ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Lokman Polat · 03.12.2008 · 2 dîtin
Ji bo peyva rêzeromanê bi tirkî hinek dibêjin ”serî roman” , hinek dibêjin ”dîzî roman” û van demên dawîn jî ji bo rêzeromanê dibêjin ”nehîr roman”. Belkî jî ji bo ku rêzeroman weka çem diherike û her pirtûkên rêzeromanê li pey hevûdu û berdewama hevûdu ne loma jî dibêjin ”nehîr roman”. Rêzeroman, romanên ku ji du, sê heta çar cîld –yanî ji du, sê, çar pirtûkan – pêk tê û berdewama hevûdu ne re tê gotin. Di edebiyata tirkî de nivîskarê ku herî pir rêzeroman nivîsiye nivîskarê kokkurd ê zimanê tirkî Yaşar Kemal e. Di edebiyata cîhanê de jî gelek rêzeroman hene. Hinek romanên Tolstoy û Dostoyevskî jî rêzeroman in. Romana nivîskarê rusî Mihaîl Şolohov ya bi navê bi navê ”Don hêdî diherike” jî rêzeromaneke navdar e. Di edebiyata kurdî a klasîk de roman û rêzeroman tunin. Lêbelê çîrok, destan û helbest hene. Çîrokên ”Mîrze Mihemed” rêzeçîrokên edebiyata klasîk a kurdî ne û herweke çîrokên hezar û yek şevan dirêj in û qet naqedîn, dawiya wan nayê. Dema mirov li dîroka edebiyata kurdî a nivîskî dinêre, di pêvajoya dîroka edebiyata kurdî de roman bi romannivîseriya Arab Şemo dest pê dike û di salên 1980-î û salên duhezarî de geş dibe, ber bi dewlemendiyê ve diçe. Rêzeromanên kurdî di sala duhezaran de dest pê dike. Hemû rêzeromanên romannivîserên kurd piştî sala duhezarî hatine weşandin. Nivîskarên kurd yên ku xwerû bi kurdî dinivîsin weke hejmar ji dusedî pirtirin. Lê yên ku heta niha rêzeroman nivîsîne çar nivîskarin. Ew jî ev in : Mehmet Uzun, Lokman Polat, Laleş Qaso û Mazhar Bozan. Herçiqas Medenî Ferho, Firat Cewerî, Silêman Demîr û Mistefa Aydogan jî romanên ku berdewama wan hene nivîsîne jî, ji bo ku berdewamên romanên xwe neweşandine (dibe ku berdewamên romanên xwe nivîsîne jî, lêbelê hêj neweşandine) loma jî mirov niha nikare wan weke nivîskarên rêzeromana kurdî bihesibîne. Helbet, heger ew berdewama romanên xwe biweşînin (nîvco hêştina romanan bi min li hemû leheng û fîgurên romanan û herweha li xwendevanan neheqî ye) romanên wan jî dê weke rêzeromanên kurdî di nav edebiyata kurdî de cihên xwe bigrin. Rêzeromana nivîskarê rehmetî Mehmet Uzun berhema wî ya dawî bû. Wî bi navê ”Hawara Dijle” rêzromaneke du cild nivîsî û herdu cildên rêzeromanê bi kurdî û paşê jî bi tirkî hatin weşandin. Mehmet Uzun ji bo rêzeromanê peyva ”nehîr roman” bi kar dianiya û digot ”Êdî ez ê jî weke Kek Yaşar Kemal nehîr roman binivîsim.” Temenê wî têr nekir û wî xeyalên xwe yên nivîsîna rêzeromanan pêk neanî. Laleş Qaso rêzeromaneke sê cild weşand. Hersê romanên wê herçiqas bi navên cuda derketibin jî, berdewama hevûdu ne. Mazhar Bozan bi heman navî anku bi navê ”Av Zelal Bû” rêzeromaneka ji sê cildan – sê pirtûkan – pêk hatî weşand. Min jî (Lokman Polat) bi sê sernavên cuda (Robîn – Kodnav Viyan – Parola Operasyonê – Girtina Saddam) rêzeromanek ji çar pirtûkan pêk hatî nivîsî û sê cildên wê weşand. Cilda dawî a çaran hêj newaşandiye. Bi weşandina pirtûka çaran dê ev rêzeramana min bi dawî bibe. Min di vê kurtenivîsa xwe de weke agahdarî behsa rêzeromanên kurdî kir û bal kişand ser rêzeromanên kurdî. Ez hêvîdarim ku analîzker û edebiyatzanên kurd van rêzeromanên kurdî bi şêweya îlmî zanîstî ya edebî binirxînin û analîz bikin. Şîrovekirina rêzeromanên kurdî ji bo pêşveçûna edebiyata kurdî û rêzeromana kurdî pêwîst e.
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.