Ramyarî

DI DÎROKÊ DE GELEK TEVKUJIYÊN LI ŞENGALÊ PÊK HATINE VEŞARTÎ NE !

Kemal Tolan · 27.09.2007 · 2 dîtin

Bêguman, hinek rêzdar û parêzvanên dîroka Kurdîstanê yên birêz ji min çêtir dizanin ku ji hingava nijada Kurdên resen di nava şaristaniya rojhilatê de peyda bûye û heta vêga, bêhesab ferman û tevkujî bi serên Kurdên Êzdî haveyne-mirovatiya-mezopotamiya yê ne hatine. Lewma jî dibêjim, dagirker û terorîst ji dîroka bav-kalên xwe yên xwînmij dizanin ku gelê rojhilatê yê herî kevnar û kurden resen kîne û lewmajî ew kafir hêjî qetlîmên xwe ji ser serên me Kurdan kêm nakin.Belê, ji xwe piraniya xwandevanên hêja jî baş dizanin ku, min di pirtûk û gotarên xwe yên hatine weşandin de timî bahsa ferman, tevkujî, xesar û zilma dagirkerên Kurdîstanê û hevalbendên wan(şah, xelîfe, sultan, paşa, mîr, beg, walî, axa, jendirme û berpirsiyarên hemu baylozxanên dewletên dagirker) kiriye. Nimûne : Min di pirtûka xwe(Keremkin hûn jî alîkarîya parastin û nasandina dewlemendîya kevneşopên Êzdiyatîyê bikin ! 2007, Rûpel: 293-316) de, hinek agehdariyên li ser ferman û tevkujiyên li herêma Şengalê pêk hatine weha dane xwanê,:” Ji xwe hinga kû Osmanî jî hatine (1300-1920) û bi şûrê zorê Kurdîstan dagir kirine, hingê ewan bialîkariya mîr û begên olperestî nezan gelek êrîşên dijwar birine ser heremên mîrekên kurdên Êzîdî û ewan bi hezaran evdên Êzîdî di nav mîrgehên xwe de qetil û koçber kirine. a – Em dibînin gava „ Xan Ahmedî Xan(1624), Qere Hesen û Xalid Beg şand ser Şeqlawa û Şengalê û beşek ji welatê Amêdê xist bin fermana Osman Beg, piştre êrîş bir ser eşîretên Xaltî û Dasanî yên Êzîdî, ew gelek bi mêranî li dijî wî rabûn. Di şer de herdu mil jî gelek zerar û ziyan dîtin. Di netîceyê de Xan Ehmed Xan zora wan bir, ew girtin û dan destê merivên xwe (1:486).“b – Di salên nêzîkî 1638 de, ku xelqên Êzîdî û Ermenî bi berxwedanên xwe yên li dijî Osmaniyan bi ser neketin û ne gihîştine armancên xwe, êdî zilm û zora dewleta Osmanî û Musilmana li ser wan zêdetir dibe. Nivîskar Garo Sasuni li ser van zordaran weha dibêje: “ Ji vê demê şûn de kurdên Êzîdî kû li heremên Musul, Siirt û Sancar (Şengal k.t.) ê diman ketine bin rejîma Osmaniyan. (2:29)c - Nivîskar û roman nivîsê di vê sedsala me de yê herî navdar Yaşar Kemal, di romana xwe (çavk.:3) de weha cîh dide çend ferman û qetlîamên bi serê Êzîdiyan ve hatine : “Qismek ji xelqê Kurd, Ereb û Tirkan rahîştibûne çekan û derketibune nêvçîra kuştina Êzîdiyan. Poyraz û tevî qeflê leşkerê xwe jî ketne nava wan çetan û teva bihevre di avîtine ser gundên Êzîdiyan. Ewan heçî evdên Êzîdî ku emrê wan heft heta heftêyî bu didane ber singoyên tivingan û dikuştin. Çiqas pere, mal, pez, dewar, hesp, ker, zad, zêr û zîvê Êzîdiya hebû ji xwe re dibirin. Ne dihîştin kesekî Êzîdî ji ber destên wan xelazbibe. Di sibeyekê de, wexta çemê Firatê derbaskirin, ew dîsa rastî êlke Êzîdiyên ku koçdikirin dihatin. Kerwanê Êzîdiyan tevlî hesp,ker, dewar, pez û peyan diçûne derkevine serê çiyan. Serî û binê êlê ne xwanêbu. Ew kesên Êzîdî ku çekên wan hebun, xwe dabune pêşiya kerwan. Siwariyên kurd, ereb û tirkan li wan hespên ku di dema avîtibûne ser gundên Êzîdiyan û bi darê zorê standibun siwarbun û tevlî evdên ji ber leşkeriyê reviyane bûn. Tabura (koma k.t.) wan kete nava heremên Êzîdiyan û bi çend siwariyên Êzîdiya re dû şev û dû rojan şerkirin. Hemû şervanên Êzîdiyan kuştin û laşên wan avîtine nav ava çemê Dîclê . Dûre vegeriyane ser Êzîdiyên bê çek, pêşîn çiqas mêr û xortên mayî li ber çavên jin û qîzan tazî kirin, ew jî tev kuştin û laşên wan jî birin avîtine nav ava çemê Dîclê. Di pey re hemû jin û qiz ………. çiqas zêr ,zîv , pere û malê wan hebû di bin darekê de komkirin û li hevûdinê parevekirin. .............Di wexta qirkirin û talankirina Êzîdiyan de, çemê Firat û Dîclê ji xwînê diherikîn û nava wan bi roj û mehan ji cesedên însanên mirî ye tijebûn............Dure ………, …………... “ Berdewam û tevayî di (çavk.:3. rûp.:229-277)Çavkaniya wêne: http://www.dersim.biz/KRONOLOJİYA DÎROKA HİNEK FERMAN Û TEVKUJİYÊN KU BERÊ Lİ ŞENGALÊ PÊK HATİNEJixwe ez nikarim tevaya tûnekirin, zilm û zora ku desthilatdar, dagirker û olperestên di nav û derveyî Êzdîxanê de bi serê bav-kalên me Êzdiyan ve anîne û wan misiyonerên ku bi malê dinya yê pêşiyên me Êzdiyan xapandine, ew ji dînê wan derxistine bikim.Lê, ezê niha vê kronolojiya dîroka hinek ferman û tevkujiyên ku berê li herêma Şengalê pêk hatine, ji ber çend kitêbên ku bi zimanê tirkî hatine weşandin, li goriya mecalên xwe tenê serkêş û wextê buyer pêk hatine ji bo agehdariyên we xwandevanên hêja birêzbikim.Ji bo fahmdariyê dibêjim, gelek nivîskaran ji Şengalê re gotine, “Sincar”,”Sancar”, Sangar”, “Şîngal”, û hwd. Lê, ez di wergera wan de navê ê Şengalê bikartînim û li goriya dîtina min ev navê herêmê yê resen ne.“....di pey herba Çaldiran ê ya sala 1514 de, paşayê Osmaniyê Yavuz Sultan Selim di nava çend salan de herêma ......, .........., û Şengalê jî kirne bi hukumdariya Osmaniyan........”Çavk.:4 rûp.::89 “....di sala 1517 de generalê Osmaniyê Nasuh Paşa êrîşî ser Êzdiyên li çiyayê Şengalê kir.....”Çavk.:4 rûp.:92 “....di salên 1638/39 de xelîfê Osmaniyê û Sultanê IV.Murat hate ser desthilatdariya li herêma Musil......û hwd. hukumdarî li Êzdiyan kir.....”Çavk.:4 rûp.:93 “....di salên 1647/48 de, dema Şêx Mîrza(ev Êzdî Mîrza Bege k.t.) yê mîrê Şêxan xwast desthilatdariya li herêma Musilê bike bin hukumê xwe, waliyê Osmaniyan yê li Wan ê, Şemsî Paşa êrîşî ser Şêxanê kir. Berxwedana Êzdiyan bi ser neket. Şêx Mîrza dîl girt û dûre ew li sêdarê dan.. .......di sala 1715 de paşayê Osmaniyan yê waliyê Bexda yê, Hesen Paşa êrîşî ser herêma Şengalê kir. Êzdiyên li herêmê qetil kirin . Dûre desthilatdariya herêmê ji bin destên Êzdiyan derxist û da ber destên reysê êşîra ereban Bedevi Arab Tayy........di salên 1752/53 de waliyê Osmaniyan Süleyman Paşa, ziyaneke mezin da Êzdiyên li derdora Şengalê û piraniya wan qetil kir........di salên 1767/68 de paşayê Osmaniyan yê waliyê Musilê, Amin Paşa bi hukumdariya kurê xwe leşker şand ser Êzdiyên li herêma Şengalê. Gava Êzdiyan di şûna 1.000 pezî(mêşin-bizin k.t.) de 800 dan, hingê artêşa Osmaniyan ne musilman, bêhijmar evdên Êzdî qetil kirin.... ....di salên 1773/74 de paşayê Osmaniyan yê waliyê Musilê, herêma Şengalê xera û wêran kir.........di salên 1785/86 de paşayê Osmaniyan yê waliyê Musilê, Abd el Baqi bi artêşa xwe ya mezin êrîş bir ser Êzdiyên Şengalê. Lê bi ser neket û piraniya leşkerên wî hatine kuştin. Ji ber vê jî gelek êşîrên erban jî êrîşî ser gelê Şengalê kirin.......di salên1790/92 de êşîra erebên Bedevi Arab Tayy êrîşî ser herêma Şengalê kir.... ...di salên 1792/93 de paşayê Osmaniyan yê waliyê Musilê Muhamet, heşt gundên Êzdiyên li devera Şengalê wêran kirin........di salên 1794/95 de paşayê Osmaniyan yê waliyê Bexda yê Suleyman Paşa, bi hêza artêşa xwe herêma Şengalê wêran kir , dever şewitandin, 60 jin revandin û 600 dewarên wan jî dizîn........di sala 1802/03 de waliyê Musilê Ali Paşa, xwast ku desthilatdariya herêma Şengalê bike bin destên xwe. Gava ewî ji aliyê bakur ve hucûmkir, hêzên êşîra Bedevi Arab jî ji aliyê başûr ve êrîş kirin. Ev êrîşa hovane bi mehan berdewamkir û şûnde, êdî Kurdên Êzdî mecbur bûn desthilatdariya Osmaniyan nasbikin.......di salên 1809/10 de paşayê Osmaniyê, waliyê Bexda yê Suleyman Qatil , êrîşî ser herêma Şengalê kir. Bajarê Balad, Sincar , Mihirka û hinek gundên ku di bakur de bûn wêran kirin û gelek Kurdên Êzdî kuştin.....di salên 1832/33 de Mîr Muhamed ê Rewandizî(Mîrê Kora k.t.) êrîşî ser Kurdên Êzdî yên li derdora Zap a jorîn, herêma Akre û Şengalê diman kir. Gelek Êzdî bi qetiliyamên xwe kuştin....Çavk.: 5 Rûpel :376-380“..ji sala 1833 heta 1837 paşayê Osmaniyê Reşîd û Hafiz Paşa tevî mîrên Kurdan Kör Mihammedê Rewandizî û Bedirxan begê Bota gelek Êzdiyên dibin hukumdariya Osmaniyan de qetilkirin...” Çavk.:4 rûp.:132-138“di sala 1892 de paşayê Osmaniyên musilman Ömer Vehbi (Feriq k.t.)Paşa tevî hêzên êşîra Bedevi Arab an êrîşî ser Êzdiyên li herêma Şêxan û Şengalê kir. Kurdên Êzdî ku musilmanetî qebul nekirin, qetilkirin û li goriya ku di gotinên hinek çavkaniyan de hatine kifşkirin, hingê 14.000 Kurdên Êzdî musilman kirin...”Çavk.: 5 Rûpel :376-380Dî çavkanî 4 an( ji rûpel 232 heta rûpel 249 )de gelek agehdariyên berfire li ser şer û zilma vî Ömer Vehbî(Feriq Paşa yê xwînxarê Êzdiyan) jî hene.Her weha di derheqê van komkujiya û şeran de hîna gelek berhem û sitranên gelêrî di nava zargotina me Êzdiyan de hen e. Ez nikarim li virê bahsa wan jî bikim, lê bi hindikayê be jî, ezê vê sitrana ku di çavkanî:5 de hatiye weşandin, pêşkêşî we hêjayan bikim.Sitrana Şerê Feriq Paşa ya ku di çavkanî :6 de ji ber dengê dengbêj Kheyro hatiye nivîsandin weha ye: „Kheyro : 6. Lê dayê, lê dayê, lê dayê, Diyarî min û kûrana Bekira bişewite wa bi bere,Mi dî li vê beyana berê sibê, sê bêlûkê eskerê Feriq Paşa danîne ser çemê Zoqa yê ,Li gundê me, li Girê Ereba,Belê Xwedê zanibe berê topa ser malê medirijin weke mûman û çira,Mi dî Osê Mecdî, kekê Kemal, sê denga gazî dike Mehmudê Osê,Dawûdê Îsa babe Dawûd,Ewî Sifûqê Êvdo bavê Saleh,siwarê Bozê, “Gelî xortêd Şingaliya,bav û bira, lep hilînin Barê xwe ji nizama Ferîq Paşa derînin,erz û eyalê şêrîn metirsînin,Gulî sora ji destê nizama Ferîq Paşa vê sibê bifîkinin”Belê bi xodê aferim bona mêrêd wekeMihemê Evdo bavê Saleh, li ser êvarê,Tara şîrê sirav siwarî dihajotine li nav çadiran.7. Bêje Êzdo, Êzîdo,Mane banekî me nema, gelî hogiranhevala dinêrim kûrana Bekira wa bi kaşa,Mi dî ji bayana berê sibê danîne serçeme Zoqayê, gundê girê Ereba sêbêlûkêd girane ji eskerê Ferîq Paşa,Nalîne kete mîratê raşaşa,Li aliya xarbi re pêşiya eskerê……., firqa Elî PaşaLê belê li aliyê şerqî re pêşiya cêş…kete çemê Reşa,Me dî Mihemê Evdo, bavê Saleh, sê denga xortê Şingara kete kali Gelî gûlîsora bav û bira mêrî cabin, lep hilînin,Enîşka bi kozika …… van metersa, Belê bi Xodê, li çemê Bekira qoç û Erebanê hukumetê xelas nekin cenaz û laşa.8. Xwedê vê carêZerîvka Osê bang dikeLê lê Gulê xwehîngê, wezê bang dikim,dengê min dernayê,ezê bang dikim, dengê min dernayê,dengê top û tifingê eskerê Ferîq Paşaagirê Xodê berda bûye dinyayê,Mendikaniya xayîne çûyê hedayetê,çûyê xaletê, çûye rayê,Evê bi sê rojî dew û dûwe gêdûke xerbîdengê tifinga Mihemê Elî Axa bavê Milhim tucar û bi cara nayê,Bi xodê ji qadîm ziman Xwerkaniya xayîne roja,Mirinê tucara hîndadeke me lib a nayê “Çavk.:6 Çavkaniya wêne.: http://www.kurecik.com“………Di salên 1925 / 26 de rêvebirên Îngilîzan dixwastin erdê Şingar(Şengal k.t)ê pêxine ser xaka Sûriyê. Lê Dawûdê Dawûd bi vî hukmê Îngilîz razî nedibu. Weha Îngilîz û Şêx Îcîl-Şêxê êla Şemeriya bihevre xwastin erdê Êzdiyêd Şingarê bistînin. Dawûd ev serşoriye qebûl nekir û bersîngê wan girt…..” Çavk.:6 rûpel:231-232Çend malikên sitrana şerê Dawûdê Dawûd ku di çavk.:6 rûpel:238 de hatiye birêzkirin jî weha ye Şerê Dawûdê Dawûd“Dawûdê Dêwûd bi sê denga gazî dikeÛdêmê Hezo Hesokê Hemzî Silemanê Mehmûd, Bavê me , mêrî çêbikin, bixebitinVê sibê hûnê dest hilînin…. MêraBikujin xwîna narincî ber erdê weşîninDestê xwe li qebdê xencera bişidîninÇavê xwe ji bêlûkê eskera, nîzama Îngilîzî bişkînin,Bira vê sibekê dîsayê,Em dest bi kiçik û mezinê Êzdiyê çiyayê Şingalê bikin,………….” Berdewam vê sitranê di çavk.:6 rûpel:238 de ye.Kemal Tolan27.09.2007Çavkanî:1 Şerefxanê Bedlêsê-ŞEREFNAME –Tarîxa Kurdîstanê ya kevn 1579-, Wergera kurmanci:ya ji aliyê Zîya Avci ve di sala 1998 de çapa yekem a Kurmanci ji Weşanxaneya Apecê, weşan Nr.: 129 hatiye weşandin.2 - Garo Sasunî-Kürt Ulusal Hareketleri ve Ermeni-Kürt ilişkileri, Stockholm-1986.3 - Yaşar Kemal, Fırat Suyu Kan Akıyor Baksana – Bir Ada Hikayesi I- Ocak 1998 Îstanbul.4 – John S. Guest, Yezidiler Tarihi. Weşanên Avesta 20015 - E.Xemgîn, Kürdistan Tarihi cilt-3 , Agri Verlag 1991 rûpel:373-380.6- Christine Allison, The Yezidi Oral Tradition in Iraqi Kurdistan, Rûp.:219-221, 234-238

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.