Ramyarî

Di Nîsan’ê de Li Kurdistan’ê Hilbijartin e

Rûdaw · 02.02.2009 · 2 dîtin

Di Nîsan’ê de Li Kurdistan’ê Hilbijartin e

Hewler - Bi armanca gotûbêjkirina guherînên dawîn yên li ser mijarên siyasî yên İraq û Herêma Kurdistan’ê û amadekariyên ji bo hilbijartinên civatên wîlayet û parlamena Kurdistan’ê, îro herdû Serokatiyên Parlamenê û Hikûmeta Herêma Kurdistan’ê, li Hewlêr’ê civiyan. Di civînê de biryar hatiye girtin ku hilbijartinên parlamena Kurdistan’ê de di meha Nîsana îsal de bên kirin. Piştî civînê jî ji bo aşkerekirina navoroka wê, serokê parlamentoya Kurdistan’ê Ednan Muftî û serokwezîrê Kurdistan’ê Nêçîrvan Barzanî civîna çapemeniyê saz kir. Di civîna çapemeniyê de Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî got ku di civînê de qanûna hilbijartinên wîlayetên Herêma Kurdistan’ê û hilbijartinên Parlamena Kurdistan’ê, hatin gotûbêjkirin. Paşê serokê parlamentoyê Ednan Muftî got: “Razîbûnek heye ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistan’ê, di 19-ê meha gulana îsal de bên pêkanîn.” Di derheqê temenê parlameneran de jî Mûftî da zanîn ku, pêşniyazek heye ku temenê namzetên parlamenê, ji 30 saliyê ve bo 25 saliyê bê kêmkirin. Di derbarê rêjeya jinan de jî, serokê parlamentoyê da xuyakirin ku pêşniyaza wê yekê hatiye kirin ku rêjeya wan jî bê zêdekirin. Li gor peyamnerê PUK Media di derbarê pêkanîna hilbijartinên civatên wîlayetan de, herdû serokatiyên parlamento û serokartiya hikûmetê, tekîdî li ser giringiya wê hilbijartinê kirin û bi gaveke girîng ber bi demokrasyê ve, bi nav kirine.Rudaw

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.