Ramyarî

Di 7-ê Gûlana 2009-an de Du Doz …

ÎBRAHÎM GUÇLU · 05.05.2009 · 2 dîtin

 Qedexeya zximanê kurdî û fikrên kurdî: Her çiqas tê gotin, ku Komara Tirkiyeyê; ber bi demokrasiyê diçe û dê bibe endamê Yekîtiya Ewrupayê (YE-yê) û dixwaze ku pirsa kurd çareser bibe û ji mafên neteweya kurd re dê rêz bê girtin jî, dom dike û ji bona fikrên kurdî û mafdaxwazkirinê darizandin, her dem di rojevê de ne.TEVKURDê bi rêxistinên siyasî û sivîl yên kurd re, serok û pêşengên tevgera neteweyî ya Kurdistanê ya sala 1925-an, bipanelekê, bi civîneke çapemenî ya girseyî li ber Mizgefta Mezin û bi Mewlîdê bîranî bû. Di derheqê vê çalakiyê de bi lezûbez di derheqê min de doz vebû. Dirûşmeya dawî ya vê dozê dê di 7-ê Gûlana 2009-an saet 09.30-yî de di Dadgeha Cezayê ya Asliyeyê ya 8-emîn de dê pêk bê.Wek tê zanîn Komara Tirkiyeyê piştî ku Dewlete Federe ya Kurdistanê ava bû, li hemberî kurdan li herêma Rojhilata Navîn dijminitiya xwe xurttir kir û her demê hebûna PKKê li Başurê Kurdistanê sedem nîşan da, êrişa hawayî û bejeyî domand. TEVKURDê jî li hemberî ev êrişa Komara Tirkiyeyê ya kolonyalîst û nîjadperest protestoyeke gelek sivîl û demokratîk pêk anî. Dozgerê Amedê di derheqê vê protestoyê de di derheqê min de lêpirsîn dest pê kir, dozname tanzîm û amade kir, li dadgehê doz vekir.Dirûşmeya dawî ya vê dozê dê di 7-ê Gûlana 2009-an, saet 10. 00-an de di Dadgeha Cezayê ya Asliyeyê ya 8-emîn de pêk bê.Di dadgehê de diruşmeyên bi kurdî dom bikin û parêznameyê jî dê bi kurdî pêşkêş bibin. Gelek aşkere ye, ku dadegah min darizîne, rewa nîne. Doz vekirin jî, gorî Peymana Mafên Mirovî ya Ewrupayê û biryarên Dadgeha Ewrupayê ne di cîh de ye.Îbrahîm GUÇLU(ibrahimguclu21@gmail.com)

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.