Ramyarî

Derdé tirkan mileté Kurd u Mesut Barzani ye- PKK maskeya wan e

Alixan Aras · 16.04.2006 · 2 dîtin

Derdê tirkan miletê kurd û Mesûd Barzanî ye – PKK maskeya wan e  » Tirk ji serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û tesîra wî li bakur aciz inENQER— Her roja ko derbas dibe aşkeratir dibe ko PKK maskeyeka tirkan e û ew PKK-ê didin ber rûyê xwe û pê êrişî kurdan û Kurdistanê dikin. Rojnamevanê tirk Taha Akyol di nivîsa xwe ya îro de (Milliyet, 14/4 2006) behsa lêkolîna komîsyona parlamentoya tirkan ya li ser bûyerên Şemzînanê dike û dibêje li gor tesbîtên lêkolîna komîsyonê ”tesîra Barzanî li ser herêmê [yanî bakurê Kurdistanê hemiyê] dikare bibe ”hêzeka ji ya rêxistina terorê PKK-ê pir mezintir û organîzetir”. Taha Akyol di nivîsara xwe de behsa çend xalên tesbîtkirî yên lêkolîna komîsyonê dike û wan wiha destnîşan dike: 1. Desthilata Barzanî li Şemzînanê nasname li gelek kesan belav kiriye. 2. Barzanî ji bo rêlibergirtina qaçaxçîtiyê qet tiştekî nake. Yanî di nêvbera başûrê-rojhilatê Tirkiyeyê û bakurê Iraqê de trafîkeka qaçax ya berbiçav heye. 3. Gelek kesên hemwelatiyên Komara Tirkiyeyê di dema hilbijartinan de ji bo dengdanê diçin bakurê Iraqê. 4. Di şahiyên hinek dawetan de bi navê Barzanî nîşan bi [bûk û zavayan] ve tên kirin. 5. Têkiliyên civakî û siyasî yên di nêvbera herdu aliyan de her ko diçe xurttir dibin. 6. Bakurê Iraqê dibe merkeza cezbê. Heger wiha berdewam bike em dikarin rûbirûyê tabloyeka pir negatîvtir bibin. 7. Tesîra Barzanî li ser herêmê [yanî bakurê Kurdistanê hemiyê] dikare bibe ”hêzeka ji ya rêxistina terorê PKK-ê pir mezintir û organîzetir". Taha Akyol van tesbîtên lêkolîna komîsyonê bi axaftina serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ya di konferansa Şêx Mehmûdê Berzincî de kirî ve girê dide û dibêje hebûna têkiliyên xizmane di nêvbera herdu aliyan de normal e lê belê problema esasî gotinên Mesûd Barzanî ne ko dibêje: — Divêt problema kurdî li hemî cografyayên ko kurd lê dijîn de bêt çareser kirin û kurdan divêt dewleteka wisa hebe ko wekî yek milet bikarin li dora wê xwe bidin hev û hev bigirin. Ji nivîsara Taha Akyolî jî diyar e ko ew ne ji PKK-ê ditirsin wekî ko gelek kes û berpirsên dewlet û medyaya tirkan îdia dikin. Ew ditirsin ko kurdên dî, kurdên ko li derveyî PKK-ê ne û kurdên ko terefdarên Mesûd Barzanî û Kurdistaneka cida ne li bakurê Kurdistanê xurt bibin. PKK maskeyeka tirkan e ko ew didin ber rûyê xwe û pê li kurdan dixin. PKK û rêberê wê Abdullah Ocalan hevkarên ordiya tirkan û dewleta tirkan in û ji ber hindê jî tirk ji wê natirsin û ji serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û kurdên neapocî ditirsin. NefelC.A

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.