ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Kemal Tolan · 24.04.2008 · 2 dîtin
DI HEVPEYVINA OLDAREKÎ ÊZDIYAN DE, MAHNE Û GIRINGIYA “XERQE” TÊ NASKIRINKemal Tolan: Rêzdar Feqîr Elî, dema ez li zargotina Êzdayetiyê dinêrim û guhdarî dikim, dibînim ku zahf peyva “XERQE” di nav de hatiye û hêjî tê bikaranîn. Eger hûn destûrê bidine min, ez dixwazim pêşîn çend mînakan ji We re bînime ser ziman.Feqîr Elî: - Belê mirîdê min, keremke ez li te guhdarî dikim ! Kemal Tolan:Mînak: 1Di sebeqeyeke „Terqîn û nasîn” de dibêje:“Xerqe ji kafa nûnêElah mewla cumle alem miletî” Temamî di: *1 Mînak: 2Di sebeqeyeke “Du´a Heyvê”de dibêje:“5- ya Melek Fexredîn! te em xûndîne li hizretêtu me bisitrînî ji dirba Xerqêji şerîetê, ji terîqetêşikir, te em havêtîne ser pişka sunetê.“ Temamî di : *2 Mînak: 3Di çend sebeqeyên “Qewlê Lawikê Pîrano de dibêje:“67- hey lawek yî pîrano :xerqe libasê cebare kesê ji pêş xerqê şîxadî hilînit dare roja axretê ew xafilekî gunekare ….68- hey lawekî pîrano :kesê serma xerqeyî bi girî û bi awirêt xezeb tê bi fikirî roja axretê dê kafir mirî ….69- hey lawekî pîrano :li roja li pê pira selatê dê xerqeyî hilînin , dê bene bisatê belê qalibê kafir dê mînit li kiş û matê ....70- hey lawek yî pîrano :ewe roja pê pira ne’îmê xerqeyî dê hilînin û bene xizînê qalibê kafir dê mînit li kela cehîmê ....”Temamî di *3Mînak: 4Di sebeqeyeke „Qewlê Derwêş Adem” de dibêje:“Hindek xerqê xwe bi kiçê re sipar eDabuye keçê xerqe yeSilav bike li babê yeQenciya we kirî layiqî we û esilê we yeHeke pisekî me dahir be xwe negre û bêye” Temamî di : *4Mînak: 5Di sebeqên „Qewlê Qendîla” de dibêje:“Şîxadî hate LalişeXemilî bi xerqêt reşeEdewîya hal pê xweşeŞîxadî li Laliş bûXemilî bi xerqê reş bûEdewîya hal pê xweş bû“ Temamî di :*5Mînak: 6Di helbesta „Ebû Bekirê Şîblî û Şêxê Cuneyd ” de jî weha dibêje:“Xerqe û tekmîl îna wî di Ebû Bekir werînaGuh bidin ey guşenişîna, hû dê berket xirqetêXirqe libsê ewlîyane, ’safî dilê e’sufîyaneDûr ji qewê eşqîyane û ehlê kizb û bîd’etê” Temamî di: *6Mînak: 7Êzdî vêga hêjî bi libasên “Tanc û hilên” Şêx Adî sond dixwin û lê ziyaretî dibin .Û hîna gelek mînakên dinê...Vêca, rêzdar Feqîr Elî, hûn jî dikarin ji me re bibêjin, ka giringiya “XERQE” di nav zargotina Êzdiyatiyê de çiye û “XERQE” ji kengî ve hebûye ? Feqîr Elî: Li goriya ku ez dizanim, Xerqe bi hezarên salan beriya Şêx Adî de jî hebuye. Binêre ezê vî qewlê “XERQE” yê ku heta vêga hîna di tu deverî de tevaya wî ne hatiye gotin û nivîsandin ji te re bêjim.QEWLÊ XERQE dibêje:Berî dinya ne bû,Ew roj Xerqe hebû,Xerqe libsê Xwedê û Tawsî-Melek bi xwe bûBerî dinya nebû, ne di sêwrandMihbet ew bû mêran ne hengirandEw roj padşayî xerqe di dehirandBerê ne erd, ne ezman bûBerê ne çiya, ne sekan bûÛ ne bahr , ne bînyan bûHingê di nav xas ûEwliya de Xerqe îman bûKoro te çavî spî ye,mahniya xerqê Şêx Adî çiye?Erd e bi kilît û ne vekiriyeEma ji sirra melkî bihiriyeKoro te çavî kor e,mahniya xerqê Şêx Adî çiye?Ne vekirî, ye bi zimzim û mor eDerenca xerqê Şêx Adî li jor eEw ji sirra padşahê jor eDi kilimî grîvan eXerqe libasê padşê minî giran eEw xerqe qubleta çiqas xasan eTac dêje Xerqe yeSed evdê guhnekar eQestke berde mala te yeBi heqiya Xwedê destekî li ser yê te yeXerqe xelatê mêrê axaHincî di bin kirê Şêx Adî deNeke kul û emelê saxaRoja bangê yî rût û çîplax eXerqe dirre, rastî sir eXerqe xelata mêrê hir eXerqe xelata Xwedê bi xwe yeÊwiriye ser qalibekî bê terşe yeEwan xêr nedikir û guhne li xwe dikir zêde yeXerqe dibê, ezê li wê meBê bav û bê dê meEz li ber kerema mewlê meEz li ber kerema vî mewlayî,Ez dah me destê vî hosta yîSer min çêkirin xoş û şahîYa rebê min !Xoş û şahiye bi dem eBerî Adem, berî Hawa,berî Îsa û Mêyrem eNot hezar sel hebûm e li dîwana te me .”Kemal Tolan: Rêzdar Feqîr Elî, ez dixwazim ji bo aghehdariyê bibêjim, hinga ku Feqîr Hecî Şemo(yê ku eva serê çilûheşt salan xizmetkarê ber mala Şêx Adî ye) hatibû Almaniya – bajarê Oldenburg`ê, hingê min û birê Sedîq Dûzgun di 16.01.2000 de hevpeyvînek bi wî re çêkir. Rêzdar Feqîr Hecî Şemo jî hingê çend sebeqên “qewlê xerqe” ji me re gotin, lê me ew hevpeyvîn hingê ne weşand. Vêca, min îro dîsa li wî bandê hevpeyvîna bi rêzdar Feqîr Hecî Şemo re guhdarî kir û ez niha van çend sebeqên “qewlê xerqe” yên ku ji gotinênên Feqîr Elî gotî cûde ne anjî yên ku “qewlê xerqe” temam dikin, ji ber gotinên Xwedê jê razî Feqîr Hecî Şemo dinivisînim.Rêzdar Feqîr Hecî Şemo jî dibêje:“Qewlê XerqeDilê vêkirî muhtac eÇî dewrêşekî lewaz eBerkirina siltan Şêx Adî de berke û tac e Xerqe libasê cebar eHincî kesê hilgirte ser xerqê Şêx Adî de dar eli axretê li ber Şêx Adî û Melik Şixîn guhnekar e Kemal Tolan û Feqîr Hecî Şemo(16.01.2000)Hincî bi sirûba xerqe bigirî û bi xezeb tê fikirî ew bê şîk kafir bîPîrê xerqêm Siltan Êzîd eÛ ew mahniyeke bêhîd eÛ atqata min û çendî mirîd e“ Temamî di : *7Rêzdar Feqîr Elî, gelo mercên ku oldarekî Êzdî bixwaze Xerqe hilgire çine?Feqîr Elî: Weke ku em di sebeqên „Qewlê Axretê“ de jî dibînin, divê berî her tiştî ev kes bîryarê bi xwe bide, „ Xwe ji xweşî û levzeta dinê bike” û xwe ji bo xizmeta axretê amade dike. Ji Xwedê û Şêx Adî re sê rojan rojî bigre. Gazî oldarekî Êzdî ku Xerqe hilgirtiye dike û wî ji xwe re bike birayê axretê. Tevî endamên civakê û Birayê axretê, nan û zadê qurbana Xerqe hilgirtinê bixwin. Dûre birê axretê libasê dinê û kefenê axretê li birê xwe dike...Gava kesek xerqê xwe ji xwe deyne dibêje:“Tahl, nûr, sitar, xefar, cebar, libasê dinê , kefenê axretêBi qevda melîk Şîxsîn milê rastêYar û birê axretê fer e li me sinetê ”Rêzdar Feqîr Elî, xerqe ji çê û çewa çê dibe ?Feqîr Elî: Tenê Feqîrên dûnav dikarin xerqe çêkin. Xerqe, ji hiriya miyan ya ku mîna rîs hatiye rêstin tê çêkirin. Gava rîs temam dibe, meriv wî tevî hinek ava zimzimê berdide nava ava di sîtilekê de û dû rojan dikelîne. Dûre hinek pel û çiqilkên dara zerguzê davêjine nava ava kelandî û xerqe reng dikin.Dayika Êzdî hiriya Xerqe dirêse (k.t.)Kemal Tolan : Xwedê xizmeta We qebûl bike û rahma Xwedê li dê, bav We û hemû seydayên Êzdiyatiyê be.Feqîr Elî : Amîn !Çavkanî:*http://www.yezidi.org/259.0.htmlhttp://www.khaliljindy.com/diwa2.pdf.http://www.lalish.de/modules.php?name=News&file=article&sid=241 http://www.yezidi.org/305.0.html http://www.ezdixane.com/content/view/62/3/http://www.koord.com/webbook/book/aras/aras1/Book/Nooradeen/Nooradeen3/2... .Kemal Tolan û Sedîq Dûzgun (16.01.2000) Hevpeyvîna bi Feqîr Hecî Şemo re
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.