Ramyarî

Di Operasyona Ergenekonê de 37 Girtî

Rûdaw · 07.01.2009 · 2 dîtin

Di Operasyona Ergenekonê de 37 Girtî

Polîsê Tirkiyê iro sibê li ser daxwaza Dozgerê Dawa ya Ergenekonê li İstanbol, Anqere, Sêwaz û İzmîr’ê 37 kes girtin. Di çarçova operasyonê de li Zanîngeha Yeditepe û Weqfa Bedrettin Dalan lêgerîn pêk hatin.Di operasyonê de li Sêwaz'ê de li çend deveran depoyên çek û teqemeniya Ergenekon'e jî hatine dîtin. Ev operasyon bû xeleka 7em ya Doza Ergenekonê û girtiyên vê operasyonê di nav girtiyan de yên herî payebilindin. Di vê operasyonê de sê generalên teqawit ji hene. Kesen girtî evin:General Tuncer Kılınç (Sekreterê Kevn yê Lijne ya Bilind a Ewlekariya Neteweyî û Serokê Çete ya Ergenekon'ê), General Kemal Yavuz, (Fermandeyê Artêşa 1) İbrahîm Şahîn (Serokê Hêzen Tevgera Taybetî) General Erdal Şener, Prof. Kemal Gürüz, (Serokê Kevn yê Lijne ya Bilind ya Zanîngehan) Prof. Ataman Yıldız,  Rojnamevan Aydın Engin, Prof. Yalçın Küçük. Di vê navberê de Şaredarê Kevn yê İstanbol’ê Prof. Bedrettin Dalan ku Kurd e beri ku bê girtin reviya ye Amerîka’yê. Li aliye din li bajarên İzmîr û Sêwaz’ê jî din av de leşker û polîs gelek kesen din hatine girtin.   

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.