li İraq’ê bimîne. Rêvebiriya Obama wê rastî berfirehbûnên din yên ku li İraq’ê tên texmînkirin bi rêvediçin û ne li ser asta Kerkûk’ê ne. Tenê Hikûmeta İraq’ê ji sedî 20ê wan 100 hezar çekdarên sehwekanê İraq’ê yên nava artêş yan hêzên polîsan de werdigirin. Ji ber bi wergirtina hîn jîmarekî zêde hevsengiya netewî ya van hêzan têkdiçe. Çarenûsa wan 80 hezar kesên din piraniya wan Sûnî ne, ji ber hemû yê din ji aliyê Amerîkiyan ve mûçeyê wernagirin. Piranî dikarin vegerin nava rêzên serkêşiyê.Pirsgirêkekî din jî xwediyê çareseriyeke nediyar e û ew jî vegera penaberane. Di rastî de ne Amerîkî û ne jî Hikûmeta İraq’ê pîlanekî ji bo niştecihbûyîna bi milyonan İraqîyan nîne û piştî nizmbûna asta şiddetê dibe ku vegerin li ser mal û halê xwe. Piraniya penaberan Sûnî ne û vedigerin nav wan xaniyên ku ji aliyê Şîeyan ve hatîne dagîrkirin. Dibe ku dersên girîng ji ezmûna vegera 5 milyon penaberên Afganî ku li sala 2002an de bi zorê bi serpereştiya Netewên Yegirtî bi rêkûpêkî vegerandin, werbigirin. Qaîde jî dibe li İraq’ê dûbare rolekî serekî werbigire. Herçend niha cihekî wan yê gelek bi hêz hebe jî. Li gel kûştina Ebû Mûsa Zerqawî ya di sala 2006an de, êdî serkirdên serekî yên Qaîdê neman. Çûyîna şerkerên biyanî yên nava İraq’ê, di mehekê de nêzî 120 kesan daketiye nêzî 20 kesî. Ev yek jî sedemekî bingehîn e ji bo berqerarbûna aştiyê. Ji ber nîvê şerwanan biyanî ne û teqînên xwekûjî dikin! Di encama êrişên xwekûjiyê de, Qaîde giringî daye bikaranîna jinan û ev yek zêde kiriye. Helbet vê yekê jî karîgeriyekî ji bo zêdekirina navûdengiya Qaîdê nebûye. Wiha li bendê tê sekinîn ku kiryarên dijî Qaîdê yên di havîna derbasbûyî de li derdora Mûsil’ê hatîne encamdan. Bi yekcarî Qaîde binbir bikin, herçi ev koma piştî derketî têkçû. Saloxdar bigûmanin ku Qaîde bikarebe li Bakûrê İraq’ê bi gelek karîgerî feyde ji mesela netewî werbigire. Bi radeyekî zêde jî ji bo pirsgirêka Kerkûk’ê. Herçend piraniya rêveberên Qaîdê biyanî ne, lê piraniya endamên vê rêxistinê İraqî ne. Peter Bergin endamê “New Amerika Fondatation” e. Bergin nivîskarê pirtûka “Usame Bîn Ladin’ê Ez Nasdikim’’ e jî û şîrovekarê qanala CNNê yê asayîşa netewî ye. Rudaw
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.