ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Mikail Canpolat · 17.11.2005 · 2 dîtin
Ev pêyîva hanê wekî dehan pêyîvên din, cîhekî taybetî û giring di jiyana Kurd de digire...Kurd an bi zorê an bi sedemên aborî û sîyasî mecbur man welatê xwe bihêlin û bichin.. Qerîbî, derbederi û kochberî di jiyana chandî û hunerîya Kurdî de wekî hestî û gosht hevdu girtine..Welatê Kurdan bi dewlemendîya xwe a sererdê û binerdê yek ji dewlementirîn welatê dinya ye.. Lê Kurd di nav gelên dinyayê de yek ji hejartirîn, nexwandetirîn netewe ye li ser erdê..Di nav hebûnê de ji birchîbûne dimirin.... Hejarî û derbederî bûne charenivîsa gelê Kurd ..Ji ber hejarîyê, wêrankirin û talankirina Kurdistanê, teror û tevkujtarên Tirkan mîlyonan Kurdan Kurdistan hîshtin li Tirkiyê û dinyayê belawbûn.. Armanca dewleta Tirk jî ew bû, Kurdistanek bê Kurd...Ev sîyaset jî ji destpêka peydabûna nijadperestîya Tirk geshbû û heta niha jî berdewame... Dema Osmanîyan jî bi shiklekî din ev sîyaset dihat ajotin..Ji ber vê yekê jî gellek ji wan Kurdên derbeder bûn, ziman, chand û nasnameya xwe a netewî winda kirin.. Kurdên Misirê, Kurdên Lubnanê, Kurdên Balkan û Kurdên li Tirkîyê..Wê dema mirov sedan salan li dûrî welêt bijî, ev yeka hanê peyda dibe... Kes jî nikare rê li pêshîya vê yekê bigire.. Heke hinek kes bikaribin xwe biparêzin jî lê bigishtî ev pêvojaya wisa dimeshe...Niha jî mîlyonan Kurd li derweyî Kurdistanê dijîn, piranîya wan di karên xwe ên rojane de bi zimanê Kurdî na peyîvin.. Her yek zimanekî biyanî kar tîne... Piranîya welatê dinyayê de qursê zimanê Kurdî jî nînin... Zarokên Kurdan bi zimanê biyanîyan perwerde dibin û nikarin ligel dê bavên xwe bi zimanê zikmakî qisebikin.. Roj bi roj zimanê Kurdî ber bi windabûnê diche... Ev yeka hanê rastîyeke, heke rê û chare nêyen dîtin..Mesele niha chend Kurd bi Kurdî dinivîsin û dixwinin, nîne... Meseleya here giring û bingehî gelo zarokên Kurdan fêri Kurdî dibin an na? Ez li Awrupa’yê deverekê dimînim behsa 40 hezar kesên Kurdnijad dikin... Heta niha qursek Kurdî ji bo zarokên Kurdan nîne.. Mirin ev e.. Tekchûna Kurdbûnê û kurdayetîyê ev e.. Tishtekî din nîne... Wê dema mirov carê derbeder bibe, ew hertim derbeder e.. Ji chanda xwe, welatê xwe, gundê xwe, kes û karên xwe dûr dikevin, di dawîyê de xwe bi xwe jî derbeder dibe û biyanî deibe..Ji ber ku derbeder ji rastîyê dûr dikeve... Bi hesta xwe û derûna xwe hewil dide hinek tishtan dike... Lê berdewamî tê de nîne.. Kesên derbeder dikarin di nav 24 demjimêran de dehan car bîr û rayên xwe biguherînin.. Ji ber xeyal û xewnên xwe û rastîya jîyanê tev tevli hevdikin.. Wê dema kesên der û dora xwe dinêrin û rastîya wan dibînin, yekser wan ligel xewnên xwe berawird dikin û dibînin ku gellek ji hevdu cuda ne..Ji bo derbeder rastî xewna wî ye.. Ew li dû rastîya xwe digere... Ligel herkesê der û dora wî ye di sher û pevchûnê de ye.. Demek wisa tê ji bilî wî kes rastîyê nabîne û dinya kor e.. Ji bo wî yek rê dimîne bi serê xwe û tenê bimîne... Ew jî têra wî nake.. Vê carê jî sherê xwe dike.. Dinya wî here pichûk dibe.Û destpêdike û ji xwe dipirse ji bo chi wisa bû....Heke bikare bersivekê bibîne bash e..Lê ev derûna a piranîya derbederan e.... Derbederî tistekî sanahî nîne... Lê ji bo vê yekê jî pêwîste em fêr bibin ligel vê yekê bijîn...Ji ber ku,derbederî û Kurdbûn wekî du birayên hezaran salane ...Wê dema em bikaribin, rewsha xwe derbederîyê fêm bikin, em dikarin gavên erênî ji bo parastina chand û zimanê Kurdî bavêjin..Em dikarin li gund, bajêrok an jî li bajêrên ku em tê da dijîn, qursên zimanê Kurdî ji bo zarokên xwe vekin.. Rastîya xwe a derveyi welêt û derbederîyê qebûl bikin û ligor wê gavan bavêjin..Ji bo vê yekê jî pêwîste em bi hûr û kûr û dûr li ser xwe û der û dora xwe bifikirin.. Û bala xwe bidin ezmûnên hezaran salan ên gelê Kurdistanê û gelên din ên xwedanê carenivîsa Kurdan bûn.. Ji bo nimûne: Cihû...17.11.05
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.