Ramyarî

Di navbera layenên iraqiyan de nakokî:

Alixan Aras · 23.02.2006 · 2 dîtin

Dihête ragehandin ku hevpeymaniya kurdistan û lîsteya Îtîlafê danûstandin rawestandinElî El Edîb: Derbarî pêkhanîna encûmena asayişa niştîmanî de me nakokî heye Li dûv ew pêzanînên ku gehiştine rojnameya kurdistanî nwê, derbarî beşdarbûna lîsteya -El Iraqiye- di desthilata dahatî de, ji ber nerazîbûna lîsteya Îtîlaf, hevpeymaniya Kurdistan kombûnên xwe yên digel lîsteya navbirî  ragirtiye. Li dûv ragehandina pêzanînên kurdistana nwê, lîsteyên Hevpeymanî, Tewafiq û El Iraqiye, ji bo durustkirina Eniyeke iraqî ku bi rêya vê eniyê, tevaya kêşeyên iraq û griftariyên di navbera partî û layenên dîtirî siyasî de bihêne çareserkirin û proseya siyasî baştir bi rê ve biçe,  bi hev re projeyek amade kirine. Her wusa biryar ew bû ku her sê lîste, ji bo gengeşekirina aloziyan duhî kom bibin, lê ji ber teqîna li bajarê Samara kombûna xwe bi paş xistine.Her li dûv ew pêzanînên ku bi dest rojnameya kurdistanî nwê keftine, hate zanîn ku derbarî beşdarbûna lîsteya el iraqiye di desthilata dahatû de, ji ber nerazîbûna lîsteya Îtîlaf, lîsteya Hevpeymaniya Kurdistan, kombûnên xwe digel lîsteya Îtîlaf ragirtiye. Li dûv çavkaniya navbirî, lîsteya Hevpeymaniya Kurdistan, hem ji bo pêkhanîna desthilata çarqolî û hem jî, li hember bikaranîna vetoyê li ser hemî lîsteyan li ser gotina xwe mûsir e.Her di vî buwarî de endamê polîtburoya Hizba Da`we Elî El Edîb dupatkir ku; di navbera her du aliyên Hevpeymanî û Îtîlaf de, danûstandin bi şêweyekî erênî berdewam e, lê ji bo pêkhanîna encûmena asayişa niştîmanî me nakokî hene. Hejî gotinêye ku Îtîlaf, encûmena asayişa niştîmanî bi nadestûrî dizane.Di dirêjiya hevpeyvîna xwe ya digel kurdistanî nwê de Elî el Edîb got: Niha, , li dijî hîç lîsteyekê, di nav Îtîlaf de mebesta vetoyê nîn e, belkû li ser hindek navan têbiniya me heye û li dûv nerîna me beşdariya wan navan di desthilata dahatû de ziyanê digehîne durustiya proseya siyasî ya iraqê.Derbarî şêweyê desthilata dahatû de jî El Edîb got: Em, digel pêkhanîna wê desthilatê ne ku bi mercê yekîtiya niştîmanî bihête eşkerekirin û desthilat jî, ji bo serdestiya xwe li ser gorepana siyasî hebe, bi taybetî ew partî û aliyên ku giraniya wan ya siyasî heye, divêt di desthilata nû de beşdar bin.      PUKmedia: 

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.