Ramyarî

Dengvedana Şêxan li kîjan asoyan rawestiye??

cavkani kaniya sipi · 14.04.2007 · 2 dîtin

Di gengeşeyên dawî de, gelek peyv herikîn, gelek hizir dan der, û gelek pirs li benda bersivan westiyan, ka rewşa Şêxan, çawe bû, ka vejenîna dan-û-sitandinê,bi çi rengî hev pêşwazî dike, ka ew dikarin bê metirsiya pêşerojê, bê metirsiya gefên terorê, ku roj li dûv rojê, şaxnin nû xwe berdin cîhana reyalîteyê, ji azmûnên ku bi ser wan de barîn û dibarin, bi bişgiriya maf-wergirtinê, bijîn.Li gorî çend salên ku ji sorbûnê sitirî bûn, û çend salên bi baweriyê ve hatinbûn pêçan em tev dizanin ku Şêxan dikare ji hindekan re bibe ezmûneke dîrokî, dikare bibe ezmûneke hînkirina mafên kesayetî û di heman demê de bibe ezmûneke ji ezmûnên metirsiya rojane li asta maf-mirovayetî û hevjînbûna piralî, mîna kurdistana piralî, ku li ser destê hinekan, ji bo demkê bû Kurdistana yekalî, li ser asta berjewendiyên kursiyane û bi destxistina xalên bipêkirin û amajeya wateya hebûnê.Lê ew ezmûnên ku ji me re berz dibin û di her serdanên stûbara bêrîkirina tovê Kurdewariyê de, ji me re diyar dibin ku hindek vejenînên nehênî hene, û hindek vejenînên erênî jî hene.Bê guman di bîr û boçûnên min de, û di bîr û boçûnên belgeyên darîçav de, ku rojane xelata azadiyê radestî keda doza yekalî dikin û belgeyên tolhildanê diyarî goristanên li ser riya azad ku kom dibûn dikin, ku bûyera Şêxan em hînî gelek biratî, bişgirî, û doza Kurdewariyê kirin, ew asayîşa ku bi rengekî rêkûpêk û tekûz ew bobelat parastin, ew ragihandina desthilatdariyê li ser asta medya partiyên siyasî, ku rojane bi awakî zindî bûyer hate weşandin, ew ragihandina malperên ne siyasî û yên „azad“ ku para qurçikek rêyalîteyê bi dest neket, ew wêne û vîdyoyên bê hejmar, ku roj li dûv rojê girzbûna wêneyan berpêş dibin, û dirandina pirtûkên Olî, li ber çavên wênegiran , ji bo xatirê bipêkirina tiştên pîroz, taku ew wêne bibin belge ji pêşerojê re, di dîroka mêraniyê de,û bibe tolhildana Olî, li ser destên Alah û Ekberên Kurdî, ew pênûsên tijî comerdiya maf-diyarkirin, ji hestên xwederbirîna rêyalîte û Kurdewariyê hatiye valakirin, li ser asta pênûsa rewşenbîrên ku mîna rêzdar Roşan Lezgîn binav dike, ew rexne û xwepêşandinên Kurdên yek-doz, ku ne qîrînek xapînok û ne namek internetî, ku di navbera çend xulekan de wê bihate bidawî kirin layîqî wê bobelata pir biçûk ku ji hêla hindek peyv bilindan ve tê ragihandin, ne dîtin, ew rûdana biçûk lê giha ber destên mezinên wê herêma azad, ew bûyera biçûk ku gihişt ber destên berpirsyarên DYA yê yên li wê herêma azad, ew hewldanên tiraşîkirina malên xwedê yên petî li ser destê Kurdên petî, li ser rwiyê vê gerdûnê, ew bûyera biçûk, ku ew nişteçiyên wê yên qurban, ta vê kêlîkê, paş demjimêrên tariyê, ne piştrastin ku, hisret û qedexekirina wan î azad, ew siteyrikên azad, li herêma azad, li gundên azad û li malên azad, wê azadiyê bijmêrin.Demeke bê hêvî di ser wê bûyera biçûk re derbas bû, lê mixabin ta vê kêlîkê tu kes nikare berbirsyaran ji hev berz bike, tu kes nikare wê bûyera biçûk şîrove bike, tu kes nikare analîze bike ka ew pirîstên wê ferhenga qaşo biyanî hêja bi hizirên kevneperestî têne nûsandin, û tu kes nikare bibêje ka ferhenga lêbûrîne berimkane ku di kurdistana azad de cî bigre yan na, herwisa ka terxandina ferhengeke têkel dikare bibe helçûnên deronî li ser asta xwedîtina yek bawerî.Ez dikarim bibêjim, li gor ragihandina dilsozî ku di çarçoveya vejenînê de, tu xîçxîçên danpêdanê ji nepeniya xwe qalik bernedan.Hindek vejenîna ku paş bûyerê rû dane, ew hevdîtina birêz Mesûd Barzanî û Mîr Tehsîn Sehîd Beg bû, tenê çend bêjeyên stûbar hatine bikar anîn û ne zêde, binêre, www.lalish.de/modules.php?name=News&file=article&sid=376, û berî demeke kurt de birêz Xisro Goran serdana birêz Mîr Tehsîn SB kir, dema min ew nûçe di dest-pêkê de xwend, min hizir kir ku amûrê pirsgehên çavkaniyên reyalîteyê wê zelal bibe, û li wir jî mixabin çend hêviyên me winda bûn, qet nehate geftûgokirin ka berbirsyarê wê bûyera biçûk çi vegotin dabîn kirin, binêre, www.bahzani.de/services/forum/showthread.php?t=14049, Lê ez dikarim ew tiştê erênî ku paş wê bûyerê rû da ew bû ku çend navend ji bo Êzîdiyan wê bên damezirandin li gor hindek nûçeyan binêre, www.lalishduhok.org/modules.php?name=News&file=article&sid=1524,Lê di heman demê de tiştinin mat bêşberî me ve tên, ku meriv bi vaçê şêwazên azadiya nûjen û dibe giriftariya berhevdanên azadiya nûjen û azadiya çerxê navîn. Ez dixwazim ji bo van drûşman bi cî ve bînim, mînakekê binvîsim.Di roja 07, 03, 07an li gundê Bozan ku xwepêşandaneke pir hêmin ji hêla çend heste-fûranan ve hate lidar xistin, û di wê rojê de hindek ji wan xortan li Bozana „azad“ hatine girtin, binêre, www.bahzani.dk/services/forum/showthread.php?t=14098, Aya ev kiryarên wisa ku ji hêla desthilatdariyan ve tê bikar anîn, nabe „pêstirk“ ji bo ermancên berhevdanên baweriyê ??Aya ji bo wê xatirê xwedê giravî bûyera biçûk, (ku pîrozbahiyên Êzîdiyan xistin mîna pêşangehên cengên terorane) dengvedaneke pir biçûk wek wê xwepêşandanê ku li Bozan lidar bikeve, tê wê wateyê ku di heman kêlîka azad de bêne girtin??Aya nayê wê wateyê, paş dîmenên rojane yên bîna azadiyê ji wan tê,( bi serpereştiya cîhada Alah û Ekberên biçûk bi bişgiriya Alah û Ekberên mezin û ew dibistana waneyên şikandina kursiyên navendên fermî yên Olî û pê perwerdekirin, taku di dîroka fêrbûnê de bibe wane di cîhana şagirtên azadiyê de, ka çawe xwe hînî lehengiyê bikin û fêrnameyên tolhildanê bidest bixînin) û gelek dîmen û kiryarên din, bibin dengvedanên nêgativ li ba zêrevanan ? Aya ew dengvedana Alah û Ekberên Kurdî gihaşt çend asoyên teknîkî û bûn belgeyên serberkirina wan ferhengên tevlîhev û analîzekirina rêyalîteyê ??Lê ew pirsa ku min ji hizirê berhevdanê dorpêç dike, ew e, gelo Êzîdî yan jî yên ku xalên Kurdewariyê li ba wan peyda dibin, di gelek bareyan de xwe sipêrin tava-heyvê û nizanin ka ew tîjkên tavê wan dişewtînin, yan wan derman dikin !!Lê ez dê bersivê li benda çend dîmenên qîreqîrên azad bihêlim, û şîrovekirinê li benda dengvedana asoyên pêşerojê bihêl im.Cegersoz 14, 03, 07 Elmanya Cegersoz@hotmail.decavkani kaniya sipi

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.