Ramyarî

Dewleta Tirk êrîşî ser aborîya Kurdistanê dikê!

M. Þerif MÜÞTAK · 28.04.2008 · 2 dîtin

 Dewleta dagirker a Tirk di xwazê bi rêya şirketên xwe ko li Kurdistana azad di xebitin, pêşketina bazringanî, aborîya Kurdistan reş bikin û têxin bin siha xirabîyê de. Weke tê zanîn gelek şirketên Tirk ko dibin qontrola „Serkanîya Leşkerî“ de, bi MHP û Ergeneqonê ve girêdayî li Kurdistana azad di xebitin. Hemû kar û xebatên wan Şirketan bi teqtîk û dîrektîfên daîreya herbî a taybetî ve girêdayîn e. Armanca wan Şirketan ne bi pêşde birina Kurdistanê ye, ji bo tevgera „Bazringanî“ya Kurdistanê têxin bin xeterê ye, feqîrî zêde bibê û hêvîyên gel bi dewletbûnê re nemîn ê . Îhaleyên ketîn dest xwedîyê şirketên Tirk de, di xwazin hindik çîmento, hesin….. û melzemên erzan lê mesref bikin di rêkûrtkê re bibin xwedî pere û sermayeyên mezin. Kesayetîyên Kurdên sîyasî, birokrat, karsazên Kurdistanê jî hînî rişwet û sextekarîyan bikin. Bi vê egerê ji bo dewleta Kurd di nav xwede têkevê nav anarşîzmê û weke dewletek mafya bidin nasandin. Lê heyhat e Kurd şîyarbûn e. Pêwiste ko her kes ji bo pêşde birina Kurdistana azad hişyar bin, bila miho serbilind bê, ji bo feyde û menfîetên şexsî nekevê xefka dijminên gelê Kurd û Kurdistan ê. Pêwist e tevgera bazringanî, aborî, hemû karên dewletî û hemwelatîyan bi tevayî li ser esasê yasayî rûnin. Dijmin di xwazê bidê nîşandan ko peywendî, serwerî, dezgeh û sîstema Kurdistanê ne yasayîn e, heq-hiqûk nîn e, qanûn û yasa li Kurdistanê nameşin. Qanûn û yasayên heyî jî nikarin hin kesayetî û malbatan qontrol bikin……….. Pêwendîyên sîyasî û bazringanî bi kîjan welatî re dibin bila bibin, pêwiste û giringe jî, lê divê li ser pilan kirina berjewendîyên gelê Kurd û Kurdistan bin û yasayî bin……. Pêwendîyên bi Tirkan re jî giringin lê divê pir bi dîqet û hasasîyet bin. Tirkîye dijmin e û ne amadeye ji derveyî Daîreya Taybet a Herbî bi rêyên siwîl têkilîyan bi Kurdistanê re çêbikê. Şirket û personelên ko li Kurdistanê di xebitin, çendî bi navê hevkarî û bazringanîyê kar dikin jî, lê weke „Buka Lemûn“in ko diçin ser kîjan axê di kevin rengê wê axê. Armanca Roma Reş aborîya Kurdistan ê tevlîhev bikin, naxwazin Kurdistan û gelê Kurd bi pêşde herê. Hemû şirketên Tirk ko çûne Kurdistanê bi OYAK ê û hikometê re di xebitin. OYAK Holdîngeka mezin a Leşkerên Tirk e, di ware teknîk a Leşkerî, Hawayî, Derya yî, finans, Otomotîf, Îmar, xwarin-vexwarin, Hesin, Çîmento,……….û hw de di xebitê. Lê baş tê zanîn pêşengîya wan şirketan hemû mîtin, ajanin, dijminên gelê Kurd û Kurdistanin. Armanc çin e? 1-Tirk na xwazin ji derveyî qontrola wan li Kurdistana azad „Bazringan“î bi pêşde herê. 2-Dagirker têkilîyên Karsazên Kurd ji bo xwe zerer di bînin. 3-Şirketên ko ne di xizmeta dagirkerîyêde bin, weke „ Şirketên Mafya û Reş“ nîşan didin. Wan şirketan bi binemala Kurdewar a Barzanîyan ve girê didin, weke hemû sermayê ko diçê Kurdistanê û li Kurdistanê heye di tekela malbata Barzanîde bin, dikin propaxan de. 4-Di xwazin Malbata BARZANî di çavên gelê Kurd de reş bikin. 5-Di xwazin pêşengîya sermaye têxin dest kesên ko ne Kurdin (Ereb, Tirkoman, Asûrî…) de. 6-Dewleta Tirk ji bilî sîyaseta leşkerî pêve naxwazê nêzî Kurdistana azad bibê. Bi karê nahêlê Kurd pêşya xwe bibînin û sîyaseta siwîl li Kurdistan ê bi pêş bi kevê. ……………………………………………………………….. Bênîqaş Tirk di xwazin erd û ezman li gelê Kurd bikê toz û dûmana jehrê. 2 heftene bi rêya Televîzyon û rojnama dest bi reş kirina bazringanî û aborîya Kurdistan a azad kirin e. Îdîa dikin ko Kurd zordestî ya neyasayî li şirketên wan dikin û miameleyên keyfî li dij xwedîyên şirketan didin kirin û heta ko hin kes tên e işkence kirin jî. Weke li Kurdistanê qanûn û nîzam nebin propaxanda didin kirin. Îdîa dikin kesên ko nebin şirîkên berpirsên YNK û PDK nikarin kar bikin. Rojnameya Millîyet, Tercuman, Zaman,….. Qanal D Tv, Star Tv…… her roj qampanya reşkirinê zêdetir dikin. Hin ji wan qempanyagêran nivîskara rojnameya Milliyetê Serpil Yilmaz, Rojnamevanê Tecumanê HAKI KURBAN, sipîkerê Tv Uĝur Dundar, Abas Güçü, Yîĝit Bulut,…... in Serpil Yilmaz û hemû qampanyagêran li Kurdistanê gelek pêwendî û înformatorên wan hene, ew ekonomî û bazara li Kurdistanê dikin weke bazara perên reş. Serpîl Yilmaz bûyerên ko xirabin lê ne rastin gelekan tînê ziman. Bi berdewamî dibêjê „Ez di karim navên gelek kesan bidim ko li Silêmanîyê, Karsazên ko Tirkin, nemane kû neketibin zêndan û îşkencexanan“ de. Serpil Yilmaz ji xwediyê rojnameya Hewlêrê Rêbwar Kerîm Welî di pirsê „Gelo ev tiştên ko xirabin, tên serê şirketên Libnanî, Emerîkî, Koreya Başûr, Îranî û Fransîyan jî?“ Îdiaker dibêjin „Asayiş nasin, bi mihanekî piçûk di karin mitehîdan bigrin têxin bin çav.” Tirk di xwazin ku ticareta xwe ya bi Iraqê re bigihînin 10 milyar dolaran. Kurd jî ji bo xwe zû dewlemend bikin dest datînin ser perên mitehidan. Ew idîa dikê, tenê li Silêmaniyê ji şirketên tirk 70 kes hatine girtin û bin çav kirin. Serpil Yilmaz di nivîsa xwe de îtîraf dikê kû Daîreya Herb a Taybetî, sermîyandarên piştgirîya dagirkerîyê dikin ixracî Bakûrê îraqê kirin e. Wezîfeyên wan jî cida cida ne. Yilmaz bi berdewamî dibêjê „serkeftin ew e, ku meriv bibin şirîkê berpirsekî bilind, bibe şirîkê barzaniyan, divê destekî miho bigihê hikumetê û destê dî bigihê malşêxan jî. Li gorî Yilmaz ê, şertên zindanên Kurdistanê jî gelek giranin, kesên di kevin zêndanan şansê azad kirinê kêmin, yê ewil li Kurdistanê hatibû girtin sekreterê ASID ê Ahmet Çîçek bû, piştî hatibû azad kirin ji qehra canê xwe dabû. Mi jî di CNN de gûhdarî Ilnur Çewik kiribû ku idîa dikir hêjî 80 mîlyon dolarên xwe ne sitandin e ………… û gelek îdîayên derew rêz dikir in. Di hefteya derbasbûyî de Berpirsîyarê programa ARENA Ugur Dundar jî di Star Tv de bi Ekrem Basumlu re ko bi eslê xwe kurdê Tirkîyê ye eynî mijar nîqaş dikir. Mi ew mijar jî baş şopand. Ewî kesî gelek derew û vir dikirin. Xwe şêrîn dikir û mesaj mesaj didan dewleta Kûr. Basunlu îdîayên bêbingeh berdewam kirin û got „li Selaheddînê PKK, PDK û amerîkayî bi hevre ne, mala barzaniyan û PDK, Apocîyan di qontrola xwe de digirin, bi PKK re karên qaçax dikin……. û îdîa kir ku ji wî hatîye xwestin casûsiyê bike, lê wî ne pejirandî ye. Dîsa berî niha bi eynî armancan rojnameya Zamanê jî ketibû nav derew û bêbextîyan. Îdîa dikê ko Ali Ölmez şirketek bi navê „Koru Enerjî“ damezirand lê bi sersebeba alavên biha bi serneket ye. Piştre bi navê „Işin Grup“ şirketa 2 yemîn ava kirîye û gelek îş kirî ye, lê hêjî pereyên wî nedanê…………. Roma Reş jîya xwe bi van qampanyên derew û senaryoyan dirêj dikê. Armanca dewleta Tirk reş kirina Bazringanî û aborîya Kurdistanê ye ji bo aborîya wê lawaz bikê ye. Ev qampanî plankirî ye ji navendekê tê domandin, girêdayî bi dewleta kûr ve ye. Dewleta kûr naxwazê dewlet xwe li gor wextê nû bikê. Pirsgirêka çarenûsî, sîyasî a gelê Kurd û Kurdistan çareser bibê. Li kîjan perçên Kurdistan, an kîjan alîyê cîhanê ko ji bo gelê Kurd destketinên neteweyî, pêşve çûn an arîkarî hebin, Roma Reş di xwazê bi fetisîn ê û têk bibê, bi organîzasyon û bi proxramek e berfereh li dora Kurdistana azad di gerin ji bo hilweşînin. Ev qempanî jî perçek ji operasyonên Leşkerî û siwîlin ko biryara hikomata Erdoĝan û Leşkerî ye…… 23.04.2008 M. Şerîf MÜŞTAK / serif.muestak@gmx.de

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.